Ekolojîstan ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû wê li Amedê bicivin

86 rêxistinên ekolojiyê yên di bin sîwana Yekitiya Ekolojiyê de bûn yek, ji bo diyarkirina xeteke têkoşînê ya nû ji herêmê ber bi seranserî cîhanê ve wê li Amedê bên gel hev.

Navenda Nûçeyan-Rêxistinên ekolojiyê, ji bo xeteke têkoşînê ya nû li dijî texrîbata ekolojiyê ya bi destê AKP’ê tê kirin, tên gel hev. 86 rêxistinên ekolojiyê ku ji ewil di navbera 11-12’ê mijdara 2017’an de li Bergamayê û di 24-25’ê Adara 2018’an de jî li Eskîşehîrê hatibûn gel hev û Yekitiya Ekolojiyê ragihandibûn, dê di 11’ê Gulanê de jî li Amedê bên gel hev.

Yekitiya Ekolojiyê dê li ÇandAmedê konferansê li dar bixe. Di konferansê de dê rêveberiya serdema nû were diyarkirin û têkildarî rêbazên têkoşînê yên têkildarî texrîbata ekolojiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê plansaziya xwe çêbike. Hevberdevkê Yekitiya Ekolojiyê Guner Yanliç got ku armanca wan a ji konferansê ew e ku li dijî êrişên ser qadên jiyanê dengê xwe bêhtir derxînin. Yanliç, wiha domand: “Ji bo jiyaneke bi hev re û piştevaniyê em ê xetekî berxwdanê ya ji herêmê ber bi cîhanê ve ava bikin û têbikoşin.”

‘Armanca me xeteke têkoşînê ya ji herêmê ber bi cîhanê ve avabikin’

Guner Yanliç, bi bîr xist ku Komeleya Ekolojiyê ya Amedê yek ji pêkhateyên damezirîner a Yekitiya Ekolojiyê ye û wiha bi dawî kir: “

Bêguman em ê têkildarî talan û texrîbata li Amedê agahiyan bistînin û xebatên piştevaniyê bikin. Em ê dengê xwe li dijî texrîbatên Bendava Farqînê, gaza kevir û bîrên petrolê rê li ber vedike dengê xwe derxînin. Em dixwazin gelek mijarên din bikin rojev. Em dixwazin bikin ku muxatab dengê me bibihîsin û ji xeletiya xwe vegerin. Armanca konferansê ew e ku xeteke têkoşînê ya ji herêmê ber bi cîhanê ve ava bike. Qirkirina li Akbelenê ji bo qezenca şîrketan tê kirin, ji bo avakirina netewe dewleta yekperest a li Kurdistanê tê kirin. Li dijî vê em jî têkoşîna xwe mezintir dikin.”