"Em piştevaniya jinên Şengalê dikin"
Jinên Kobanê rewşa Şengalê nirxandin û diyar kirin ku gelê Şengalê bi pêşengiya jinan ji bo parastina pergal, hebûn û vîna xwe têdikoşin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Herêma Şengalê cih û warê civaka Êzidî ye û hejmara herî zêde ya pêkhateya Êzidî li Şengalê dijîn. Şengal di 3`ê Tebaxa 2014`an de bi êrîşeke hovane ya Çeteyên DAIŞ`ê re rû bi rû ma. Di wê êrîşa ku hikûmeta Îraqê û Başûrê Kurdistanê xwedî li gelê Şengalê dernektin, Şengal wêran bû. Bi hezaran ji jinên Şengalê hatin revandin, qetilkirin û tecawizkirin heta vê kêliyê jî çarenûsa bi sedan jinan hê ne diyar e, ên mayî jî neçarî koçberiyê bûn. Ew komkujî weke fermana 73`an li ser civaka Êzidî hat binavkirin. Di wê demê de bi saya şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Şengal ji terola DAIŞ`ê hat rizgarkirin. Gelê Şengalê xwe ji nû ve birêxstin kir û jiyana xwe li ser bingehê pergala Rêveberiya Xweser saz kir.
Hikûmeta Iraqê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di 9`ê Cotmeha 2020`an de peymaneke girêdayî Şengalê Îmze kirin. Hevpeyman li ser bingehe ku hikûmeta Iraqê êdî Şengalê bi rêve bibe û hêzên xwe yên parastinê derbasî Şengalê bike. Piştî vê hevpeymana vîn û serxwebûna gelê Şengalê înkar dike hat raghandin, li seranserî Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestên nerazîbûnê derketin holê. Gelê Şengalê jî dest bi çalakiya di bin dirûşma "Em hemû Asayîş in" kirin, ev çalakî û li rex gelek çalakiyên din, heta vê rojê didome. Hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê jî ev çend car in hewl didin hevpeymanê pêk bînin lê ji ber bertek û berxwedana gelê Şengalê ew radiwestin. A niha gelê Şengalê bi pêşengiya jin û ciwanan bi roj û şev li ser piyan e. Her wiha piştî îmzekirina hevpeymana Hewlêr-Bexda êrîş, gef û tevgera dewleta tirk ya di xaka Başûrê Kurdistanê de zêde û balkêştir bû. Ev yek jî teqez dike ku ji her kesî zêdetir dewleta tirk sûdê digre. Têkildarî mijarê jinên Kobanê helwesta xwe nîşan dan û piştgiriya xwe ya bi jinên Şengalê re anîn ziman.
"Ew dixwezin civaka Êzidî di fermaneke din re derbas bikin"
Xanim Hesen bi lêv kir ku hevpeymana di navbera Hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê de komploya li ser civaka Êzidî ye û wiha axivî: "Em piştgiriya berxwedana Kurdên Şengalê dikin. Asayîşa Şengalê ji zarokên wê ne, gel jî qebûl nakin kesên biyanî parastina wan bikin. Ji ber vê em helwesta wan a piştgiriya bi Asayîşa Êzîdxanê re silav dikin. Dema Çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê kirin, hêzên Başûrê Kurdistanê û yên Iraqê reviyan, lê dema Şengal rizgar bû û gelê wê xwe ji nû ve birêxstin kirin, her du hêz dixwazin dest bidin ser Şengalê. Hêzên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê jî dixwezin bi van daxwazan civaka Êzidî bi fermaneke nû re rû bi rû bihêlin. Gelê Şengalê di zanebûna vê komployê de ye, ji ber vê ew bi şev û roj di nava çalakiyan de ne."
"Jinên Şengalê dê êdî bi xwe parastina xwe bikin"
Leyla Ehmed teqez kir wê serkeftin a Şengalê be û wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: "Me li Rojavayê Kurdistanê pêşengiya şoreşê kir, jinên Şengalê jî niha bi reng û sekna xwe li hember êrîşan têdikoşin, bi dil û can em wan silav dikin. Jinên Êzidî xwe li ser bingeha bîrdoziya Rêber Apo birêxstin dikin, ji ber vê berxwedana wan a di roja îro de tê wateya xwedîderketina li pergala Rêber Apo û parastina nirxên jinan. Yên bersiva kesên xayîn bidin, civakê birêxstin bikin, nasnameya jinan û gelê xwe biparêzin jin in. Ji lewre em bawer in wê serkeftina ya vîna jinan be."