“Em ê bi yekgirtina jinan êrîşên li ser gelê Kurd vala derbixin”
Komcivîna Şêwira Jinên Rojava bi nirxandinên li ser pêşketin û guhertinên siyasî di Kurdistanê de û nêrîna jinan li ser mijarê dewam dike.
Qamişlo- Komcivîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava a li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bi tevlîbûna 50 delegên jinên ji rêxistin û partiyên siyasî yên cuda li hola Zana a bajarê Qamişlo dewam dike. Şêwira jinan bi nirxandina beşa yekem li ser pêşketin û guhertinên siyasî di Kurdistanê de û nêrîna jinan ji bo vê mijarê nirxandin hatinkirin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed axaftina vekirinê kir.
“Em ê jin bi yekgirtinê êrîşên li ser Gelê Kurd vala derbixin”
Remziya Mihemed kombûna jinan di şêwireke wiha de pîroz kir ku ev yek berpirsyariya jinan û rola wan ê welatparêziyê di ber axa Kurdistan de nîşan dide û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Qirkirinên li ser şoreşa jinê têne kirin dixwazin bi vê yekê nexşereya Rojhilata Navîn bidin guhertin. Ji bo em rê li ber dagirkeriyê bigirin me pêwîstî dît em şêwireke wisa darbixin û helwesta jina nîşan bidin. Jinên têkoşer û berxwedêr em rastî qonxeke girîng tên em ê îro helwest û nêrînên jin bikin yek da em siyaset û êrîşên li ser Kurdistanê ji dîrokê heya niha têne kirin ji bo qirkirina tevahî Gelê Kurd û jina kurd vala derbixin. Komployên fireh rojane nû dibin û ji hemû qadan derdikevin pêşiya me. Jina kurd mînaka şoreşeke cîhaniye bi têkoşîn û berxwedanê xwe pênasekiriye. Şêwira me wê di herdu beşên xwe de bê nirxandin wê zengîn bibe bi tevlîbûnên derve. Me qalibê siyaseta mêr şikaniye û rolên pir mezin di aliyê siyasî û civakî de derbaskirine. Bi parastina nirxên jin em ê hemû komloyan vala derbixin ji ber hemû siyasetên dijî me yek in. Em dixwazin encamên baş ji bo Kongreya Jinên Netewî ji vê şêwirê derbikevin û em bibin xala çareseriya doza kurd.”
Piştî axaftina vekirinê beşa yekem ji mijara Şêwira Jinên Kurd li ser pêşketin û guhertinên siyasî di Kurdistanê de û nêrîna jinan ji bo vê mijarê ji aliyê Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif û Endama Koordînasyona Rêveber a KNK ya Rojava Ebîr Hesaf ve hate nîqaşkirin.
“Hêzên derve Rojhilata Navîn kirine navenda şer”
Foza Yûsif bal kişand li ser siyaseta cîhanî di Rojhilata Navîn de û wiha pêde berdewam kir: “Di roja me ya îro de dûrxistina jin ji siyasetê û meşandina siyaseta mêr cîhan ber şerekî pir xerab ve dibe û aloziyan kurtir dike. Weke jin vaya şîrovekirin bi mêjî û hesta jin pir girîng ji ber pêwîstiya me bi vê yekê heye . Mêr hest û siyaset ji hev qutkiriye û rê li ber xerabiyan vekiriye. Pêwîstiya me bi hişmendiyeke nû heye û jin têde pêşeng be. Hêzên hegemon dixwazin vê cîhanê li gor nêrîn û bercewendiyên xwe birêve bibe , ev şer bi gelek rêbazan tê meşandin û li ser civakê tê ferizkirin. Ev hêz navenda şer dikin Rojhilata Navîn ji ber Rojhilata Navîn navenda şaristaniyê ye û hêza wê bike bin bandoriya xwe dikare rêveberiya cîhanê bike. Di Rojhilata Navîn de eger em dixwazin rewşa xwe nasbikin pêwîste em baş vê yekê nîqaş bikin. Hêzên sereke di cîhanê de hemû di nav pevçûnê dene bê Kî wê çiqas erdnîgarî û hikum bigre. Ev hêz bi xwe xwe nakin şer de lê belê bi rêka hêzên ji xwe kêmtir şer dikin. Şerê aborî li hember welatan tê bikaranîn û teknîka li pêş şer kûr dike.
