EŞÎK: Li ser bedena jinan bazarê nekin
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) li ser destpêkirina nîqaşên nû yên der barê bi zagonîkirina hîcabê daxuyaniyek weşand û li hemberî bazariyên ku li ser bedena jinê tê kirin bertek nîşan da.

Navenda Nûçeyan – Nîqaşa bi “ji hîcabê re ewlehiya qanûnî” ku ji aliyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ve li Tirkiyê dest pê kir, qulibî pêşnûmeya guhertina destûrî ku ev demeke dirêj di hedefa hikûmetê de bû. Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bertek nîşanî xalê hatî da û daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re, feraseta baviksalar a li ser jinan ketiye bazariya dengan, wiha hat gotin:
“Em dema behsa guhertina xala 10’emîn a Destûra Bingehîn ku wekheviya jin û mêr biewle dike û cihêkariya li ser zayendê qedexe dike, xala 41’ê ya ku avahiyeke wekhev a malbatê destnîşan dike û di malbatê de reîse dawî dibe û xala 24’an ku azadiya ol û wijdanê birêkûpêk dike, dît. Li ser rêya îdiaya derxistina jinên sergiştî ya ji 'rehînêya siyasî', hemû jin û cil û bergên jinan dîsa weke amûreke fikarên siyasetmedarên mêr ên ji bo bidestxistina dengan hat rojevê. Li gorî nûçeyên ku di medyayê de xuya bûn, Wezîrê Dadê pêşniyara xwe ya guhertina destûrî pêşkêşî Serokomar kir û êdî dibe ku her wext ji raya giştî re were ragihandin. Divê muxalefeta civakî û siyasî muzakere kirina guhertina destûra bingehîn bi vî rengî jî bireve. Em careke din bi bîr dixin; ‘Yên ku Destûra Bingehîn pêk neynin, nikarin Destûra Bingehîn çêbikin'.
"Em ê destûrê nedin ku bendbendî bikin”
Di daxuyaniya ku hat diyar kirin binpêkirinên ku di mijara hîcabê de tên jiyîn ne ji qanûnê, ji pêkanînê çavkanî digre, qetilkirina Jîna Mehsa Emînî bi bîr xist û wiha hat gotin: “Em di ferqa rîskên ku ger di qanûn û destûra bingehîn de der barê cil û bergên jinan de rêkûpêk kirin pêkbên em ê rû bi rû bimîn de ne. Îro li Tirkiyeyê hîcabê bikaranîn azadiya perwerdehiyê û mafê xebatê ji holê ranake û sînordar nake. Li holê ku qedexe û binpêkirinên mafan ên li ser hîcabê hatine jiyîn ne ji qanûnê, ji pêkanînê çavkanî digre. Dest nedin qanûnan, pêkbînin. Me qedexeyên hîcabê û polîtîkaya hîcabê ya darê zorê jî qebûl nekir û qebûl jî nekin. Em ê destûrê nedin ku siyaseta serwer yê mêr, me bi hîcabê an jî bê hîcabê bandor bike û me ji têkoşîna me ya hevpar qut bike û bendbendî bike.”
"Em di dewletê de reîs naxwazin”
Di daxuyaniyê de ev tişt cih girtin:
“Em di her qada jiyanê de ji bo her kesî jiyanek wekhev, azad û bê tundî dixwazin û ji bo vê jî dixebitin. Feraseta ku jinê an weke 'surtuk' an jî weke 'kariyera wê zarokan anîn' dibîne re ; em li dijî her cure zext û zordariya şêwazê jiyanê, gotinên nefretê û cudakariya li ser bingeha zayendî têdikoşin. Mafê me yê hemwelatîbûna wekhev nikare bibe malzemeya bazar e. Em di malbat, civak, dewletê de reîs naxwazin.”