‘Em daxwaz dikin Talîban bikeve lîsteya terorê’

Zargûne Ehmedî yek ji çalakvanên mafên jinan li Afganistanê ye, diyar kir ku divê Talîban ji ber tundiya li ser jinan bikeve lîsteya terorîstan.

Navenda Nûçeyan- Talîban, di sala 2021’ê de li Afganistanê rêveberiya welat bi dest xist. Qedexe û zordariya Talîbanê ya ku di qonaxa salekê de li ser jinan pêk tîne hê jî didome. Aktîvîsta Mafên Jinan Zargûne Ehmedî diyar kir ku berxwedana jinan a li dijî polîtîkayên Talîban her ku diçe mezin dibe û jin dengê hemu gelê Afganistanê ne.

‘Me bi xwepêşandanan dengê xwe gihîştand cîhanê’

Zargûne Ehmedî diyar kir ku jinan li dijî pêkanînên Talîbanê li ber xwe didin û got: “Talîban di sala 2022’an de li gelek qadan jin tepisand. Ev zextan bi xwe re gelek xwepêşandan anî. Jinan di van çalakiyan de hewl dan dengê xwe bigihîjînin cîhanê. Rêveberiya Talîbanê bi rojan îşkence li jinên ku beşdarî çalakiyan bibûn û piraniya wan girtin. Li ruxmê vê jî nikarin têkoşîna xwepêşanderan û parêzvanên mafên mirovan bidin sekinandin. Ev xwepêşandanên piştgiriyê di Twîtter, Instagram û malperên dîjîtal bi şêweyên online yan jî hasthag hatin kirin. Heta ku piraniya xwepêşandanên li parêzgehên Kabul, Mazar Belh û Herat ji aliyê malbatan ve hatin piştgirîkirin. Malbatan bi dirûşma ‘Perwerde mafê me ye, ji bo her kesê yan jî ne tu kesî’ piştgirî dan mafên  jinên Afgan.”

‘Heqaret li jinên ji derveyî Afganistanê tên kirin’

Zarghune Ahmadi diyar kir ku koçberên Afganistanê yên ku çûne welatan bi zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha got: “Koçberên Afgan ji aliyê polîsên Pakistanê ve rastî heqaret û tacîzan hatine. Li vê derê li wan dan û rastî îşkenceyê hatin. Gelek malbatên Afgan li bajarên Pencap, San, Karaçi û Îslamabad girtî ne. Li rûxmê ku bi awayek zagonî ketin Pakistanê, bi awayekî ne zagonî hatine girtin û xistine girtîgehan. Bi hewldan û xwepêşandanên me wisa kir ku komîseriya bilind a koçberan alîkarî bide me.”

‘Divê Talîban bikeve listeya terorê’

Zarghune Ahmadî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Divê hemû cîhan ji jinên Afgan ên li welatên wan agahdar bin û ji bo sînordarkirin werin kêmkirin divê piştgiriya jinên Afgan bikin Em daxwaz dikin ku civaka navneteweyî Talîban weke rêxistinek ya terorê binase û bi vê yekê sînordarkirina li hemberî zarokên keç û jinên Afganî were rakirin. Ji bo jinên Afgan dibistan werin vekirin, jin perwerdeya xwe bi awayek azad berdewam bikin. Da ku bikarin ji bo xwe bi awayek asan kar bibînin û dubare di saziyan de kar bikin. Her çendî ku ji di saziyên civaka sîvîl de kar bikin jî bi derxistina KHK’ê re piranî malbat, heta ji jinên ku dahata jiyana xwe bi rê ve dibin pêk tê, dibe sedemê ku malbat bê kar û di nava xizaniyê de bimînin.”