“Em dayikên şervanên azadiyê em ê li hemberî êrîşan bibin mertal”
Dayikên ku zarokên wan li Başurê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wan PDK’ê şer dikin gotin: “Zarokên me li Başûrê welatê xwe li dijî dagirkeran şer dikin.”
Qamişlo- Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kir û heta niha jî şer bi awayekî giran berdewam dike. Li dijî van êrîşan gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê û derveyî welat daketin qadan û êrîşan şermezar dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gel di nava çalakiyan de ye û êrîşên dewleta tirk û PDK’ê bi tundî şermezar dikin. Têkildarî êrîşan malbatên şervanên azadiyê yên li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wan PDK’ê helwestên xwe parve kirin.
“Ez bi têkoşîna keça xwe serbilind im”
Leyla Keleş dayika şervana azadiyê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşan axa xwe diparêze wiha got: “Îro ez bi têkoşîna keça xwe serbilind im ku ji bo welatê xwe têdikoşe. Keça min ji bo ku gelê Kurd bibe xwedî maf li ber xwe dide. PDK bi hevkariya dewleta tirk êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike û em vê êrîşî bi tundî şermezar dikin. PDK li ber çavên gelê Kurd, bi dijminê Kurdan, dewleta tirk re tifaq dike û êrîşî gelê xwe dike. Diviyabû mala Berzanî, dest bida gelê Kurd û me yekitiya xwe ava bikira lê berovajî diçe bi destên dijminên Kurdan digre û li hember me şer dike. Em jî dixwazin bibin xwedî maf û îradeya gelê Kurd bê nasîn. Peyama me ji Berzanî re heye. Em dibêjin bes e ji birakujî û xwînrijandinê re. Îro zarokên ku li axa Başûrê Kurdistanê li dijî dijmin şer dikin û li ber xwe didin, zarokên Kurdan in. Erdogan êrîşê her derê ku Kurd dijîn dike û dibêje Apocî ne. Ya rast ew hewl dide êrîşê hemû deverên Kurdan bike. Em dibêjin bes e ji hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re.”
“Em ê li pey şopa zarokên xwe bin”
Leyla Keleş da zanîn ku ew ê li dijî van êrîşan li ser piyan bin û wiha got: “Heta dilopek, xwîn di bedena me de hebe, em ê têbikoşin û li pey şopa zarokên xwe bin. Erdogan bûye gurek har û bi cîhanê ketiye, li aliyekî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide, li aliyek Başûr û li aliyek jî li Şengalê dide. Em ji hemû dewletên navneteweyî re dibêjin lê dengê me nabihîzin û li hemberî sûcên Erdogan ker û lal dibin. Dewletên navneteweyî jî rê dane Erdogan ku êrîşî gel bike. Îro Erdogan çekên kîmyewî li hemberî zarokên me bi kar tîne divê hesab jê bê xwestin. Wek dayik em ê li ber xwe bidin û şopa zarokên xwe berdewam bikin. Em nahêlin em kêm bibin û em ê li hemberî dijmin bisekinin. Em ê her fikir û felsefeya Rêber Apo bidin jiyîn û bijî berxwedana zarokên me. Îro keç û xortên me li Başûr şer dikin. Em ji zarokên xwe bawer in ku dê mafê me bistînin û tola şehîdên me rakin. Wê zarokên me xeyalên şehîdan pêk bînin. Ez serkeftinê ji zarokên xwe re dixwazim.”
“Wek dayik em ê li hemberî êrîşan bibin mertal”
Menîşe Heyder ku zarokê wê jî di nava tevgera azadiyê de ye nêrîna xwe wiha parve kir: “Ez Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê me, di heman demê de dayika şervanekî me. Ji bo îxaneta PDK’ê ku bi salan e li dijî gelê Kurd dike, em wek dayik şermezar dikin. PDK bi vê siyaseta xwe li hemberî zarokên me dê tu carî bi ser nekeve. Wê zarokên me tune nebin, ji ber li ser riya Rêber Apo dimeşin. Em wek dayik bi bawerî ne û piştgirî didin zarokên xwe ku wê li hember vê şerê bi ser bikevin. Em ê şopdarên zarokên xwe bin û li dijî îxanetê û vî şerê bibin bend. Heta dawî em ê riya zarokên xwe bişopînin û rê nedin xayînan ku destdirêjî li ser zarokên me bikin. Ev êrîş xeteriyek mezin li ser zarokên me çêdike lê careke din wê zarokên me dev ji parastinê bernedin. Îro em dibînin PDK careke din destê xwe dide, destê dijmin û li dijî şervanên azadiyê planên qirêj dimeşîne. Em siyaseta PDK’ê qebûl nakin û li dijî vê siyaseta qirêj em ê têbikoşin. Şoreşa me bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin û em rê nadin vê xiyanetê. Em wek dayik soz didin şervan û şehîdên xwe ku em ê heta dawî xwedî bersiv û biryar bin. Em tu car rê nadin dijmin ku planên wan li ser bikevin. Têkoşîn û berxwedana şervanan ji hemû lîstikan xurtir e. Em bêdengiya cîhanê bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin bila PDK ji hêsir, berxwedan û têkoşîna dayikan şerm bike. Em ê bibin mertalên zindî li hemberî vê siyaseta qirêj.”