'Efrîn di şoreşa Rojava de bû xwedî destkeftiyên mezin'

Jinên Efrînê yên li Şehbayê dimînin şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin û gotin: "Efrînê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de destkeftiyên mezin bi dest xistiye û bûye mînaka berxwedan û têkoşînê ji hemû gelan re."

HESNA MIHEMED

Şehba – Di demekê ku li gelek deverên Rojhilata Navîn serhildan û raperîn çêbûn de, gelê Kurd çirûskek li Rojavayê Kurdistanê veguherand şoreşek mezin a mirovahiyê. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku li Rojavayê Kurdistanê di sala 2012'an de dest pê kir, 12 salên têkoşîn û berxwedanê li pey xwe hişt. Vê şoreşê hemû mezheb û olên di nava civakê de hembêz kir û bû cihê çareseriya pirsgirêkên civakê. Bi avakirina sîstema Rêveberiya Xweser re civakê xwe bi xwe bi rêve bir û mohra xwe li serdemeke nû da.

Yekem dibistana bi zimanê Kurdî

Li bajarê Efrînê bi destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê re gel hêza serwer a hikumeta Şamê ji nava xwe derxist û saziyên xwe bi sîstemek demokratîk ava kirin. Di dîroka 6'ê Îlona sala 2011'an de ku beriya şoreşa 19'ê Tîrmehê destpê bike yekem car dibistan bi zimanê kurdî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gundê Duraliqiya ya navçeya Şera ya Efrînê bi navê Şehîd Fewzî hate vekirin. Her wiha yekem paymengeh û zanîngeh jî dîsa li bajarê Efrînê bi zimanê dayîkê hatin vekirin û zarok û xwendevan bi zimanê kurdî perwerdehiya xwe ditîtin.

Efrîn di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bû xwedî rolek mezin û pêşketinên dîrokî bi dest xist. Yekem car sîstema perwerdeyê bi zimanê Kurdî li Efrînê yekem navenda Jineolojiyê di 17'ê Tîrmeha 2017'an de hat vekirin û dest bi xebatên xwe kir, piştre li Dêrik, Minbic û Hesekê şaxên xwe vekir. Li Efrînê jiyana wekhev û demokratîk bi saya feraseta modernîteya demokratîk dihat peydakirin û bajarê yekem bû ku gavên mezin ên şoreşê lê hatin avêtin.

Der barê salvegera 12'emîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê û destkeftiyên wê li Efrînê jinên Efrînê yên koçî Şehbayê bûne bi ajansa me re axivîn.

'Piştî çirûska yekem gel saziyên xwe avakirin'

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Efrîn-Şehbayê Şêrîn Hesen di destpêka gotinên xwe de salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê pîroz kir û got: "Em şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li Rêber Apo ku bi saya fikir û felsefeya wî em di nava vê şoreşê de ne her wiha li şervanên azadiyê yên ku di çeperên şer de nirxên civakê diparêzin û li pakrewanên azadiyê ku ji bo serxistina vê şoreşê canê xwe feda kirine pîroz dikin. Çirûska yekemîn a şoreşa Rojava li Kobanê dest pê kir û piştre li Efrîn û hemû deverên rojavayê Kurdistanê belav bû. Beriya şoreşê li Efrînê hemû netew bi hev re dijiyan lê serweriya rejîmê li ser herêmê bi bandor bû ji ber wê Kurd hatibûn helandin di nava sîstema Hikumeta Şamê de, ji ber vê li Efrînê piştî çirûska yekem a şoreşê gel saziyên xwe ava kir yekem Mala Gel û piştre Mala Jin hatin avakirin. Gel xwe bi xwe li ser fikrên neteweya demokratîk bi rêve dibir. Gel sîstema hikumeta Şamê di nava xwe de qebûl nekir û ji nava xwe derxist."

'Bi şoreşê re rengê Efrînê veguherî rengê jinan'

Şêrîn Hesen di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ku bi şoreşa Rojava re li Efrînê gelek sazî hatine avakirin ku gel xwe bi xwe bi rêve bibin û wiha pêl da gotinên xwe: "Bi şoreşa Rojava re li Efrînê gelek saziyên ku dikevin xizmeta civakê hatin vekirin û gel xwe bi xwe rêve dibirin û pirsgirêkên xwe çareser dikirin, bi vê wesîleyê tevlibûna jinan di nava saziyan û şoreşê de zêde balkêş bû. Di sala 2014'an de rêveberiya Xweser li Efrînê hat avakirin û sîstema demokrasiyê di nava civakê de zêdetir belav bû. Her kes bi ziman, çand û hebûna xwe tevî şoreşê bû. Her wiha netew û mezhebên ku li Efrînê dihatin jiyîn jî bi rengê xwe beşdarî nava sîstema Rêveberiya Xweser bûn. Şoreşa Rojava bû şoreşek civakî û şoreşa jinan. Rengê Efrînê veguherî rengê jinan û bi wê rengê şoreş hat parastin. Jinên Efrînê di nava şoreşê de cihê xwe di qadên leşkerî, siyasî, dîplomasî, civakî de girt û bû xwedî mîrasek di dîroka kurdayetiyê de."

