‘Em ê bi piştgiriyê birînên xwe bipêçin’
Bi kampanyaya alîkariyê ya bi pêşengiya Weqfa Jinên Azad û Sûriyeyê hatiye destpêkirin re, pêdiviyên jin û zarokên ji Şehbayê koçber bûne tên temînkirin. Ji rêveberên weqfê Verjîn Mihemed got: “Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin.”
DILPAK DAG
Heleb - Li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê, bi kampanyaya alîkariyê ya bi pêşengiya Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê hatiye destpêkirin, alîkariyên ku hatine berhevkirin, ji jin û zarokên ji Şehbayê koçber bûne re tên şandin.
Ji bo xbatên Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê; tevî Kongra Star û me meclisên wê Rêxistina Sara, Rêxistina Nûdem û Komîteya Stêrk jî piştgiriyê didin.
Ji bo welatiyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ji kantona Şehbayê koçber bûn, komun û meclis piştgiriyê didin. Destpêkê welatiyên koçber tên qeydkirin, malbatên ku koçber bûne jî serî li meclisan didin. Ji bo zarokên di navbera 1 û 12 salî û jinan, cil, şîr, potên bebikan û pêdiviyên bingehîn ên hwd. ji aliyê weqfê ve tên dayîn. Ji bo malbatên Şehbayê yên li komunên di bin banê Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê de bi cih bûne jî alîkarî hat dayîn.
‘Çi ji destên me were em ê bikin’
Ji rêveberên Helebê ya Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê Verjîn Mihemmed, bal kişand ku bi kampanyayê zarokan esas girtine û got ku ew li ba jinên ji Şehbayê koçber bûne ne.
Verjîn Mihemmed, wiha got: “Bi qasî ji destên me tê, em xebatkarên weqfê û jinên rêxistinbûyî li ba gelê ji Şehbayê koçber bûne ne. Em bawer dikin em ê birînên xwe bi hev re bipêçin.”