“Ev şer xizmeta zengînan û desthilatdariya mêr dike”
Foza Yûsif wiha nirxandina xwe domand: “Berî niha li herêmên kurdan alozî hebûn lê mûdaxeleyên mezin li ser herêma me hate çêkirin û ev alozî ji şerê cîhanê ne serbixwe ye û her hêzek piştgiriya hin hêzan dikin. Li Îraqê jî şerekî cîhanî mezin tê kirin Îran û Amerîka lê şer dikin. Li Sûriye jî eger wisa çareserî çênabe siyaset wisa dewam bike. Şoreşa Sûriye ji destê Sûriyan derket û kete destê hêzên cîhanî de tu aliyên çareseriyê heya niha tune ne. Pir dewletan peymanên wan li ser Rojhilata Navîn hene û hêzên mezin di pêşpirka qezencan dene. Hevpeymana Sayiks Bîko Kurdistan perçe kir û civakên hundirê jî wê zêdetir perçe kir. Gel û jin ji vî şerî nabin xwedî qezenc ji ber her perçiqandin û zirar dighêja wan. Jin bi wendahiya madî û menewî de pir dêşin û herî zêde zilim li jin tê kirin di warê tenduristî de pir zirana dibînin. Ev şer xizmeta zengînan û desthilatdariya mêr dike. Lewma mirov dikare bêje şer û dagirkerî xizmeta jin û gel nake. Hikûmê Rojhilata Navîn ne bi îradeya gelan bû û hîşt iflas bike. Kurdistan hemû armanca dagirkeriyê ye û hêzên desthilatdar ji bo xwe wê weke xeterî pênase dike. “
“Her kes dixwaze parek Kurdistanê bi dest xwe ve bikşîne”
Endama Koordînasyona Rêveber a KNK li Rojava Ebîr Hesaf wiha şîroveyên xwe anî ziman: “Sedsala borî guhertinên binghîn bi xwe re çêkirin ji bo wê em kesayetên şenslîne em di rewşeke wiha de jiyan dikin. Çima ev siyaset li Kurdistan diqewimin ji ber ew dilê Rojhilata Navîn û girêka girêdana welatan ye û her kes dixwaze ji xwe re parçeyêkê jê bikşîne. Em dixwazin statoyeke kurd bi hevkirin û yekrêziya kurd de çêbikin.
“Pêşeroja Kurdistan di azadiya jinan deye”
Endama Komeleya Dadgerî li Başûrê Kurdistan Qumrî Berzencî li ser riya zoomê tevlî şêwirê bû wiha nêrîna xwe anî ziman: “Em weke jin bi yek rihî di rojeke wisa de hatine gel hev cihê şehnaziyê ye. Êrîşên niha li ser Başûrê Kurditanê şermeke mezin e. Dewletên navnetewî niha bi hemû rêkên xwe li hemberî kurdan şer dikin. Mafê kurdan bi xiyanetê nayê qebûlkirin ji ber kurd îradeyeke serbixwene. Ev karê me pir girîng e jin xwediya rêxistineke yekbûyî ye doza kurdan diparêze û dewam dike. Peyma me em weke jinên Başûrê Kurditanê herçar parçeyên Kurdistanê bibin yek û pêşnegtiya jin têde xwedî roleke bingihîn be. Pêşeroj Kurdistan di azadiya jinan deye.”
“Sekna jina Êzidî ya li hember siyaseta dijminan ya li Şengalê tê meşandin giringe”
Berdeveka Pêwendiya Komeleya Jinên Êzidî Sîham Şengalî wiha bi axaftina xwe tevlî şêwirê bû: “Li ser navê jinên Êzidî şêwira jina em silav dikin û bi hêvîna serkeftî be. Bi pêşgtiya jin avakirina yekrêziya kurdî cihê kêfxweşiyê ye. Siyaseta dijminan li Şengalê tê meşandin li dijî sekan jina Êzidî ye ya ku bi ferman re rastî gelek rewşên qirkirinê hatiye. Em dixwazin yekîtiya jinan bibe rêya azadiya tevahî jinên kurd. “
“Ez di wê baweriyê de me wê jin pêşengiyê ji vê pêvajoya hesas re bike”
Hevseroka Kongreya Netewî li Ewrupa Zeyneb Mûradî wiha nêrîna xwe ji bo şêwirê anî ziman; “Dîsa projeyên xerab li ser Kurdistan heye û rojane em jiyan dikin. Em pêwîste bi cidî li hember van qirkirina bisekiin û bibin bersiv ji vê merheleyê re. helkeftineke rast û dürt bipejirînin. Pêwîste siyaseta navnetwî jî xwe biguhere li hember binpêkirinên dewleta tirk û rewşa heyî bi bi guhertinên baş ve biçe. Ez di wê baweriyê deme wê jin pêşengtiyê ji vê mijarê re bike.”
Şêwira jinan bi nîqaşan dewam dike…