‘Em bi jin û mêrên ku li dijî Talîbanê têdikoşin serbilind in’

Jinên Efganistanê di 3’yemîn salvegera desteserkirina Efganistanê, ji aliyê Talîbanê ve axivîn û bal kişandin ser zexta ku 20 sal in li ser wan heye û gotin: “Em bi jin û mêrên ku li dijî Talîbanê bi cesaret têdikoşin serbilind û şanaz in.”

BAHARÎN LEHÎB

Efganistan- 20 sal in ji ber hebûna DYA, NATO welatên din, bi taybetî ji bo jinan, bûye welatekî ku tu nikarî lê bijî. Di 15’ê Tebaxa 2021’ê de piştî ku Talîbanê rêveberiya Efganistanê girt destên xwe, hemû warên jiyanê li jinan hatin qedexekirin, li welat bûyerên qetliam, şîdet, tacîz, tecawizê zêde bûn.

Me berê xwe da gundê Efganiye (Yek ji gundên navçeya Neceraba bajarê Kapîsayê ku hêzên leşkerî yên Fransiz ji sala 2001'ê ve heta 2014'an lê bi cih bûbun) û dema ku em ketin gund me dît riya ku berê jî jixwe xirab bûye, bi lehiyan xirabtir bûye.

Di dema rêwîtiya me de, em bi Mehrgol Aga ya yek şêniyên gund re li ser bûyerên ku di 20 salên dawî de qewimîn axivîn. Mehrgol Aga diyar kir ku bi hatina Talîbanê re jiyana wan xirabtir bûye û got: “Sê kur û sê keçên min hebûn. Hemû şêniyên gundê me Peştunî ne. Têkiliya me bi gundê cîran ê Tacik lê dijiyan re hebû, di navbera me de tu pirsgirêk tunebû. Dema ku biyanî hatin du kurên min girtin birin.”

‘Desthilatdariya ku nikaribû Talîbaniyan bigre sivîlan dikuşt’

Mehrgol Aga bi gotinên; "Tu kes êşa ku me kişand, tiştên hatin serê Burmayê nizane, napirse ka Talîbanê 20 sal li welatê me çi kir” axaftina xwe wiha didomîne: “Li herêma me dibistan tune ye ji ber wê zarokên me cotkariyê dikirin, bi axa me re têkildar dibûn. Rojekê dema ku şer di navbera Talîban û hikumetê de hebû, Talîban têk çû, saetekê reviya çiyayan. Ciwanên me herêmê neterikandin lê hikumetê ji bo hejmara Talîbaniyên hatine kuştin zêde nîşan bide, gule li ciwanên me barand û di rojekê de 20 kes qetil kirin. Piştî du saetan gund terikandin û Talîban careke din hat û her derê girt destên xwe.”

‘Li Efganistanê gelek dayikên ku êşa zarokên xwe kişandine hene'

Mehrgol Aga bal kişand ku di bîst salên dawî de li herêmên di bin kontrola Talîbanê de hikumetê her carê çend saet qetliaman kiriye û wiha domand: “Bêyî ku bibêjin jin an jî mêr her kesê tacîz kirin an jî qetil kirin û her carê rê li Talîbanê vekirin. Talîbana ku kontrolê digirt destên xwe jî li taxên ku xistibûn kontrola xwe zilmê dikir. Kurê min ê sêyemîn jî hat girtin û nêzî 7 salan di girtîgehê de ma. Niha serbest e lê bi pirsgirêkên derûnî re têdikoşe, bi şev û roj ranazê, her dem di nava tirs û fikaran de ye. Di rastiyê de min her sê kurên xwe jî winda kirin. Li Efganistanê gelek jinên ku êşa zarokên xwe kişandine hene û heta sax bin dê bi vê êşê re bijîn.”

‘Ji bo keçên xwe ji Talîbanê biparêzim neçar mam di temenê biçûk de wan bizewicînim’

Mehrgol Aga, got ku her sê keçên wê nexwestine bi Talîbaniyan re bizewicin û wiha axivî: "Yek ji fermandarên Talîbanê dixwest keçên min bi xwe û hevalên xwe re bide zewicandin. Ji bo wan ji vê yekê rizgar bikim, di temenê biçûk de min ew zewicandin. Şukur hemû çûn Kabîlê li wê derê perwerdeya xwe temam kirin û niha di saziyên tendirustiyê de dixebitin. Ez bi keçên xwe yên ku ji gelek jinan re dibin alîkar serbilind û şanaz im. Divê em jin bibin yek, destûr nedin zarokên me ji me werin girtin. Ez ê êşa du zarokên min ên hatin qetilkirin her dem di dilê xwe de bijîm. Navê wan çi dibe bila bibe kesên welat firotin, qatilên kurê min in.”

Gelek malbatên ku me bi wan re hevdîtin kir behsa nefreta xwe ya ji bo Talîbanê kirin û bi taybetî piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana jinan a li bajarê Kapîsayê anîn ziman. Malbatan gotin: "Rast e 20 sal in em rastî zilma Talîban, hukumetên heyî û hêzên Fransiz tên. Her malbatê yek an jî du xizmên xwe winda kir û niha ew malbat bi xwe di bin zextên Talîbanê de ne lê li bajarê me li dijî Talîbanê jin û mêrên ku bi cesaret li dijî rêveberiya Talîbanê têdikoşin hene. Em bi wan serbilind û şanaz in.”