Du caran koçberî jiya: Em ê her tim di nav têkoşînê de bin

Şêrîn Ehmed a ji Efrînê ku ji ber êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wî cara dûyemîn e koçberiyê dijî dibê: “Em ê her tim di nav têkoşînê de bin.”

ZEYNEB ÎSA

Reqa - Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, şeva 27’ê Mijdarê êrîşî bajarê Heleb û Kantona Şehbayê kirin. Li wan deran koçberên Efrînê diman. Di encama wan êrîşan de bi hezaran kes dîsa ketin ser riya koçberiyê û gelek ji wan rastî tundî û kuştinê hatin. Gelê wê herêmê ji bo ku di nav ewlehiyê de bijî, berê xwe da herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şêniya bi navê Şêrîn Ehmed a ku ji bajarê Efrîna dagirkirî ye jî, yek ji wan e. Şêrîn ji ber ku dewleta Tirk bajarê Efrîn dagir kir neçar ma koçberî kantona Şehbayê bibe. Cardin ji ber Heyet Tehrîr El-Şam kantona Şehbayê dagir kir, koçberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Şêrîn behsa serpêhatiya koçberiya xwe ji ajansa me re kir.   

‘Dema em li Şehbayê bûn her tim hêviya me vegera Efrînê bû’

Şêrîn Ehmed behsa çîroka koçberiya xwe ya ji Efrînê ber bi Şehbayê ve kir û got: "Di destpêkê de em li bajarê Efrînê diman û em jiyanek normal dijiyan. Her tim miletê digot ku wê êrîş çêbibin, lê me bawer nedikir. Me dît ku di 2018’an de êrîşên çeteyên dewleta Tirk li ser bajarê Efrînê dest pê kir û em ji malên xwe koçber bûn ber bi Şehbayê ve çûn. Em wek miletê Efrînê, li ser riya koçberiyê rastî pir zor û zehmetiyan hatin. Piraniya me, malbatên wan li şûna wan man û gelek zarok û dayîk ji hev qut bûn. Dema ku em li Şehbayê bûn, her tim hêviyek me hebû ku em ê vegerin Efrînê. Me wek miletê Efrînê, tu car hêviya xwe qut nekir.”

‘Me mîna miletên Şehbayê bajarê xwe zû neda wan’

Şêrîn behsa koçberiya xwe ya duyemîn a ji bajarê Şehbayê ber bi bajarê Tebqayê ve kir û wiha berdewam kir: “Piştî 7 salên koçberiyê me jiyana xwe li bajarê Şehbayê berdewam kir. Lê dîsa çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarê Heleb, Til Rifetê û Şehbayê kir, milet car din koçber kirin. Lê me mîna miletên Şehbayê bajarê xwe zû neda destê wan. Em heta dawî di bajêr de man, lê dijmin em neçar kirin ku em ji bajar derkevin û koçber bin. Me berê xwe da herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û niha em li bajarê Tebqayê bicih bûne. Me gelek sar, serma û zehmetî dîtin.”

‘Rêveberiya Xweser cihê bi ewle ji me re amade kir’

Şêrîn Ehmed diyar kir ku Rêveberiya xweser hemû pêdiviyên jiyanê ji wan re amade kirine û cihên bi ewle dane wan. Şêrîn wiha got: “Dema ku em ji Şehbayê koçber bûn û ber bi aliyê Tebqayê ve hatin, tiştek bi me re tunebû ji bilî wesayîtên ku em pê koçber bûn. Em gihîştin Tebqayê, Rêveberiya Xweser bi me re texsîr nekir cihên bi ewle ji me re amade kir, zarokên me ji sar û sermayê parastin, xwarin ji me re anîn û em bicih kirin. Dayîkên emrê wan mezin, bi me re hebûn. Piraniya wan nexweş bûn, ji wan û ji zarokan re bijîşk anîn û ew derman kirin. Em wek Şêniyên bajarê Efrînê, em ê tu car teslîm nebin û her tim em ê di nava têkoşînê de bin. Heya ku em welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin, em ê bi hêviya vegera Efrînê bijîn.”