EŞÎK: Zarok bêdeng nabin fêrî guhdarkirina wan bibin!

EŞÎK’ê diyar kir ku êrişa zayendî li dijî zarokan, bi qasî pirsgirêka destdanîna ser hemû çavkaniyên aborî û xaka welatekê ye û got: “Divê her kes erka dikeve ser milan pêk bîne.”

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) der barê êrişên zayendi li dijî zarokan ku di van rojên dawî de zêde bûne daxuyaniyek bi sernavê ‘Zarok bêdeng nabin; fêrî guhdarkirina wam bibin!’ da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev bi rojan e der barê êrişa li dijî zarokan ku her roj zêde dibe, êrişa zayendî ya li Bagcilarê de diaxivin. Dibêjin ‘Zarok bedeng dibin lê tu bêdeng nebe.’ Kî bêdeng dibe, çawa dibe ‘mezin’ bêdengiyê tercîh dikin li bersiva pirsan nagerin.” 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser melayê mizgefta Ahmet Yesevî ku li navçeya Kozana Edeneyê zaroka 11 salî ya diçû qursa quranê bi hinceta ‘êrişa zayendî pêk aniye’ hat girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev bûyer ne sûcdar, daraza civakê ya mexdûr mehkûm dike, nêzîkatiya wan a li hemberî êrişa zayendî li dijî zarokan, yek ji mînakên bi hezaran bûyerên êrişa zayendî ya li dijî zarokan çawa di tarîtiyê de hatiye hiştin e.  

‘Zarok bêdeng nabin ên bêdeng dibin mezin in’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zarok bêdeng nabin, dema ku bi gotinan îfade nakin, bi beden û nêzîkatiyên xwe dibêjin û wiha hat gotin: “Li Xezayî êrişa zayendî bandora wê ya fizîkî û rihî heye, çiqas hatibin tirsandin jî nikarin veşêrin. Yên ku bêdeng dibin mezin in, ji bo navê zarokên wan di malbat, li dibistanên diçinê û heta li taxa lê dijîn û bajar dernekevin bêdeng dibin. Li nexweşxaneyan bûyerên êrişa zayendî bi naverokên cuda personelên tendirustiyê dixin qeydan, ji bo ziyan negihîje saziyan ku fail tê de dixebite, heta dozgerên ku lêpirsînê dest pê nakin bêdeng dibin û guh nadin zarokan, çavdêrî nakin û heta yên erkdar in bi qasî failên êrişa zayendî sûcdar in.”

‘Ragihandin li ser sedemên rast nasekine û riyên çareseriyê nagire dest’

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku êrişa zayendî di ragihandin û medyaya dîjîtal de sedemên wê yên rast û awayên nîqaşkirina riyên çareseriyê nagirin dest û wiha hat gotin: “Bi gotinên darvekirin û lînckirinê hema bibêje vedigerîne pornografiya tundî û êrişa zayendî. Divê yên ku di mijarên êrişa zayendî ya li dijî zarokan kedê didin, pisporên di qadên cuda de ku aqilê xwe pê diwestînin û rêxistinên jin û zarokan ên der barê mijarê de bi hev re nîqaş bikin. Di ragihandina dîtbarî û nivîskî de ev tişt nayên dîtin. Heman kes heman mijaran ji bo reytîngan dubare dikin.”

 'Gelek gavên qanûnî yên êrişa zayendî li ser zarokan teşwîq dike hatin avêtin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li vî welatî gotinên ku tên gotin zêdetir xirabtir tên pêkanîn û hat diyarkirin ku bi qebûlkirina madeya ji bo girtina di sûcên tecawiz û êrîşa zayendî de krîtera lêgerîna delîlên berbiçav tîne re polîtîkayên bêcezatiyê tên xurtkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek gavên qanûnî yên yekser û ne yekser êrîşa zayendî xurttir dike û teşwîq dikin hatine avêtin û wiha hat gotin: “Bi guhertina pergala perwerdeyê re, rê li ber kesên ku dixwestin zarokên xwe yên keç di pola 4’emîn de ango 10 sal ji xwendinê dûr bixin û bizewicînin hat vekirin. Bi betalkirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ku zewaca olî ya bêyî zewaca fermî qedexe dike re, rê li ber zewaca olî vekir û ji ber vê yekê jî pêşiya zewaca di temenê zarokatiyê de jî vekir. Di vê pêvajoya ku hewldana jiholêrakirina bermahiyên dawî yên perwerdeya laîk de, em hatin rewşeke ku nikaribin behsa mijarên weke zayenda civakî û zayendiya bi tendurist a di mufredatê de bikin.”

'Hemû kes divê tiştên dikevin ser milên wan bi cih bînin’

Di daxuyaniya ku di serî de saziyên çapemeniyê hemû kesên di pozîsyonên berpirsyar de cih digrin û hemû civak hatin hişyarkirin de, wiha hat gotin: “Êrişa zayendî ya li dijî zarokan, pirsgirêkek ku bi qasî desteserkirina hemû çavkaniyên aborî û erdên welatek wêranker û tuneker girîng e. Hemû kes divê tiştên dikeve ser milên wan bi cih bînin. Zarok ne milkê kesê ne, pêşeroja civakan in. Dizîna jiyana zarokan, dizîna pêşeroja welat e."