Eleqeyek mezin ji banga Kongra Star a dîtina qada şoreşê re heye
Endama Komîteya Têkilî û Tîfaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed da zanîn ku wan ji bo hatina qada şoreşê bangewaziyek kiriye û ji welatên cuda bi dehan kesan ji bo serdana herêmê serî li wezaretên derve dane.

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Piştî ku Sûriye di 27’ê Mijdara 2024’an de bi êrîşên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) û ketina rejîma Baasê re ket pêvajoyeke nû, Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star a Rojava, bangewaziyekê dike. Bangawazî li jinên Rojhilata Navîn û giştî cîhanê yên bi bandor hat kirin ku werin bibînin di nava Sûriyeya nû de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa ye, sûcên dewleta Tirk li ser gel û jinan ji nêz ve bibînin û bizanibin ku projeya demokratîk dikare çareseriyeke çawa bi xwe re bîne. Têkildarî vê mijarê endama Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed axivî.
Bi ketina Sûriyeyê ya qonaxeke nû re bangewaziyeke Kongra Star çêbû
Rûken Ehmed got ku piştî Sûriye di 27’ê Mijdara 2024’an de derbasî pêvajoyeke nû bûye, bangewaziyek kirine û aliyên ku bangawazî li wan kirine wiha vegot: “Bangewaziya me ji şandeyên jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû. Di qonaxa nû ya ku Sûriye tê re derbas bûye de, rewşa gelê Kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koçberiya duyemîn a ku gelê Efrînê jiya, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û berxwedana gel, derket holê. Ji lewre bangewaziya ku me kiriye, ji gelên azadîxwaz, rêxistinên jinan, akademîsyen û siyasetmedaran re çêbû ku serlêdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.”
Ji bo ku êrîş di bin siya pêşketinên li Şamê de nemînin
Rûken Ehmed da zanîn ku ezmûna şoreşa jinan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav welatekî ku her dem şer lê gur dibe, mînakek nû balkêş e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bi taybetî li welatekî ku projeyên çareseriyê lê nedihat dîtin, projeya me ya ku me pê bangawazî kir ku dê hevjiyana azad û demokrasiyê ji gelan re dabîn bike, heye. Ev mînak jî mînakek balkêş bû ji gelên azadîxwaz re û têkildarî vê mijarê jî gelek şandeyên ku hatin jî hebûn. Lê bangewaziyek me ya vê demê bi taybetî çêbû, ji gelek welatan jî serlêdana herêmê çêbû. Ji ber rewşa ku li Sûriyeyê derket çav hemû li ser Şamê bûn. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sûcên şer û êrîşên dewleta Tirk a dagirker çêbûn û nehatine rawestandin. Berxwedana Bendava Tişrînê, hedefgirtina bendavê ku yek ji binesaziyên herêmê ye di hilweşîna wê de dê karesatên mirovî û xwezayî bi xwe re bîne jî heye. Li ser ewqas sûc û êrîşan baş nedihat ronîkirin. Ev jî dibû xeteriyek li ser projeya me ya demokratîk di wextekî de ku reşkirina Rêveberiya Xweser hatibû destpêkirin. Li ser vê bingehê jî me bangewaziyeke bi 7 zimanan kir. Her wiha çawaniya cîhgirtina di Sûriyeya nû de weke jin û Kurd, ev mijareke balkêş bû ji bo jin û hemwelatiyên cîhanê yên ku hatin sardana Rojava kirin.”
Zêdetirî 50 kesên bi bandor serlêdan kirine
Rûken Ehmed da zanîn ku zêdetirî 50 kesan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serlêdana Wezareta Karê Derve kirine û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji rojnamevan, akademîsyen û yên di xebatên cuda de rolên aktîf dilîzin û xwedî bandor in, zêdetirî 50 kesan serlêdan kirine. Beriya serlêdanê jî gelek civînên pêşwext ji bo wan kesên ku serlêdan jî kirine çêbûne û rewşa Sûriyeyê bi giştî ji wan re hatiye vegotin. Armanca bangewaziyê ew e ku zext li siyasetên dewletên derve were kirin, ji ber ku li Sûriyeyê projeyên çareseriyê nayên dîtin. Şêwazek tenê tê meşandin ew jî îslama cîhadîst e. Rewşa ku Idlib tê de gû îro li tevahî Sûriyeyê heye. Di nav de mafên jinan winda ye û mafên neteweyan neparastî ye. Ji lewre projeya me ya çareseriyê ji tevahî Sûriyeyê re jî pêkan e ku çareseriyê bîne û ji giştî Rojhilata Navîn re jî dibe. Ji bo ku em bêtir balê bikşînin ser projeya çareseriyê ya yekem ji bo gelê Sûriyeyê her wiha ji bo ku zexteke navneteweyî li ser kiryarên derheqê koçberên Efrînê ku careke din hatin koçberkirin de were kirin, ev bangawazî ji jinên li dijî pergalê ne, ji kesayetên azadîxwaz û yên li gorî berjewendiyên gelan tevdigerin re û ji bo raya giştî jî çêbû.”
