EŞÎK’ê ji bo çalakiyên li ser medyaya dîjîtal banga piştgiriyê kir

Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bang li hemû kesên alîgirên wekhevî, demokrasî û aştiyê kir ku di çalakiya medyaya dîjîtal a di navbera saet 11:00-13:00 û 21:00-23:00 de li dar bixin, piştgiriyê jinan kir.

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) têkildarî çalakiya medyaya dîjîtal a ku dê îro li dar bixin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmetê gelek caran bi gotin û pêkanînên newekhevî û dijminatiya jinan niyeta xwe eşkere kiriye û hat destnîşankirin ku bi tifaqên di pêvajoya hilbijartinê de çêkiriye, xwe amade dike ‘armanca xwe ya dawî’ pêk bîne.

'Em dikarin bi dengên xwe guhertinê pêk bînin'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hikûmet bi riya partiyên ku laîkî û wekheviya zayendî di bernameyên xwe de esas digrin û mafê jiyanê nade LGBTIQ+yan jî jiyan û siberoja jinan tehdîd dike. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bloka ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ligel partiyên wek HUDA-PAR û YRPê di meclisê de piraniya dengan pêk anî, beriya ku endamên meclisê yên nû dest bi erka xwe bikin, dudilî nebûn ku bi eşkereyî nêrînên xwe yên zayendperest eşkere bikin û wiha got:

“Frena herî girîng a ku vê piraniyê nehêle bernameyên xwe yên siyasî yên li dijî laîk û wekheviyê pêk bîne, serkeftina namzedê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartina 28’ê Gulanê de ye. Ji holê rakirina wêraniya li ser welat a di hemû qadên aborî, civakî de û vekirina deriyê avakirina mekanîzmayên wekhevîxwaz, laîk û demokratîk jî bi vê ve girêdayî ye. Guhertina ku em ê bi dengên xwe bidin dê rê li ber veguherîna demokratîk, serweriya hiqûq û wekheviyê û ji holêrakirina cihêkarî û tundiyê veke.”

'Tu tifaqa mêr nikare me ji riya me ya wekhevî û azadiyê dûr bixe’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke jin tu carî dest ji têkoşîna parastina mafên xwe yên bi dehan sal in bi dest xistine bernedane û wiha hat gotin: “Me tenê di 3,5 salên dawî de gelek însiyatîfên ku jiyan û mafên me hedef digirtin rawestand. Têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê dînamîka herî girîng a demokratîkbûna hemû welat e. Tu tifaqa mêran nikare me ji riya me ya wekhevî û azadiyê dûr bixe.”

Ji bo çalakiya medyayê dîjîtal bang

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em bang li hemû kesên alîgirên wekhevî, demokrasî û aştiyê dikin ku di çalakiya medyaya dîjîtal a di navbera saet 11:00-13:00 û 21:00-23:00 de li dar bixin, piştevaniyê bidin jinan. Em ê di meclisa nû ya ultra-cinsiyetperest ya bi HUDA-PAR û YRP'ê re piraniya dijmînahiya jin rawestînin. Em dikarin bikin, em di 14’ê Gulanê de bi ser ketin, em ê dîsa bi ser bikevin. #Dengbidin #XwedîLiPêşerojaXweDerkeve."