Du rojnamevan bi şertê kontrola edlî hatin berdan
Li Tirkiyeyê beriya civîna Nato gelek kes dibin navê ewlehiyê de hatin girtin. Rojnamevan Buse Sogûtlû û Ceren Erdogdu, ku di 5’ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin piştî çar rojan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Navenda Nûçeyan – Edîtora nûçeyên derve ya T24’ê Buse Sogûtlû û edîtora Oda TV’yê Ceren Erdogdu, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Rojnamevanên ku di çarçoveya operasyona beriya Lûtkeya NATO’yê ya li Enqereyê de di 5’ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, duh piştî îfadeyên li dozgeriyê, bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Dadgeriyê biryara berdana Sogûtlû û Erdogdu ya bi kontrola edlî da. Tê payîn ku rojnamevan Abbas Vural jî îro sewqî edliyeyê bê kirin.
Çar rojan di binçavan de man
Her du rojnamevan di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de, di operasyonan de hatibûn binçavkirin.
Di operasyonan de ligel rojnamevanan; parêzer, akademisyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî hatibûn binçavkirin; hatibû ragihandin ku mafê hevdîtina binçavkiriyan a bi parêzerên wan re ji bo 24 saetan hatibû sînordarkirin.