'Yekem navenda jineolojiyê li Efrînê hat vekirin'

Şêrîn Hesen diyar kir ku di Şoreşa Rojava de yekem navenda Jineolojiyê li Efrînê hat vekirin û wiha behsa xebatên wan di nava civakê de kir û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku Rêber Apo yekem car di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de behsa zanista jinan dike û rexneyên wî li ser zanistên ku hatibûn avakirin û mafên jinan û civakê jê hatibûn dizîn dike, li Efrînê yekem car û yekem navenda zanista jinê hat vekirin ev jî destkeftiyên herî mezin di şoreşa Rojava de bûn ku saziyek bi zanista jinan re eleqedar dibe û mafên wan ê ku hatibû windakirin careke din keşf kir. Xebatên jineolojiyê yekem lêkolînên li ser cihên dîrokî bûn ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve hinek cih hatibûn paşguhkirin û rastiya wan hatibûn guherandin li gorî berjewendiyên xwe. Lêkolînên ku hatibûn tesbîtkirin li Efrînê xwedawendên jin hebûn û bajar bi rê ve dibirin loma Efrîn bi navê bajarê jinan tê nasîn. Xebata duyem a jineolojiyê li Efrînê xurtkirina rola jinan di nava saziyan de bû ku bi nêrînên jinan pirsgirêk bên çareserkirin û civak were birêvebirin. Li ser bingeha jinek û mêrek azad zanista jinê kar û xebatên xwe dan destpêkirin û heya niha berdewam dike."

'Bi ruhê 19'ê Tîrmehê pirsgirêkên Rojhilata Navîn dê bên çareserkirin'

Şêrîn Hesen diyar kir ku li deverên koçberiyê bi ruhê şoreşa 19'ê Tîrmehê berxwedana xwe berdewam dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em jinên Efrînê ku bi darê zorê ji cih û warên xwe koçber bûne û li deverên koçberiyê li Şehbayê bi cih bûne, bi ruhê şoreşa 19'ê Tîrmehê em berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê didomînin û destkeftiyên şoreşê diparêzin. Em jî bi hêviya vegera Efrînê û rizgarkirina hemû deverên dagirkirî li Şehbayê xebatên xwe didin meşandin. Em di wê baweriyê de ne ku bi ruhê 19'ê Tîrmehê wê tevahî pirsgirêkên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bên çareserkirin."

'Yekem car dibistana bi zimanê Kurdî hat vekirin'

Mamosteya zimanê Kurdî Mûfîda Koto ku ji destpêka şoreşê ve heya roja îro karê mamostehiyê dike behsa hestên xwe bi vekirina yekem dibistana li Efrînê bi zimanê dayikê kir û wiha pê de çû: "Ji destpêka kêliyên şoreşê ve tevli karên mamostehiyê bûm û heya niha karê xwe bi îsrar berdewam dikim. Yekem dibistana bi zimanê dayikê li Efrînê di nava şoreşê de hat vekirin. Gava serkeftî ya şoreşa Rojava ew bû ku avakirina sîtema perwerdeyê bi zimanê dayik çêbû. Şoreşa Rojava herî zêde berê xwe da pêşxistina rola jinan di nava civakê de. Vekirina dibistana bi zimanê dayikê gaveke ne hêsan bû ji ber miletek her dem di nava pişaftin û qirkirinê re derbas bibû û hatibû windakirin, xewn û xeyalên gel ku bi zimanê dayikê bixwînin û binivîsînin di şoreşa Rojava de veguherîn rastiyê û em niha jî wê rastiyê dijîn. Di kêliyên destpêkê yên şoreşê û xwendina bi zimanê dayikê me gelek astengî û zehmetî dîtin ji ber sîstema rejîmê di dibistanan de hatibû rûniştandin û rûniştandina sîstemek nûjen di civakek ku roj bi roj bi pêlên qirkirinê re rûbirû diman ne hêsan bû lê bi îsrar û têkoşînê niha zanîngeh û peymangehên me bi perwerdeya zimanê Kurdî hatine vekirin."

'Dê ev şoreş bibe pergaleke civakî'

Di dawiyê de Mûfîda Koto diyar kir ku wê ji bo pêkanîna xeyalên pakrewanên xwe ji bo welatek azad dev ji kar û xebatên xwe bernedin û wiha got: "Destkeftiyên ku me di şoreşê de bi dest xistine, li divê em zêdetir bi xebatên xwe layiqê pekrewanan bibin. Ji ber ku wan canê xwe ji bo welatek azad feda kirine û em ê jî layîqî wan bin, xeyalên wan pêk bînin da ku welatek azad em ava bikin. Bi saya xwîna pakrewanên xwe em niha di kêliyên şoreşê de dijîn û gavên pêşketî diavêjin. Em hêvî dikin ku şoreşa me ne tenê weke şoreş û raperîn bimîne êdî bibe sîstemek û di nava civakê de bê rûniştandin, hemû nifşên civakê bi zimanê dayikê xwe perwerde bikin."