Doza Denîz Poyraz: Li edliyê gefa bi çek
Kesek di destê wî de çek hebû xwest bikeve Edliyeya Îzmîrê ya ku danişîna Doza Denîz Poyraz lê tê lidarxistin.
Îzmîr – Danişîna 4’emîn a Doza Denîz Poyraz ku kujer Onur Gencer jê tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê tê lidarxistin. Wekîlên HDP’ê, nûnerên partiyên siyasî, endamên rêxistinên jinan û yên saziyên sîvîl, serokên baroyan û gelek rojnamevan dozê diopînin.
“Gumanên me hene”
Beriya destpêkirina dozê Parlementer HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay daxuyanî da.
Parlamenter Serpîl Kemalbay di daxuyaniyê de danişînên heta niha weke “fiyaskoya edaletê” pênase kir û wiha got: “Gumanên me yên mezin hene ku edalet pêk nayê. Em dikevin salvegera komkujiya Pirsûsê. Sedema bidawînebûna komkujiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ew e ku desthilatdarî bi van komkujiyan re hevrû nabe. Em dizanin ku bi qetilkirina Denîz Poyraz re xwestin li Tirkiyeyê aloziyê derxînin. Di şexsê HDP’ê de xwestin li dijî hêzên demokrasiyê êrişê bidin destpêkirin. Kesên li pişt vê armancê hêj nehatine diyarkirin. Hêj jî hêzên li pişt kujer Onur Gencer tên parastin. Êrişa kujer a li hundir a li dijî dayik û parlamenterên me didomîne. Ji ber ku tê parastin, wî hedî di xwe de dibîne ku gefan li şandeya dadgehê bixwe. Lê em ê bi tu awayî paşdegav neavêjin. Dê ev dozger, dadger û mekanîzmaya darazê ya fermanan ji desthilatdariyê digire, di dawiya dawî de werin mehkûmkirin.”
Piştî axaftina Serpîl Kemalbay parlementerê HDP’ê Sezaî Temelli û parlementerê CHP Sezgîn Tanrikulu axifîn.
“Em bi hev re bihêz in”
Piştre jî Jin bi hev re Bihêz in li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Ji bo Denîzê em edaletê dixwazin” hatin berzkirin. Ji jinan Dîdar Gul daxuyanî xwend û wiha got: “Em ê di dadgehên ku kujer Onur Gencer tê darizandin de bibin serhildana Denîz. Em baş dizanin ku kujer tenê Onur Gencer nîne. Hêzên ewlekariyê yên ku Onur Gencer gihandin û piştî cînayetê pirsa ‘navê te çi ye keko’ jê kirin baş nas dikin. Em baş pê dizanin bê ka yên li pêşiya avahiya HDP’ê qereqol ava kirin çawa rê dan kujer. Em kujeran nas dikin. Heta ku hemû faîl tên darizandin jî em ê dev ji têkoşîna edaletê bernedin.”
Fehîme Poyraz: Kujerê Denîzê qetil kir lê bi hezaran Denîz çêbûn
Dayîka Denîz Poyraz Fehîme Poyraz jî wiha axifî: “Denîz nemiriye, denîz di dilê me dijî. Hemû gel Denîz in. Ew gotin emê Denîz bikujin. Denîz nemir, denîz herikî, li her derê herikî. Denîz tu caran namrin. kujerê hov Denîzê qetil kir, lê hemû gel rabû ser piyan. Gelu gel li ser piyan e, şehîd tu car namirin.”
Li ber Edliyê gefa bi çek
Di kêliya ku wê danişînê dest pê bikira, kesek di deste wî çek hebû xwest bikeve edliyeyê. Vî kesî li ber edliyeyê tetika çeka xwe kişandiye û gotiye, “Ez ê we hemûyan gulebaran bikim.” Ev kesê di destê wî de çek hebû heta ber deriye avahiya edliyê hat jî lê polîsan mudaxile nekiriye. Yên ku tev li danişînê bûn bertek nîşanî rewşê dan û lê bi lêadna polîsanb re rûbirû man.
Piştî kêliyek şûn ve ev kesê di destê wî de çek hebû hat binçavkirin.