‘Em ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û teslîm nebin'

Gelê Minbicê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û gotin, "Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin û teslîm nebin."

Minbic - Gelê Minbicê, li dijî êrîşên dawî yên dewleta Tirk yê bi balafirên şer ên li ser herêma wan pêkanî, li hev civiyan.

Warda Henîfî ya di Saziya Olî ya Minbicê de cih digre, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Tiştên ku Erdogan ê dibêje ez oldar û mirovî me, ji yên îdia dike pir dûr e. Herêm tê bombebaran kirin. Bêyî bibêje sivîl, zarok û jin komkujiyan pêktîne. Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin û teslîm nebin.”

Hevseroka Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Wadha El-Jassem jî wiha axivî: "Hemû gelên Minbicê, bi hemû pêkhateyên wê û bi hemû saziyên xwe re, ev êrîşên ku bandor li sivîlan dike, red dike."

‘Her roj tê hedef girtin’

Rêvebera Mala Jinê ya Herêma Firatê Amîna Jaraj jî wiha got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim rastî bombebarana dewleta Tirk tên. Bajarê Minbicê ji van êrîşan ne bêpar e. Minbic bi şev û roj ji aliyê dewleta Tirk ve tê hedefgirtin.