Duyemîn civîna salane ya jinên sendîkavanên Misrê

Duyemîn civîna salane ya jinên sendîkavanên Misrê ku roja pêncşemê 24’ê Sibatê hat lidarxistin, di pêkhatina xwe de gelek cuda bû ji ya berê, piştî ku jin di ezmûnên hilbijartinê de derbas bûn û tecrubeyên wan ên têrker hene ku di vê civînê de pêşkêş bikin. Her wiha ew komek e ku di kampanyayên berê de li hev ketine û bi prosesên cuda yên hilbijartinê re hevaheng bûne.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Bihêzkirina jinan ji bo gihandina navedên biryargirtinê di sendîkayên pîşeyî de yek ji mijarên herî girîng e ku bala kesên bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibin, dikşîne. Ji ber ku girîngiyek xwe ya pêkanîna dadweriyê di nûneratî û beşdariyê de û nehiştina cihêkariyê li ser bingeha zayendî heye.
"Sendîka dikarin ji hev re bibin alîkar"
Seroka Weqfa Hiqûqnasên Jin ên Misrê Heba Adel anî ziman ku sendîka ji hev cihê ne, ji ber ku gelek têkiliyên hevpar di navbera wan de hene, ew ne giravên veqetandî ne û got ku sendîkayên jin dikarin alîkariya hev bikin ji bo kontrolkirina mijaran, ji ber ku sendîka heta asteke mezin jîngeheke ewle ye ji bo beşdarbûna bi bandor a jinan û xebata sendîkayan di dema pêş de armanca xurtkirin û pêşxistina wê ye. 
Duyemîn civîna salane ya sendîkayan ku roja pêncşemê 24’ê Sibatê hat lidarxistin, di pêkhatina xwe de gelek cuda bû ji ya berê, piştî ku jin di ezmûnên hilbijartinê de derbas bûn û tecrubeyên wan ên têrker hene ku di vê civînê de pêşkêş bikin. Her wiha ew komek e ku di kampanyayên berê de li hev ketine û bi prosesên cuda yên hilbijartinê re hevaheng bûne. Ew raman û ezmûnan hildigirin ku dikarin şiyanên beşdarên din zêde bikin. Ji ber vê yekê tê plankirin ku ezmûnên wan di civînên dahatû de werin pêşkêşkirin.
“Divê li gorî rêjeyê temsîliyeta jinan di sendîkayan de hebe”
Li aliyê din Fatima Yahya, parêzera temyîzê û koordînatora Însiyatîfa Parêzerên Jin ên Misrê, dibîne ku komcivîna  duyemîn dirêjkirina komcivîna yekem e di sala 2021'ê de hat lidarxistin lê dirûşm guherî, ji ber vê yekê li şûna ku banga hilbijartina parêzerên jin were kirin, mijar berfirehtir bû ku bi giştî sendîkayan bihewîne.
Fatima Yahya bal kişand ku kar ji bo hişyarkirina pirsa hilbijartinan gelek girîng û pêwîst e, ji ber ku di vê mehê û meha li pêş de dê hilbijartin li hejmarek sendîkayên pîşeyî bên kirin. Ji ber wê jî kar ji bo piştgirî û pevguhertina ezmûn û ramanan tê kirin di wê heyamê de ku pêwîstiya jinan bi ezmûn û ramanên cuda heye berî ku beşdarî hilbijartinan bibe.
Fatima Yahya eşkere kir ku ji bilî parêzerên jin tevlibûna sendîkavanên din di encama lêkolîneke ku li ser zemînê li ser nûnertiya jinan hatiye amadekirin û hat dîtin ku temsîliyeta jinan a sendîkayan qels bû, bi rêjeya ji sedî 1 heta 3'ê çêbûye. Komcivîn û çalakî û bûyerên din armanc dikin ku di vê nûnertiyê de dadmendiya têkildar bi dest bixin.
Bihêzkirina jinan bi xurtkirina jêhatîbûn û şiyanên wan dest pê dike
Yek ji wan qeyranên ku jin li Misra Jorîn rastî wê tên, destwerdana eşîran di hilbijartinan de û diyarkirina riya xwe li gorî kêf û xwestekên eşîrtiyê ye, bi pîvanên ku heta radeyekê li ser jêhatîbûnê nebin.
Sendîkavan Samiya Zekî behsa ezmûna xwe ya di hilbijartinên ku li parêzgeha Nagaa Hemadî li Misrê Jorîn pêk hatin kir û teqez kir ku krîza wê ya sereke ew bû ku ew ji Qahîreyê ye û ne girêdayî Misrê Jor bû, ji ber ku tenê li wir zewicî. Her wiha anî ziman ku ku eşîretî astenga herî mezin e ku pê re rû bi rû maye û nehişt ku di hilbijartinan de bi ser bikeve.
Samiya Zekî diyar kir ku ew di hilbijartinan de bû namzed û nikaribû bi ser bikeve, ji ber ku ew li ber bijarteyek eşîrî bûn û got ku wê ezmûnê ew gelekî jêhatî kir û bi riya wê hin zanîn bi dest xist. Wê fêm kir ku divê zêdetir bikeve nava civakê. Her wiha da xuyakirin ku yek ji sedemên beşdarbûna wê di konferansê de zêdekirin û pêşxistina wan ezmûnan û peydakirina amûrên din e ku wê bikarin di hilbijartinên li pêş de bi ser kevin. 
Komcivîn li ser pevguhertina raman û astengiyên herî berbiçav bû
Di heman demê de Heyam El-Cenayî ku li ser mijarên tundûtûjiyê û bihêzkirina jinan kar dike got ku bihêzkirin bi haybûna hemû jinan ji şiyanên xwe û bihêzkirina baweriya wê bi tiştê ku ew dixwaze pêşkêşî kesên din û xwe bike dest pê dike. Komcivîna niha li ser pevguhertina raman û ezmûnan kar dike ku ev yek alîkariyek mezin di hêsankirina xebatê de ye piştî destnîşankirina kêşe û astengiyên herî berbiçav û sedemên ku li ser tên hilbijartin, çi eşîrî û çi cudaxwazî li gorî xwezaya her deverê.
Heyam El-Cenayî amaje bi wê yekê kir ku komcivîn û çalakiyên din beşdariya jinan zêde dikin, tecrubeyên xebata sendîkayî ji wan re distîne û di derbaskirina rewşa fikar û tirsê de heya astek mezin dibe alîkar.