‘Em hêza xwe ji berxwedana li zindanan digrin’

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê Xedîca Îbo bal kişand çalakiyên li girtîgehên dewleta Tirk ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin û got: “Em hêza xwe ji berxwedana li zindanan digrin.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Bi armanca şikandina tecrîdê û misogeriya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zindana Îmraliyê girtiyên siyasî yên ku di girtîgehên dewleta tirk de li ber xwe didin, di 27'ê Mijdara 2023'an de di çarçoveya pengava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê nîsanê de bi daxuyaniyek ragihandin ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê Roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin. 

Girêdayî çalakiya girtiyên siyasî di girtîgehên dewleta Tirk de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê Xedîca Îbo piştgiriya xwe anî ziman.

'Misogeriya azadiya Rêber Apo erka me ya bingehîn e'

Xedîca Îbo di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser xebatên wan ên ji bo misogeriya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Em li Şehbayê kar û xebatên xwe li ser bingeha misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo dimeşînin. Em girêdayî Rêber Apo ne û hêza xwe ji fikrên wî digirin. Ji bo ku em wî bi fizîkî ji zindana Îmraliyê azad bikin çalakiyên xwe yên nerazîbûna didomînin. Di heman demê de girtiyên me yên siyasî ji bo misogeriya azadiya fizîkî ya Rêber Apo di şert û mercên zehmet ên girtîgehên dagirkeriya dewleta tirk de dest bi çalakiyê kirine. Ji bo azadiya Rêber Apo gelek kesên welatparêz ketin çalakiya greva birçibûnê û jiyana xwe jî ji dest dan lê cîhan û bi taybetî rêxistinên mafên mirovan çavên xwe digrin û bi erka xwe tevnagerin."

'Em piştgiriyê didin çalakiya grava birçibûnê'

Xedîca Îbo wiha pê da çû: "Em bi hemû hêza xwe piştevaniya çalakiya girtiyan dikin, her wiha çalakiyên xwe li ser bingeha misogeriya azadiya fizîkî ya Rêber Apo li dar dixin. Em tu carî li hemberî tecrîdê û kiryarên dagirkeriyê li dijî Rêber Apo ranawestin û em ê xwedî helwest bin, ji ber azadiya Rêber Apo azadiya tevahî civakê ye. Bi hezaran kes di girtîgehên dagirkeriyê de girêdayî xeta azadiyê û pakrewanên xwe ne û berxwedana xwe li ser vê bingehê didomînin. Dewleta tirk ji bo tepisandina çalakiyên girtiyan hemû kiryarên dijmirovî li ser wan dide meşandin."

'Em hêzê ji berxwedana zindanan digrin'

Xedîca Îbo di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku ew berxwedan û hêza xwe ji berxwedana li zindanan digrin û bi rihê wê berxwedanê wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û got: "Li gorî qanûn û adaletên cîhanê û dewleta Tirk mirovên ku temenê wan zêdeyî 70’ê salî be ji zindanan divê werin berdan lê dewleta tirk a dagirker hemû biryar û qanûnan bin pê dike û heya niha tecrîdê li ser Rêber Apo ferz dike, nahêle hevdîtin pê re were kirin.”

Bang li CPT: Erka xwe pêk bîne

Xedîca Îbo ya got “Em hêza xwe ji berxwedana xwe ji berxwedana Mezlûm, Kemal û Xeyriyan digrin” anî ziman ku divê CPT bi erka xwe rabe û wiha bi dawî kir: “Bi rihê berxwedana li zindanan wê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Em ê li derdora Rêber Apo bibin xelekek ji agir. Em ê dengê xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bigihîjînin raya giştî ya cîhanê û her dem daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Divê di serî de CPT erka xwe ya li hemberî Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî bi cih bîne."