“Em dixwazin di sala nû de rizgarkirina hemû bajarên xwe yên dagirkirî bibînin”
Jinên li bajarê Qamişlo kêfxweşî û hêviyên xwe ji bo sala nû bi me parve anîn ziman û daxwaza aramiyê kirin.
Qamişlo - Sala 2021’ê wekî hemû salan derbas bû. Bi derbasbûnna salekê re, gelek xweşî û nexweşî rû didin. Di nav vê salê de, tevî êrîş, kuştin, krîzên ji hemû aliyan ve ku panoramayeke tijî bûyerên bi êş û serkeftinê jî şênî hêviyên xwe naşikînin û her dem berdewam dikin. Her ku salek derbas dibe, hêviyên şêniyên bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedijîn û hewl didin kesayeta xwe di sala nû de baştir bikin. Bi nêzîkbûna sersalê re, li kolanên bajêr jin, mêr, ciwan û zarok derdikevin da ku kêfxweş bibin û dûrî pirsgirêkên jiyanê bikevin. Jinên ku derketine derve ji bo pîrozbahiya sersala nû ya 2022’an bikin, kêfxweşî û hêviyên xwe ji bo sala nû bi me re parve kirin.
“Em ji bo sala nû ji zarokên xwe re çekên nû tînin”
Rîm Şêx Abdullah ji bajarê Qamişloyê ye qala çawaniya wan ji pîrozkirina sersala nû re kir û wiha hêviyên xwe ji bo sala nû parve kir: “Em îro tevî zarokên xwe derketine ji bo sersala nû pîroz bikin. Heta ji me tê, em astengî û zehmetiyan derbas dikin ji bo ku em bigihîjin tişta em dixwazin. Daxwaza me ew e ku bajarê me her dem di nava kêfxweşî û aştiyê de be. Di sersalê de, em malên xwe dixemilînin, fêkiyan tînin, diyariyan ji hev re tînin û em hemû li hev dicivin û bi hev re kêfxweş dibin û dibin wekî bîranînên xweş ji me re. Her wiha em ji zarokên xwe re çekên nû tînin û wan derdixin cihên pîrozkirina sersalê ji bo ku kêfxweşiyek bikeve dilê wan. Salên gelek zehmet di ser gelê Rojava re derbas bûn, tevî vê yekê jî em ê bi hêz bimînin û tu kes nikare kêfa me bişkîne. Sala 2021’ê me bi rengekî bi ewle derbas kir li bajarê Qamişloyê û em hêvî dikin ku her sal bi vî rengî be û em rizgarkirina hemû bajarên xwe yên dagirkirî bibînin.”
“Her ku salek derbas dibe, hêvî û îsrara me mezintir dibe”
Felek Bêkes Huseyîn a 17 salî, li bajarê Qamişloyê ye, kêfxweşiya xwe ji bo vê rojê anî ziman û wiha got: “Di sala 2021’ê de, min di xwendina xwe de serkeftinên baş bi dest xistin. Temenê ciwantiyê, asteke xweş e ji temenê mirov re. Her ku salek ji temenê mirov derbas dibe, hişmendî û bîreweriya mirov baştir û mezintir dibe. Di heman demê de, hêviyên me mezintir dibin û îsrara me xurtir dibe, di tekoşîna ku ji bo pêşerojê didome de, cudahiyeke vê salê hebû. Dibe ku hemû sal wekî hev bin lê belê sersal tê pîrozkirin û em nizanin çi li pêşiya me ye. Em bi hêvî ne ku sala nû xweş be û hemû tiştên di dilê me de pêk werin. Dema ku mirov bi nêrîneke erênî li tiştên derdorê binêre û hêviya mirov mezin be, helbet dê jiyana mirov bi rengekî serkeftî derbas bibe. Hêviya min a herî mezin ew e ku şerê li Rojava û welatê me bi dawî bibe.”