'Em dikarin bi parastina zimanê xwe vê pergalê biguherînin’

Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî wê li gelek navçeyan bi bernameyên cur bi cur bê pîrozkirin. Perwerdekar, armanc dikin ku di nava vê hefteyê de bi taybetî xwe bigihîjînin jin û zarokan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Amedê starta pîrozbahiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di deklerasyona 9'ê Gulanê de hat dayîn. Di bernameyên ku wê heta 15’ê Gulanê li navenda bajar û navçeyan bên lidarxistin de wê balê bikşînin ser girîngiya zimanê Kurdî.

Bername bi hevkariya Tevgerê Jinên Azad (TJA),  Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Kovara DESTAR, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Platforma Ked û Demokrasiyê bê lidarxistin.

15’ê Gulanê roja ku destpêka weşana Kovara Hawarê ye; di sala 1932’an de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatiye derxistin, weke roja cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Hawar, kovarek wêjeyî ya Kurdî ye ku di 15’ê Gulana 1932’an de li paytexta Sûriye Şamê dest bi weşanê kir û bi giştî bi 57 hejmaran weşana xwe domand. 15’ê Gulanê her sal li gelek bajarên Kurdistanê tê pîrozkirin û bername û çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Di çarçoveya bernameya ku li navenda bajar û navçeyan bê lidarxistin de atolyeya ziman a zarokan, festîval, meş û dengbêjî cih digre.

Ji perwerdekarên MED-DER'ê Bêrîvan Duman, da zanîn ku bernameya wan tije ye û bal kişand ku ew ê 15'ê Gulanê û piştî wê qadan neterikînin. Bêrîvan Duman, diyar kir ku Kurdî hebûn û zimanê wan ê dayikê ye û bang li jin û zarokên Kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û biparêzin.

'Li dijî asîmîlasyonê karê dayikan zêde ye’

Bêrîvan Duman der barê girîngiya 15’ê Gulanê de axivî, bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî ziman tên meşandin û wiha got:

“Di mijara ziman de polîtîkayên asîmîlasyonê yên pir qirêj tên meşandin. Divê em ziman û çanda xwe biparêzin. Berê li gundan dayik û zarokên wan ji bilî Kurdî zimanek din nizanibûn lê niha dayik û zarok bi zimanê Kurdî naxivin. Ev rewş li gundan hîn zêdetir belav bûye. Ev ziman zimanê me yê dayikê ye divê hem dayik û hem jî zarok dev ji zimanê xwe bernedin. Bila hemû dayik li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Hejmarek zêde kurs û cihên me yên perwerdeyê hene. Divê em vê rewşê ne bi awayekî 'ger bixwaze bike’, bi awayekî mecbûrî ji hemû kesan re bibêjin. Ji ber ku parastina zimanê me, tê wateya parastina xwe."

'Ziman nasnameya me ye lewre ev cejn her roj e'

Berdevka Komîsyona Ziman a DEM Partiyê parêzer Cemîle Turhalli jî di axaftina xwe ya bi zaravayê Kirmanckî de diyar kir ku 15'ê Gulanê ji bo wan rojeke gelekî bi nirx e. Cemîle Turrhalli, da zanîn ku roja 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji sala 1932'an vir ve tê pîrozkirin xwedî wateyek gelekî kûr e û diyar kir ku di wê wateyê de 15'ê Gulanê tenê weke rojek nabînin. Cemîle Turhalli, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em hewl didin bal û eleqeya hemû kesan bikşînin ser ziman. Em hewl didin hesasiyetek wiha ya ziman ava bikin. Helbet îro rojeke sembolîk e lê em dixwazin her rojê veguherînin roja Cejna Zimanê Kurdî. Ji ber ku hûn jî dizanin jiyan ne tenê rojek e, jiyan her roj û her deqîqe berdewam dike. Tişta di jiyana me de herî girîng jî axaftin û têkilîdanîn e. Bingeha vê yekê jî ziman ava dike. Lewre aqil û hişmendiya me ziman e û em wisa dibînin. Em ziman weke kilîla azadiya xwe dibînin. Pêşketina hemû çand û civakan bi ziman çêdibe. Ziman nasname ye lewma her roj ji bo me cejna ziman e.”

'Bi xwendin û axaftinê em ê zimanê xwe biparêzin’

Cemîle Turhalli, destnîşan kir ku gelên azadîxwaz dê bi parastina zimanê xwe yê dayikê bikaribin vê serkeftinê bi dest bixin û wiha got: “Eger em dixwazin pergala serweran biguherînin divê beriya her tiştî em zimanê xwe yê dayikê biparêzin. Ger hûn xwedî li zimanê xwe derkevin, em dikarin hîn zûtir pergala desthilatdaran biguherînin. Ev desthilatdar êrişê ziman û axa me dikin, êrişê ruh û çanda me dikin. Armanca me azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Helbet em ê xwedî li mafên xwe derbikevin. Ez hêvî dikim ku em ê bi ser bikevin. Ez bawer dikim serkeftin nêz e. Ez bang li hemû Kurdan dikim; ger hûn xwedî li zimanê xwe derbikevin, wê ziman jî xwedî li we derbikeve. Werin em bi vê dirûşmê jiyan û hebûna xwe bidomînin.”

Bernameya ku 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê bê lidarxistin jî wiha ye:

*Di 12’ê Gulanê di saet 09.00’an de li navçeya Pasûrê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar “Atolyeya jin û zarokan a ziman” bê lidarxistin.

*Di 13’ê Gulanê de saet di 12.00’ê de dê li Qada Şêx Seîd a Sûrê belavok bên belavkirin. Saet di 15.00'ê de jî dê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê panela ziman bê lidarxistin û karnameyên xwendekarên mezûn bên dayîn. 

*Di 14’ê Gulanê de jî dê li Taxa Şehîtlîkê li qada bazarê belavok bên belavkirin, saet di 16.30’ê de li pêşiya Mizgefta Mezin konsereke çîrok û dengbêjiyê bê lidarxistin. Saet di 21.00'ê de jî dê li ser medyaya dijîtal têkildarî zimanê kurdî xebata hashtagê bê kirin û li navçeya Farqînê jî di tevahiya rojê de Mîhrîcana Serê Salê bê lidarxistin. 

*Di 15’ê Gulanê saet di 12.00’an de dê bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Parka Roboskê meş bê lidarxistin. 

*Di 18’ê Gulanê de dê li Liceyê, di 19’ê Gulanê de li Pîranê, di 25’ê Gulanê de jî li Hezroyê di saet 09:00’an de ji bo jin û zarokan atolyeyên ziman bên lidarxistin.”