“Emê bi rêxistinbûna xwe azadî û xweseriya Şengalê mîsoger bikin”

Jinên Ciwan ên ku di kongreya yekemîn a Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê de amade bûn wiha gotin: “Ev kongre moral, vîn û hîzekî mezin dide me. Ji ber ku em dizanin bi vê gavê re me bersiv da hemû dijminên xwe yên ku dixwezin îradeya jina Êzidî bişkînin.”

Şengal - Duh yekem car bi beşdarbûna 150 delege, jinên ciwan ên Şengalê kongreya xwe ya yekemîn li darxistin. Di kongreyê de biryarên girîng hatin girtin. Her wiha di 26’emîn salvegera têkoşer û pêşenga Kurd Zeyneb Kinaci de “Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê” hate ragihandin.

“Xwe birêxistinkirin gavekê esasî ye”

Hala Xidir a ku di kongreyê de weke endama koordînasyonê hate hilibjartin bal kişand li ser mijarên ku di kongreyê de hatine nîqaş kirin û got: “Di kongreya me de herî zêde me li ser çareserî nîqaş da meşandin. Emê çawa karibin ku li hember hemû pirisgirêkên ku jinên ciwan ru bi ruyê wê tên, bibin xwedî çareserî,  me nîqaş û encamên girîng derxist.  Her wiha em nêzî salvegera fermanê bûn. Me van mijaran jî nîqaş kir ku eger jinên ciwan û jin rêxistinkirî bana wê encemekî wiha di fermanê de derneketiba. Ji ber wê xwe rêxistinkirin gavekî asasî ya ku em bikaribin xwe biparêzin û xwe pêşbixin e.”

“Emê bi rêxistinbûna xwe, xwe bikin xwedî hêz û îrade”

Xunev Şengalê ku yek ji endamên Jinên Ciwan ya Şengalê ye axivî, vê kongreyê li hemû jinên esîr ên di destê DAİŞ’ê de diyarî kir û wiha berdewam kir: “Armanca me û hedefa me ye yekemîn weke jinên ciwan ew e ku em dijminên xwe rawestînin û tune bikin. Bila tu kes nebêje ku jinên Êzidî nikarin xwe rêxistin bikin. Emê bi rêxistinkirina xwe, xwe bikin xwedî hêz û îrade. Lewma hemû jinên ciwan ya Êzidî li hember parastina vîn û baweriya xwe berpirsyar e û pêwîste li gor wê berpirsiyartiyê tevbigerin. ”

“Bersivek mezin e”

Li ser girîngiya rêxistinbûna Jinên Ciwan ya Şengalê, endama jinên ciwan ya Mexmurê Kajîn Ozek ku di kongreyê de amade bû ji ajansa mere axivî.  Kajîn wiha got: “Em vê kongreyê li Rêber Apo pîroz dikin. Her wiha li hemû hevalên ku di çeperan de li berxwe didin jî pîroz dikin. Em hemû dizanin ku planên gelekî qirêj li ser Şengalê tên sazkirin. Giraniya van planan jî wê li ser jinên ciwan tê meşandin. Lewma di pêvajoyên wiha giran de li darxistina kongreya xwedî girîngiyekî mezin e û bersivekî ye.”

“Sekna Şengalê hêz û moralê dide her kesê”

Kajn Ozek di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li darxistina kongreyê ya di salvegera 26’emîn a şoreşger Zeyneb Kinaci de hêz û morala wan bilindtir dike û wiha pêl da axaftina xwe: “Emê li her derê bi rihê şehîd Zîlan tekoşîn bikin û berxwe bidin. Lazim e her dem em jinên tekoşer bînin hizrê xwe û li gor wê tevbigerin. Hatina me ya Şengalê jî yekemîn car e lewma em gelek kêfxweşin û bi wê hêviyê ne ku jinên Êzidî wê bi rêxistinbûna xwe bersivên herî mezin bidin dijminên xwe.”