Du jinên girtî yên li girtîgeha Evînê li dijî binpêkirinan dest bi grevê kirin

Rojnameger Serunaz Ahmet ku li Girtîgeha Evînê girtî ye ji ber destura muayeneya bijîjk nehat dayîn dermanên xwe bikar nayne, girtiya siyasî Paryuş Muslimî jî ji ber qedexeya hevdîtina bi malbatê re dest bi greva birçîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Serunaz Ahmet a ku di çalakiya 'Jin, Jiyan, Azadî' de hatibû girtin, ji ber ku destûr nedan ku biçe doktor, dermanên xwe rawestand. Paryuş Muslimî ku di heman demê de li Girtîgeha Evînê girtî ye, ragihand ku ji 3'ê Îlonê û vir ve li dijî qedexeya hevdîtina malbatê û hevdîtina bi telefonê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

 Girtiya siyasî ya nexweş Rojnamevan û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed ya li Girtîgeha Evîn a li Tehran ya Îranê tê girtin, dest bi grevê kiriye. Hate diyarkirin ku Serunaz Ehmed, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nehatiye dayîn, dest bi greva wernegirtina dermanan kiriye.

Her wiha gorî heman çavkaniyê, Serunaz Ehmed dev ji dermanên fikarê (anksiyete) berdaye û xizmetên tenduristiyê yên girtîgehê red dike.

Hêjayî gotinêye ku Wergervan, Çalakvana Mafê Zarokan û Rojnamevan Serunaz Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevserê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin. Berê de jî bi tometa ‘propagandaya li dijî dewletê’ û ‘kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî’ ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Paryûş Muslimî 6 roj in di greva birçîbûnê de ye

Girtiya siyasî Paryuş Muslimî ku ji 7'ê Tîrmehê ve li Girtîgeha Evînê girtî ye, ji 9'ê Tîrmehê ve hevdîtina wê ya bi malbata xwe û axaftina bi telefonê re hatiye qedexekirin. Li dijî van qedexeyan Paryuş Muslimî di 3’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Paryuş Muslimî ku di dema serhildanên 'Jin Jiyan Azadî' yên piştî qetilkirina Jîna dest pê kiribû de hatibû girtin û hatibû berdan, di 20'ê Tebaxê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi îdiaya "komkirin û lihevkirin" û “heqaret li Xamineyî û propagandaya li dijî rejîmê kiriye" salek û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.