'Em ê bi pênûs û kamerayên wan rêwîtiya xwe bidomînin'
Rojnamevanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin û gotin: “Em ê bi pênûs û kamerayên wan rêwîtiya xwe bidomînin.”
Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a dagirker di 19'ê Kanûnê de rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema li ser erka xwe bûn, li ser riya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê yê kantona Firatê, kirin hedef û di encamê de herdu rojnamevan hatin qetilkirin.
Rojnamevanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi riya hedefgirtina rojnamevanan hewl didin rastiya binpêkirinên xwe li herêmê veşêrin û teqez kirin ku hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e.
'Armanca dagirkeran çewisandina dengê rastiyê ye'
Nûçegihana televîzyona Jin Tv ya li kantona Reqayê Leyla Mustefa helwesta xwe nîşan da û got: "Em rojnamevanên ji aliyê balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin bibîr tînin. Ev ne cara yekem e dewleta Tirk a dagirker rojnamevanan dike hedef. Beriya wê bi sedan rojnamevan bûne armanca êrişên dagirkeriyê, bi taybetî rojnamevanên Kurd li hemû beşên Kurdistanê mîna Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin. Beriya çend rojan rojnamevanên ku rastiya dewleta Tirk a dagirker derdixistin holê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hedefgirtin bi taybetî di demên dawî de bûyerên di pira Qereqozax û Bendava Tişrînê de çêdibûn radigihandin."
Leyla Mustefa wiha domand: "Bi hedefgirtina rojnamevanan, armanc ew e ku pêşî li ragihandina komkujiyên li dijî sivîlan pêk tên bigrin. Ji ber ku karê rojnamevaniyê, derxistina rastiyan e, hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn bi plan bû. Ji ber ku her dem li eniyên pêş li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bû. Cîhan Bîlgîn gelek pêngavên rizgarkirina deveran ji DAIŞ’ê şopandin. Di demên dawî de jî li Minbicê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker dişopand û heta kêliya dawî jî li ser erka xwe bû. Dewleta Tirk çiqas hewl bide jî nikare rastiyan veşêre. Binpêkirin dê îradeya me neşkînin. Em ê xebatên xwe de berdewam bikin û li ber xwe bidin. Bi şehadeta hevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re em ê zêdetir bixebitin û soz didin em ê li ser şopa wan bin, kamera û pênûsa wan li erdê nehêlin."
‘Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina gelê Kurd û şikandina îradeyê ye'
Rojnamevana televîzyona Jin Tv a li bajarê Kobanê, Meysûn Hesen jî binpêkirinên dewleta Tirk li dijî rojnamevanan şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji 8'ê Kanûnê ve êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Bi taybetî li dijî kantona Firat û Minbicê. Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina gelê Kurd û şikandina îradeyê ye. Ji bo tolgirtina ji QSD û Meclisên Leşkerî, dewleta Tirk dest bi şerê derûnî kiriye li herêmê û li dijî ragihandinê şer daye destpêkirin. Ji bo vê yekê saziyên me yên ragihandinê, li ser derxistina rastiyan dixebitin ji ber wê rojnamevanan kirin hedef."
Meysûn Hesen wiha domand: “Hevalên me şahidî ji her binpêkirin û êrişên dewleta Tirk re li herêmê kirin. Ji bo veşartina rastiyan dewleta Tirk a dagirker ew kirin hedef. Nazim Daştan di berxwedana Kobanê de cihê xwe girt û rastiya heyî derxist holê. Yekem rojnamevanê ku bi wêneyê kişand, rastiya dewleta Tirk a dagirker û piştgiriya wê ya ji DAIŞ’ê re derxist holê ye. Her wiha azarên jinên Êzidî di dema kontrolkirina DAIŞ’ê de jî şopand û bi raya giştî re parve kir. Dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan nikare rastiyan veşêre, berovajî wê bi tişta ku kir rûyê xwe yê rast nîşanî raya giştî da. Em rêhevalên wan in û di riya heqîqetê de em ê karê xwe bikin. Dewleta Tirk a dagirker nikare me bitirsîne yan jî îradeya me bişkîne. Em ê li ser xeta şehîdên xwe bin."
'Pênûsên me dê her dem rastiyan binivîsînin'
Nûçegihana ajansa Jin Newsê ya li bajarê Qamişloyê Şîlan Simêr jî got: "Rojnamevan Cîhan Bîlgîn ji bo derxistina rastiyê têkoşînek bêhempa dida meşandin. Wê tenê karê xwe yê rojnamevaniyê dida meşandin. Em ê dest ji pênûsê bernedin. Em ê di riya ragihandina azad de bimeşin ji bo rastiyan derxin holê. Em ê li ser riya şehîdên heqîqetê bin, pênûsên wan li erdê nehêlin."