"Em careke din bang dikin: Van pirsgirêkan çareser bikin"

Di roja 302’emîn a nobeda edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin de, malbatan daxwaz kirin ku pirsgirêkên li girtîgehan bi awayekê lezgîn bên çareserkirin.

Amed – Xizmên girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 302’emîn a nobeda edaletê de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê hatin cem hev.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUAY - DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Derguşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA -DER) Komeleya 78'an a Amedê, Federasyona Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Hikumxaran re (MED TUHAD -FED) Komeleya Lêkolîna Lêkolîna li Ser Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED -DER) bi armanca piştevaniya bi malbatan re jî di çalakiyê de cih girtin.

Bang li rayedaran kir

Herdem Mervanî ya di çalakiyê de axivî, bang li rayedaran kir û diyar kir ku ti daxwazên wan bi cih nehatine û got: “Me bi caran sirgûnkirina girtiyan a ji bajarên malbatên wan lê ne dûr rexne kir. Ji ber dûrbûna girtîgehan em mikarin bi xizmên xwe re rûbirû têkilîyê daynin. Tenê mafekî me yê têkilîdanînê dimîne û ew jî bi telefonê ye. Lê ji bo wê jî hema çi bigire her hefte dibêjin telefon xirabe ye. Çawa dibe ku li hemû girtîgehan telefon xirabe bin. Em careke din bidbêjin; bila girtiyên nexweş bên berdan. Girtî li bajarên dûrî malbatên xwe tên ragirtin. Li vir em careke din bang dikin û dibêjin, van pirsgirêkan çareser bikin. Heger ne cezakirina malbatan ev çi ye?”