"Emê li hemberî êrîşan axa xwe biparêzin"
Welatiyên bajarê Minbicê bi pêşengiya ciwanan li hemberî êrîşa li ser Kobanê û xeta sînor tê kirin meşiyan. Welatiyên tevlî meşê bûn destnîşan kirin ku wê têkoşîna xwe heyanî ku dagirkeriya dewleta tirk têk bibin wê bidomînin.
Minbic – Dewleta Tirk a dagirker 25'ê Kanûnê maleke sivîlan li bajarê Kobanê hedef girtibû ku di encama êrîşa hovan e de 5 sivîl jiyana xwe jidest dan û 2 jî birîndar bûne. Şîniyên bajarê Minbicê ji bo şermezarkirina êrîşê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê meşiyan.
Di meşê de endama navenda lêkolînên jineolojî Mervat Hemda diyar kir ku ew derketine vê meşê bi ermanca şermezarkirina bombebarana li ser Kobanê, her wiha destnîşan kir ku ev êrîşa dewleta tirk ji ber ku di dagirkirina herêmê de bi binket ji ber vê yekê êrîşên wisa pêk tîne û wiha domand: "Dewleta tirk bi rêka êrîşên hewayî tolhila DAIŞ’ê radike û hewl dide berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê sûriyê bişkîne." Mervat Hemad tekez kir ku gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve her tim piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re tekez dikin û êrîşên li ser herêmên wan ên ewle dê bê encam bibin.
“Emê li hemberî êrîşan çalakiyên xwe mezin bikin”
Endamê Meclîsa Sivîl a Xeta Rojava li bajarê Minbicê Şemsa Berkil jî got ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe ew ê li dijî êrêşên dewleta tirk a dagirker bisekinin û wiha axivî: "Me îro li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û binpêkirinên wê yên li Kobanê û xeta sînor ku di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, meşek lidarxist. Em hemû êrîş û binpêkirinê wan şermezar dikin û heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe emê li dijî van binpêkirinan bisekinin."
“Emê bi hevgirtina gelan biserkevin”
Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger Hedîl El-Casim jî anî ziman ku wan ev meş li dar xist da ku peyamekê bidin aliyê dagirkeran ku ew ê bêdeng nemînin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku Tirkiye her tim li herêmên me binpêkirinan dike, ev êrîş ne ya yekemîn e, lê ev hemû binpêkirin îrade me zêde dike û bi piştgiriya gelan bi hev re em ê teqez bi ser bikevin."
“Emê li hemberî her cure êrîşan parastina axa xwe bikin”
Endama rêveberiya hevbeş a Meclisa Zagonsaz - Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbic û gundewarên wê Sîham Hemo jî diyar kir ku bi rêya xwepêşandanê ew tekez dikin ku ew ê li hemberî her dagirkerî û êrîşeke ku qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike, bisekinin û wiha pê de çû: "Em weke rêveberiyeke sivîl van êrîşên li ser herêmên me şermezar dikin û destnîşan dikin ku gel wê li dijî her êrîşeke li ser axa xwe raweste û em ê bi hemû hêza xwe ya leşkerî û bi moralê gelan parastina xaka xwe bikin."