Şande ji kîjan welatan in?
Rûken Ehmed behsa şandeyên ji welatan hatine û yên ku dê werin jî kir û wiha got: “Ji Brîtanya, Îtalya û kesên xebatên cuda dikin ji rojnamevan û nivîskar, serlêdana şandeyan a ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû. Her wiha ji Skotlenda û Îrlanda jî serlêdan çêbûn. Di rojên pêşiya me de jî wê ji Almanya, Nemsa, Îspanya, Latîn Amerîka û ji gelek welatan jî wê serlêdana herêmê bikin. Lê belê di aliyê Rojhilata Navîn de jî astengî û pirsgirêkên burokrasiyê hene. Bangewaziyek ji bo jinên Rojhilata Navîn, ji kesayetên ji Sûdanê, Yemen, Lîbya, Mexrib, Cezayîr, Lubnan û Îraqê re jî hatiye şandin.
‘Soz didin ku ew ê li welatê xwe zextê li ser siyasetê bikin’
Em hewl didin ku şandeyên van welatan jî werin serlêdana herêmê bikin. Ji ber rewşa me jinan, li hemû welatan dişibe hev û siyaseta îslama siyasî li ser hesabê destkeftiyên jinan tê ferzkirin. Ji lewre girîng e ku têkoşîna jinan hevgirtî be. Ji bo ku girîng e şande bikaribin li welatê xwe balê bikşînin ser projeya demokratîk a ku li vir hatiye pêkanîn. Her wiha sozeke wiha didin ku piştî vegerin welatê xwe, civînan li dar bixin da ku zextê li ser siyaseta welatê xwe bikin û em vê baş dişopînin ku bi rastî dikaribûn bandorek bidin çêkirin.”
‘Pêvajoyeke duyemîn ji bo têkoşîna me pêwîst dike’
Rûken Ehmed got ku wê şandeyên ji Almanya, Nemsa, Amerîka û Spanyayê di pîrozbahiyên 8’ê Adara îsal ên Rojava de jî amade bin û wiha berdewam kir: “Ji bilî van şandeyan, daxwaza me ya herî zêde di 8’ê Adara îsal de ew e ku ji hundirê parêzgehên Sûriyeyê beşdarbûnên jinan çêbibin. Ji ber ku çarenûsa jinên Sûriyeyê yek e û destkeftiyên jinan rastî xeteriyek mezin tên ku jin ji çareseriya siyasî û pêkanîna aştiyê tên dûrxistin. Gelek girîng e ku îro piştî çend salên şoreşê destkeftiyên jinan misoger bibe. Ji lewre em dixwazin jinên Sûriyeyê zêdetir beşdarî çalakiyên me yên 8’ê Adarê bibin, da ku em bikaribin tifaqeke hevgirtî bi yek deng û rengî çêbikin. Her wiha wekîejinên Sûriyeyê daxwazên me ji bo Sûriyeya nû çi ne, wê beşdarbûna me çawa û di çi astê de be, ji bo wê divê em têkoşîna xwe zêdetir bikin. Ji ber em mînakên îslama siyasî dibînin di kîjan astê de astengî û biryaran li ser jinan digrin. Rojane êrîş li ser jinan hene, mînaka Idlib û Efganistanê li ber çavan e, Sûriyeya bi vî şêwazî jî nabe ku çêbibe. Ji bo wê jî pêvajoyeke duyemîn ji têkoşînê ji me jinan re pêwîst e ji bo ku em bikaribin vê fersendê ji destên xwe bernedin. Li ser vî bingehî em bi boneya 8’ê Adarê bang li jinên Sûriyeyê dikin ku werin beşdarî xebateke hevbeş bibin, da ku asta têkoşînê ji bo Sûriyeya demokratîk, wekhev û azadiya jinan di nav de misoger be, bilind bikin.”