'Em ê şopdarê xeyalên hevalên xwe yên rojnamevan bin’

Rojnamevanên jin derbarê hedefgirtina rojnamevanan de axivîn, destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi riya hedefgirtin, binçavkirin û girtina rojnamegeran dixwaze dengê heqîqetê qût bike û gotin ku ew ê xwedî li pênûs û kameraya hevreyên xwe derkevin.

VIYAN AMED

Qamişlo – Ragihandina azad herdem bi riya heqîqetê daxwaz, êş, azar û dengê gelê xwe digihêne cîhanê. Di riya azadiyê de gelek ji wan canê xwe feda kirine û pir ji wan jî heta niha dibin şopdarê Gurbet Elî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Denîz Firatan. Bi çirûska 19’ê Tirmehê re derfet vebû ku gelek ciwan berê xwe bidin ragihandina azad û bibin dengê gelê ku azadiyê diqêrin. Herî dawî jî rojnamegerê ANHA’yê Îsam Ebdullah beriya çend rojan ji bo hovitiya dewleta tirk li hember sivîlan pêk tîne, nîşanî raya giştî bide çûbû cihê bomberdûmanê û di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da. Di heman êrîşê de û li bajarê Kobanê nûçegîhana Stêrk tv Mihemed Cereh jî ji bo ku rastiyan nîşan bide di encama êrîşên balafirên şer de bi giranî birîndar bû. Girêdayî êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina rojnamevanan, hevalên kar ên Îsam Ebdullahê, di heman demê de nûçegîhana Ajansa ANHA’yê nêrînên xwe parve kirin.

‘Îsam hewil da rastiyan ragihîne li ber çavan’

Edîtora beşa jin a ajansa ANHA’yê, Yara Mihemed êrîşên dewleta tirk ên di 19’ê Mijdarê de destpêkiriye, her wiha di wan êrîşan de hedefgirtina nûçegîhanan wiha dinirxîne: “Dewleta tirk her roj êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, herî dawî jî di 19’ê Mijdarê de bi balafirên şer êrîşî hemû herêman kir ku di encamê de şehîd û birîndar hene. Hevalê me Îsam nûçegîhana ajansa ANHA bû ku dema diçe cihê bûyerê û komkujiya ku pêk hatiye bişopîne, rastî êrîşê tê û di wê êrîşî de jiyana xwe ji dest dide. Her wiha nûçegîhanê kanala Stêrk Tv Mihemed Cereh jî li bajarê Kobanê birîndar dibe. Hedefgirtina rojnamevanan ne ji niha ve ye, dewleta tirk herdem wan hedef digire û naxwazê êrîşên ku pêk tînin derkeve holê. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî rojnamevan rastî girtin û binçavkirinê tên. Dewleta tirk armanca wî ewe ku bi riya girtina rojnamevanan, dengê azadiyê qut bike. Hevalê Îsam hewildan û armancê wî ya esasî ew bû ku rastî û hovitiya ku li ser gel çêdibe nîşanî tevahî cîhanê bike. Îsam ne şehîdê yekem û ne jî ya dawî ye, ji ber em di nav şoreşê de ne û em ê bedelên giranbûha bidin. Soza me ji Îsam re ewe ku em ê şopdarê riya wî bin.”

‘Pênûs û kameraya hevalê xwe li erdê nahêlînin’

Nûçegîhana ajansa ANHA’yê, Solîn Ehmed jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û diyar kir ew êrîş ne yekem e ku li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, da zanîn ku beriya niha êrîşên dagirkeriyê li dijî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî pêk hatine. Solîn Ehmed destîşan kir êrîşên herî dawî ya 19’ê Mijdarê bi balafirên şer pêk hatiye nîşaneya qirkirina gelê Kurd raber dike û wiha domand: “Dewleta tirk êrîşên xwe yên herî dawî de seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc kir. Di wan êrîşan de li bajarê Dêrîkê komkujî pêk hat û di wê êrîşê de rojnamevan Îsam Ebdullah jî jiyana xwe ji dest da. Îsam Ebdullah di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta niha di nava kar û xebatên ragihandinê de bû, deng û rengê şoreşa Rojavayê Kurdistanê digihand hemû cîhanê. Di heman demê de ew dibû dengê gel û êrîşên ku rastî herêmê pêk dihat radigihand. Îsam Ebdullah li hember her hovitî û her cure êrîşan di nava berxwedanê de bû. Dewleta tirk dixwaze dengê heqîqetê qut bike, loma Îsam Ebdullah di van êrîşan de jiyana xwe ji dest da. Bêguman dewleta tirk nikarê bi van êrîşan me dûrî vê xetê bixe û rastiyan veşêre. Em soz didin Îsam ku em ê bibin şopdarê riya wî û pênûs û kameraya wî li erdê nahêlînin. Em li hember her êrîş û hovitiyê li kêlek gelê xwe ne û em ê dengê wan bigihînin hemû cîhanê.”