“Em ê bi nûra agirê Newrozê Şengalê bixemlînin”

Jinên Şengalê yên bi kelecan li benda hatina Newrozê ne dan diyarkirin ku Newroz ji bo tevahî gelên azadîxwaz sedema têkoşîn û berxwedanê ye.

NESRÎN HISÊN

Şengal - 21’ê Adarê ji bo gelan roja nû an go Newroz mizgîniya serkeftin û azadiyê ye. Jinên Êzidxanê jî bi kêfxweşiyek mezin li bendê ne. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) bang li tevahî gelên azadîxwaz kirin ku bi hev re rabin ser piyan û bi rihê azadkirina fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê Newrozê pêşwazî bikin û agirê serhildanê li her deverê gur bikin.

“Newroz roja serhildana gelên azadîxwaz e

Endama TAJÊ Emşê Şengalî hestên xwe yên li bena hatina Newrozê bi van gotinan anî ziman: “Em vê Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin. Ev Newroz ji bo me Newroza serhildan, berxwedan û aştiyê ye. Em bi nûra agirê pîroz ê Newrozê hêvî dikin ku ev Newroz bibe Newroza Azadiya Rêber Apo û tevahî gelên bindest. Em weke aivaka Êzidî agir pîroz dibînin. Çira duayê me agire agir jî ji rojê ye em hêvî dikin ku bi nûra agirê serkeftina gelan em îsal azadiya fizîkî ya Rêberê xwe pêk bînin. Em hêvî dikin li her çar aliyên Kurdistanê agirê Newrozê bê gurkirin. Em hêvî dikin ev sal bibe sala azadiya tevahî gelan û em ji Xwedê dixwazin ku tevahî gerîlayên azadiyê yên ku di fermanê de bi hewara me hatine bi ser bikevin û em dijminan têk bibin.”

“Emê bi agirê Newrozê Şengala xwe bixemilînin”

Hevseroka Meclisa Gel a Bajaroka Xanesorê Niam Xelef jî da zanîn ku ewê agirê Newrozê bi coş hilkin û wiha got: “Em jî Newrozê li Rêber Apo li tevahî civak Êzidî û gelê Kurd pîroz dikin. Me gelek zor û zehmetî dîtin, me ji bo azadiya gelê xwe gelek şehîd û bedel dan lê têrê nake divê em ji her demê bihêztir bin. Em bang dikin ku di Newrozê de li Şengalê jî tevahî gelê me amade be û em bi ruhê agirê Newrozê Şengala xwe bixemilîlin.”