‘Em ê li dijî kampanyayên reşkirinê têkoşîna xwe bidomînin’
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî kampanyayên reşkirin û dezenformasyonê yên birêxistinkirî yên li dijî xebatkar û rêveberên jin ên li herêmê daxuyaniyek weşand û van kampanyayan şermezar kir.

Navenda Nûçeyan - Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî kampanyayên reşkirin û dezenformasyonê yên rêxistinkirî yên li dijî xebatkar û rêveberên jin ên li herêmê daxuyaniyek weşand.
Koordînasyonê, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Jinan xwe îspatkirine ku di înşakirina civakan de stûnekî bingehîn in û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di têkoşîna azadî û wekheviyê de fedakariyên mezinkirine. Lê îro bi awayekî pergalî bi kampanyayên reşkirin û dezenformanyonê tê hedefgirtin. Ev kampanyayan bi armanca qelskirina rola jinan û binpêkirina rûmeta wan e.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev êrîşa birêxistinkirî, ne tenê dijminatiya li dijî destkeftiyên jinan e, di heman demê de berdewamiya ferasetek vederkirinê ya hewil dide jinan vegerîne rolên kevneşopîyê ye.”
‘Divê li dijî binpêkirinên mafên jinan tedbîrên qanûnî û exlaqî bên girtin’
Koordînasyona Jinan, da zanîn hedefgirtina xebatkerên jin ên li ser medyaya dijîtal û platformên din, binpêkirina mafên mirovan û êrîşek li dijî azadî û rûmeta jinan e û di heman demê de teşwîqkirina zimanê nefret û tundiyê ye û wiha got: “Hemû kesên ku van naverokan reşkirin an jî zordariya dîjîtal diweşînin û parvedikin, berpirsyartiyên wan ên qanûnî û exlaqî heye. Divê li dijî binpêkirinên mafên jinan tedbîrên qanûnî û exlaqî yên pêwîst, bên girtin.
‘Biryardariya jinan a ji bo berdewamiya têkoşîna xwe hê xurttir dibe’
Koordînasyona Jinan, destnîşan kir her cure reşkirin an jî hedefgirtina xebatkarên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red dike û got: "Cihê civakî ya jinan, ji ber êrîşên gotinên nefretê bandor nabe. Ev hewldanên neserketî, biryardariya jinan a ji bo berdewamiya têkoşîna xwe ji bo avakirina aştî û azadiyê hê xurttir dike."