Ji TAJÊ serdana gorên komî: Em ê rê nedin qetilkirina jinan

Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ de TAJÊ çû serdana şehîdên gorên komî yên li gundê Herdanê. TAJÊ li wir bang li hemû jinan kir ku li dijî qetilkirin, destdirêjî û fermanan serî rakin.

Şengal-Xebat û rêzeçalakiyên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku di çarçoveya kampanyaya ‘li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ de dide meşandin, didomin.

Di çarçoveya van rêzeçalakiyan de endamên TAJÊ îro çûn serdana şehîdên gorên komî yên li gundê Herdanê ya girêdayî navçeya Sinûnê, şehîdan bi bîr anîn û kulîlkan çandin. Di serdana şehîdan de ji aliyê TAJÊ ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo ve hat dayîn.

Şemê Remo di destpêka daxuyaniyê de hemû şehîdên fermanê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatan re xwest.

‘Jin ji ber zext û êrîşan xwe ber bi xwe kuştinê ve tê kişandin’

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo bal kişand ser qirkirina jinan û wiha got: “Qirkirina jinan ne tesadûf e, jin ji ber zext û êrîşan xwe dikujin, dişewitînin û têne qetilkirin. Dijmin dixwaze bi zext û êrîşan me tune bike lê em tune nabin. Gorên me yên komî bersiva herî mezin e. Em bang li miletê xwe, li her însanên ku însanetî li ba wan hebe dikin û dibêjin neyên listîkên dijmin. Êdî rabin ser piyan û bê xîretiyê qebûl nekin. Heta kengî û em ê ji çi bitirsin. Tiştek nemaye ku bi serê me Êzidiyan nehatî. Li ku derê hatiye dîtin ku difna (pozên) zarokan hatiye jêkirin. Her wiha Axîna biçûk çi kiribû ku bi hovane hat qetilkirin. Di vir de em dixwazin miletê me zanibe em ê rê li ber qetilkirin û destdirêjiya jinan bigirin, em ê rê li ber neheqiyê û fermanan bigirin. Em neheqiyê qebûl nakin û em ê careke din nehêlin tu kes bi êzidiyatiya me bilîze. Em careke din şehîdan bi bîr tînin û em soz didin şehîdan heta ruh li bedena me ye em ê li pey doz û xeyalên şehîdên xwe bin û em ê xwestekên şehîdên xwe pêk bînin.”

‘Divê êdî jin xwe nekujin’

Têkildarî mijarê endama Meclisa Digûrê Rihan Xidir ji ajansa me re axivî. Rihan Xidir di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew wek dayikên Şengalê hatine ser gorên komî û wiha got: “Em wek miletê Êzidî tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Em weke TAJÊ hatin serdana gorên şehîdên xwe û kulîlk çandin. Hatina serdana şehîdan ji bo me tişta herî pîroz e.”

Rihan Xidir derbarê kampanyaya ‘li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ û qetilkirin an jî ji ber zext û êrîşan xwekuştina jinan jî vê bangê li hemû jinan kir: “Banga min ji hemû jin û dayikan divê êdî xwe nekujin ger pirsgirêkek wan hebe bila bên gel me û em bi hev re çareser bikin. Hêz û îradeya jinê heye ku li hemberî êrîş, zext û qetilkirina jinan bisekine. Ji bo me tişteke pîroz e em bi pirsgirêkek jinên ve diçin û çareser dikin. Banga min ji jinan re li hemberî qetilkirina jinan rabin.”