‘Em ê bi têkoşîn û yekitiya jinan hesabê fermanê bixwazin’

Weqfa Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê 19 jinên Êzidî ku di sala 2016’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin şewitandin, bi bîr anî û got ku dê bi têkoşîn, berxwedan û yekitiya jinan hesabê fermanê bixwazin.

Şengal-Weqfa Jinên Êzidî ya Şengalê bo munasebeta bîranîna 19 jinên Êzidî ku di 3’yê Hezîrana 2016’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji bo ku nebûn misilman û rojî negirtin li navenda Mûsilê bi saxî hatin şewitandin, daxuyanî da.

Weqfê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê bi têkoşîn, berxwedan û yekitiya jinan hesabê ji fermanê bixwazin û bang li hemû jinan, saziyên civakî û mirovên demokrat kir ku ji bo darizandina DAIŞ’ê û hevkarên wî, dengê xwe bilind bikin.  

Daxuyaniya ku ji aliyê Weqfa Jinên Êzidî ve hat dayîn wiha ye: “Êzidayetî yek ji kevintirîn baweriya li ser axa Mezopotamyayê ye. Civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de, li ser vê axê 74 caran qirkirin jiya ye. Di her fermanê de jin hedef hatine girtin. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an bi ser civaka Êzidî yên Şengalê de anî. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîl ketin. Di vê fermana mezin û giran de hedefên herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, li bazarên Mûsil û Reqayê firotin, destdirêjî kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidayetiyê dûr xistin û ola îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne diyar e.

‘DAIŞ rêxistina herî hov a vê sedsalê ye’

Di 3’yê Hezîrana 2016’an de çeteyên DAIŞ’ê di meha Remezanê de 19 jinên Êzidî ku ji ber dev ji baweriya xwe ya Êzidayetiyê bernedan, di qefesên hesin de bi saxî şewitandin. Ev bûyera hovane ku li tu devera cîhanê nehatiye dîtin, bi dinyayê da nîşandan ku DAIŞ rêxistineke herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatiye eşkerekirin û tu lêkolîn di vê mijarê de nehatiye kirin.

Em weke Weqfa Jinên Êzidî di şexsê 19 jinên Êzidî de, hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin û bi hurmet bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin. Ev bûyera bi êş hêrsa me li hemberî dijmin  mezin dike. Bi têkoşîn, berxwedan û yekitiya jinan em ê hesabê vê bûyerê û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bixwazin û dengê xwe ji bo xweparastinê bilind bikin. Di dawiyê de em wek Weqfa Jinên Êzidî bang li tevahî jinan, saziyên civakî û mirovên demokrat dikin ku ji bo darizandina DAIŞ’ê û hevkarên wî, em bi hev re dengê xwe ji bo edaletê bilind bikin.”   

Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

‘Em ê tu carî dev ji doza wan bernedin’

Têkildarî mijarê jinên Êzidî axivîn û diyar kirin ku roja fermanê hê jî di bîra wan de ye.

Helîme Hisên ku di fermana 2014’an de dîl ketibû destên DAIŞ’ê û piştre wekî bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê şervanên YPG-YPJ-HPG-YJA STAR-YBJ û YJŞ’ê ve hatibû rizgarkirin, destnîşan kir ku 19 jinên Êzidî ji ber dev ji bîr û baweriya xwe bernedane hatine şewitandin û wiha got: “Em ji bo bîranîna 19 jinên Êzidî ku bi saxî ji aliyê çeteyan ve hat şewitandin, daxuyanî didin. Jinên Êzidî ji ber dev ji bîr û baweriya xwe bernedan hatin şewitandin. Em ê tu carî dev ji daxwaza doza wan bernedin. Em weke civak her dem rastî fermanê hatin. Hikûmeta Iraqê tu carî guh nade Êzidiyan. Hikûmeta Iraqê ger me weke welatiyên Iraqê bihesibanda dê aqûbeta jinên me yên dîl bipirsiya. Heta niha em nizanin çend jinên me yên Êzidî di destên çeteyan de dîl in.”        

‘Ferman hê ji di bîra me de zindî ye’

Felek Şengalî jî ev tişt anî ziman: “Em 19 jinên Êzidî ku di qefesan de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin şeewitandin bi bîr tînin û em ê tu carî wan ji bîr nekin. Dê birîna jinên ku hatine şewitandin û qetilkirin her dem di dilê me de be. Roja fermanê hê jî di bîra me de zindî ye.”