Ebru Gunay: Divê her kes li dijî êrîşan dengê xwe bilind bike
Ebru Gunay da zanîn ku li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmetê rawestin erka her qisime ye û wiha got: “Divê hemû hêzên demokratîk, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û rêxistinên demokratîk ên li Tirkiyeyê dijîn, li dijî vê desthilatdariyê dengê xwe derbixin.
Enqere- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li navenda giştî ya partiya xwe rojevê Tirkiyeyê nirxand. Ebru Gunay bal kişand ser geşedanên siyasî, zêdebûna binpêkirinên li girtîgehan û êrîşên Tirkiyeyê ku yên li ser sînor dide meşandin.
“Hedef Kurd in”
Ebru Gunay diyar kir ku bi êrîşên li derveyî sînor tên jiyîn rw hewl tê dayîn qeyrana li Tirkiyeyê tê jiyîn bê veşartin û wiha axivî: “ Piştrê jî bi binavkirina pirsgirêka beka û ewlehiyê hewl dide civakê bixapîne. Serokê AKP’ê Erdogan, ragihand ku ew ê li Sûriyê operasyonekê bide destpêkirin. Pekî, hedef kuderê? Helbet hedef Rojava ye. Li vî cîhanê ku derê kurd lê dijîn hedefa Erdogan jî ew der e. Hedef Kurd ên ku li ber çavên hemû cîhanê bi têkoşîn kirina li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ destkeftiyan bi dest xistin û DAIŞ’ê têk birin e.”
“Dixwazin bi êrîşan ber bi hilbijartinan ve biçin”
Ebru Gunay da xuyakirin ku hikûmetê qada navneteweyî vala dît, berê xwe da Kurdan û destkeftiyên wan û wiha got: “ Ev hilbijartin dê ji bo Tirkiyeyê bibe hilbijartineke dîrokî. Encamên wê dê bandora xwe li ser siyaseta Tirkiyeyê bike. Ji bo ku di wê hilbijartinê de bi ser bikeve, Erdogan dijminatiya kurdan ji xwe re kiriye armanceke stratejîk. Loma jî dixwazin hilbijartin di şert û mercên şer de pêk were. Bi vî awayî difikire ku ew ê li ser nîjadperestiyê û li ser dijminatiya kurdan di hilbijartinê de bi ser bikeve. Ji ber vê zihniyetê heta niha hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer hatin xerckirin. Rewşa aborî ya Tirkiyeyê pir xerab e lê ew dîsa di vê nêrîna xwe de biisrar in. Ji ber vê zihniyetê îro gelên Tirkiyeyê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Dixwazin bi dagirkirina Rojava re vê rewşê bidomînin.”
Ebru Gunay dest nîşan kir ku bi şere dê dîsa faturên heyî li ser pişta gelê xizanbin û diyar kir ku pêşeroja welat bi aştî û demokrasiyê tê misogerkirin û rêya vê jî Îmraliyê derbas dibe.
“Divê herkes deng derbixe”
Ebru Gunay ji saziyên navneteweyî xwest ku li hemberî êrîşan bêdengiya xwe bişkînin û wiha axivî: “Em ji bo her devera cîhanê aştiyê dixwazin. Em li dijî şer in û dagirkirina Rojava qebûl nakin. Lewma divê di serî de gelên Tirkiyeyê, hemû gelên cîhanê li dijî vî şerê qirêjî rabin ser pêyan. Neteweyên Yekbûyî (NY) duh diyar kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi operasyoneke leşkerî tune ye lê bi çareseriyeke siyasî û alîkariya mirovî heye. Em careke din bang li muxalefeta Tirkiyeyê jî dikin. Divê êdî bi awayekî zelal bertek nîşanî polîtîkayên AKP-MHP’ê bidin. Ji ber ku pêdiviya me tevekan bi demokrasiyê heye. Em li vir hem hikûmetê û hem jî muxalefetê hişyar dikin. Operasyonên leşkerî û dagirkerî ne tenê aştî û aramiya Rojava lê dê xetereyê li ser ya Tirkiyeyê jî bike. Divê hemû hêzên demokratîk, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û rêxistinên demokratîk ên li Tirkiyeyê dijîn, li dijî vê leyîstoka qirêj a desthilatdariyê dengê xwe derbixin.”
“Nekin mijara bazarê”
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay wiha axivî: “Ji Efrînê heta Şengalê, gelê kurd bedelên giran dan û hinek destkeftî bi dest xistin. Rejîma Qesrê jî bi polîtîkayên nîjadperest û bazariyên qirêjî hewl dide van destkeftiyan tune bike. Banga me ji bo van dewletan tevekan ew e ku destkeftiyên kurdan nekin mijara bazara xwe. Divê ji bo parastina ‘ewlehiya’ Swêd û Fînlandiyayê, mafê ewlehiyê yê kurdan nekin mijara bazarê.”