‘Em şirîkatiya jenosîd û îtîfaqa 9’ê Cotmehê qebûl nakin’

Jinên Êzidî yên der barê polîtîkayên li ser wan tên meşandin de axivîn, gotin: “Divê qirkirina ku li dijî Êzidiya hatiye meşandin bêyî şert û merc û bi hesibandina vîna Êzidiyan were naskirin.”

SITÎ ROZ

Şengal – Li ser fermana 74’an ya li ser gelê Êzidî hatî pêkanîn 8 sal derbas bû, lê belê ne dewleta Îraqê ne jî gelek dewletên cîhanê ev weke komkujî bi nav nekirin. Berevajî hikumeta berê ya dewleta Îraqê, hikumeta Kazimî û Partiya Demokratîk ya Kurdistanê PDK’ê di 9’ê Cotmeha 2022’an de bi hevpeymana Şengalê li dijî îradeya xweseriya Êzidiyan û xweparastinê îtifaqek bi qirêj didin meşandin. Gelê Şengalê vê hevpeyama ku îradeya wan binpê dike nepejîrinin û vêya di her firsendê de bî bir dixin. Ji bo bi hikumeta Iraqê ya nû ku di 27’ê Cotmeha 2022’an de hikumeta Îraqê ya nû ku ji aliyê Muhammed Şiya es-Sudani ve hat avakirin hevpeymana 9’ê Cotmehê ya Şengalê ku mîmarê wî dewleta Tirk e bidin qebûlkirin lez dane hewldanên polîtîk.

Li Almanya heman rojev berdewam dike. Parlementoya Federal ya Almanya jî biryar da ku komkujiya Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatî pêkanîn nas bike, lê li aliyekê din jî ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya ji aliyê Şengaliyan ve mîna berdewamiya komkujiyê tê nasîn di nav hewldanan de ye. Parlementoya Fedal ya Almanya biryar da ku komkujiya ku di sala 2014’an de ji aliyê  DAIŞ’ê ve hatî pêkanîn weke ‘Jenosîd’ nas bikin û li kêleka wê jî dewleta Almanya destnîşan dike ku ew piştgirî dide hevpaymana 9’ê Cotmehê.

Jinên Endama Tevgera Azadiya jinên Êzîdî (TAJÊ) ji ajansa me re axivîn û helwesta xwe li dijî van polîtîkayan anîn ziman.

 ‘Heya îtîfaqa 9’ê Cotmehê hebe dê jenosîda li ser Êzidiyan jî bidome’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Meyan Nasir der barê nezîkatiya hikûmeta Sudanî û her wiha biryara parlementoya Elmanya yê ku jenosîd û îtîfaqa 9’ê Cotmahê bi hevra qebûl dike de wiha dibêje: “Îtîfaqa 9’ê Cotmehê li ser masayek bi hevpariya malbata Barzanî, devleta Tîrk û hikûmeta Kazimî li ser qedera Ezidiya hat îmza kirin. Bi hikûmeta nû ya Sudanê dixwazin îtafaqa 9’ê Cotmehe bidin qebûl kirin. Heta ku ev îtîfaq hebe wê jenosîda li ser Êzidiya jî hebe. Ji bo me  ferman carek din nû be. Hikûmeta Kazimî ji bo Ezidiya tu tiştek nekir. Ev 8 sal in gelê me li qampa di bin konan de jiyan dikin û ev jî diyar dike ku hîn jî ferman berdewam e. Gelê Şengalê yên ku li ber xwe dan, DAÎŞ’ê şikandin. Niha dixwazin bi vê îtîfaqê vîna Êzidiyan bişkinin. Lê bila baş bizanîn ku Şengal ne Şengala berê ye û tu cara jî dê nebe wek berê.”

‘Bila jenosîdê bi şertan qebûl nekin’

Meyan Nasir di berdewamiya axaftina xwe de nerazîbûnên xwe yên li hemberê  hikûmeta Sudanê jî nîşan da û wiha axivî: “Hikûmeta berê ya Kazimî gelek fitne, dizî û xirabî kirin. Herî zêde jî ev yek li ser Şengalê kir. Gelek pêşengeyên Ezîdiyan şehît xistin û ew erîş hemû bi qebûlkirina kirina hikûmeta Kazimî pek hat. Niha hemû hewldan ew e ku hikûmeta Sudanî jî wek Kazimî bi dewleta Tirk û PDK’ê re hevkariyê bike. Lê bila hikûmeta Sudanî jî baş bizanibe ku em jin nahêlin îtîfaqa 9’ê Cotmehê bê pek anîn. Niha hinek Ezidî jî kirine xayinê baweriya xwe û bi ser navê Ezidatiyê diçin her derê, em kesên ku me difroşin dijmin di nava xwe de qebûl nakin. Tenê hêzek me heye ew jî xweseriya me ye. Bila pergala Rêveberiya Xweser qebûl bikin. Xilasiya Êzidiya xwe birêvebirinê ne. Niha dewleta Elmanya radibe dibejê ezê fermanê wek jenosîd nasbikim. Lê şertê îtîfaqa 9’ê Cotmehe dide pêşiya civaka Êzidî. Elmanya jenosîd bi îtîfaqa 9’ê Cotmehê nasdike. Bila ne Elmanya ne ji tu dewletên din jenosîda li dijî me bi şertan qebûl nekin, em wek gelê Êzidî vê yekê qebûl nakin. Gelo çima nahelin civaka Êzidî wegerê ser axa xwe. Mane hemû tişt berçav e.”

‘Bihuşta me axa me ye’

Endama TAJÊ Neam Îlyas jî rewşa êzidiyên ku li kampên Başurê Kurdistanê hatine bicihkirin, her wiha siyaseta PDK’ê ya ku îtîfaqa 9’ê Cotmehê meşrû dike û vîna civaka Êzidiyan dişkinê nirxand û wiha pêde çû: “Em hevî dikin ku gelê me yên ku li kampan dimînin bila ne li gorî hêzên derdor tevbigerin, bila xwe bikin û li ser baweriya xwe bin. Em dizanin ku Êzdatî ne li ser koka xwe be û ji xwe dur bikeve nikarê xwe li ser linga bigire. Tiştê ji me re pewîst li ser axa me ye, ne li ber derê xeriban e. Bila gelê me were û îtîfaqa xwe pêşbixînin. Em Êzîdi baweriyek gelek kevnar in. Mala Barzanî naxwaze civaka Êzidî vegerê. Di bin nave kampan de alikariya ku tê ji xwe re digre. Em dizanin ku gelek mesule wan bi saya Êzîdiyên qampê dewlemend bûn. Malbata Barzanî dijminatî dike û em Êzidi pêwiste dijminê xwe nasbikin. Malê dinyaye ji bo kêsekî namine. Ew axa kû em li ser jiyan dikin axa şehîdaye û ji bo me cihê serfiraziyê ye.  Ji bo gelek kesan bihaşta wan axa van e. Li Şengalê axên ku şer hatiye kirin hestiyên şehîdên me hene. Pêwîste em xwedî wan şehidên xwe derkevin. Em Êzidî dest bidin hevdû û mala xwe ava bikin.”