‘Em ê li ser xeta Cîhan û Nazim bimeşin’
Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî hedefgirtina hempîşeyên xwe Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dan û pêyama “Em ê li ser şopa wan bigihîjin azadiya gelê xwe” dan.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA ya dewleta Tirk de li ser riya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de hatin qetilkirin. Rojnamevanên jin ên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan dan hedefgirtina hempîşeyên xwe û gotin wê her dem bibin dengê rastiyê.
‘Dewleta dagirker ji bo ku têkçûnên xwe veşêre rojnamevanan hedef digre’
Rojnamevana Star FM Lîlav Hesen qala êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Ev ne cara yekem e ku êrişên wiha li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên. Belê ji ber ku ev êriş her dem didomin, her dem dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê, guhertina demografiyê û tunekirina rastiya ku li ser vê xakê pêk hat êrişên xwe li seranserê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Dewleta dagirker ji bo ku têkçûnên xwe veşêre rojnamevanan hedef digre. Em hemû dizanin ku Kobanê keleha berxwedanê ye gava yekem a di têkçûna DAIŞ’ê de bû lewma niha jî Kobanê di nava gefên dewleta Tirk de ye ku dibêjin em ê êrişî Kobanê bikin. Em dikarin di vir de bibêjin ku dewleta Tirk tola DAIŞ’ê digre ji ber ku şervanan di Kobanê de têk bir dewleta Tirk yekser êriş dike.”
‘Em ê bibin dengê rastiyê’
Lîlav Hesen bal kişand ser êrişên ku li ser Minbic, Til Rifet û Şehbayê çêbûne û da zanîn ku ji bo rastiya van êrişan dernekeve, dewleta Tirk rojnamevanan dike hedef û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibînin ku di van demên dawiyê de dewleta Tirk êrişî Minbic, Til Rifet û Şehbayê kir. Til Rifet û Şehbayê bi hezaran malbatên ku ji Efrînê koçber bibûn di wir de bi cih dibûn. Careke din bi êrişên xwe ew malbat koçber kirin, sûcên şer li dijî wan hat kirin, rastî tecawiz, revandin û serjêkirinê hatin. Îro ji bo ku ev bûyer ji raya giştî re werin ragihandin hevalên me yên rojnamevan li wê qadê bi hemû derfetên xwe hewldan wê rastiyê derbixin.
‘Rastiyê radigihandin’
Ji roja yekem ve hevala me Cîhan û hevalê me Nazim di nava liv û tevgerê de bûn û rastiyê ji me re radigihandin. Wan hevalên me ji ber ku rastiya dewleta Tirk radigihandin rastî êrişê hatin, di kesayeta herdu hevalên xwe de, em hemû şehîdan bi bîr tînin. Jixwe ev ne cara yekem e rojnamevan tên hedefgirtin beriya vê bûyerê wesayîda Jin TV, rojnamevan Îsam li Dêrikê û rojnamevan Gulistan û Hêro û gelek hevalên din ji bo derxistina vê rastiyê canê xwe feda kirin. Armanc ew e ku dengê rastiyê dernekeve lê ev armanc wê bibe xewn û xeyal ji dewleta Tirk re. Wê her dem rastî were ragihandin, bûyerên ku diqewimin dê ji cîhanê re werin ragihandin û em rojnamevan em ê bibin dengê rastiyê.”
‘Bi êrişan dê nikaribin pêşî li kar û xebatên rojnamegeran bigrin’
Rojnamevan û endama Desteya Rêveber a Yekitiya Ragihandina Jin û Azad Evîn Îbrahîm der barê hedefgirtina herdu rojnamevanan de axivî, diyar kir ku ew ê bûyerên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker, ji hemû cîhanê re ragihînin û bibin dengê rastiyê û wiha bi dawî kir: “Rojnamevanên ku berxwedana Bendava Tişrîn û Pira Qere Qozax dişopandin, hevalê Nazim û Cîhan dema ku dixwestin hinek rastiyan bişopînin û wan rastiyan ji raya giştî re ragihînin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin û şehîdxistin. Bêguman dema ku me ev nûçe bihîst em xemgîn bûn. Ji ber ku du hevalên pir kevin bûn di qada çapemeniya azad de, li Rojavayê Kurdistanê kar û xebateke pir mezin û bi nirx dan meşandin.
Em soza xwe bi çûndina hevalên xwe re nû dikin. Em ê li ser xeta wana berdewam bikin. Ji destpêka şoreşê ve heta niha gelek rojnamevan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin hedefgirtin lê rojek jî me kar û xebatên xwe neda sekinandin. Em dikarin bibêjin ku îsrara me zêde dibe û em ê tu carî kamera û pênûsa şehîdên xwe bernedin. Hevalê Nazim û Cîhan wê di dilê me de bijîn, em ê li ser şopa wan bigihîjin azadiya gelê xwe.”