Dorpêça girankîrî bûye sedama rawestandina jiyanê

Bi hatina demsala zivistanê re hikûmeta Şamê dorpêçê li ser herêma Şehbayê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê giran kiriye. Dorpêç êdî bûye sedema rawestandina jiyanê û felaketa mirovî.

FÎDAN EBDULAH

Şehba –Dorpêça ku hikûmeta Şamê li ser xelkên herêma Şehbayê û koçberên Efrînê ferz kiriye, berdewam dike. Dorpêç bi xwe re zehmetiyên jiyanî tîne û madeyên bingehîn û sotemenî tunene. Gel bi jenerotoran hewl dide elektrîkê dabîn bike lê ji ber tunebûna sotemeniyê kargehên bingehîn mîna firin, navendên tendirustiyê, şaredarî û hwd. naxebitin.

Ji ber tunebûna dermanan keça wê jiyana xwe ji dest da

Mizgîn Nebo yek ji koçberên Efrînê ye û niha li kampa Serdemê ya li herêma Şehbayê dimîne, dibêje ku di 2’ê Kanûnê de ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê û ji ber ku nikaribû derman bikire keça wê ya çar salî jiyana xwe ji dest daye. Mizgîn Nebo di berdevamiya axaftina xwe de ji ber berdewambûna dorpêçê ji mirina keça xwe hikumeta Şamê berpirsiyar dîbîne û wiha got: “Her dayikek ji saxiya zarokên xwe berpirsiyar e. Tu nexweşiyên keça min tunebûn lê di dema dawî de nexweş ket û rêjeya iltîhabê di bedena wê de bilind bû. Di encama neşopandina rewşa wê, tunebûna derman û madeyên germkirinê di dema qutbûna sotemeniyê de rastî felca mêjî hat û jiyana xwe ji dest da.”

Rûxmî zehmetiyan di berxwedanê de bi israr in

Fatme Mihemed jî yek ji wan kesan e ku dorpêçê li ser jiyana wê bandor kiriye dibêje: “Bi taybetî zivistanê hikumeta Şamê dorpêçê li ser me giran dike. Nahêle sotemenî derman û pêdiviyên jiyanî derbasî heremê bibin. Lê ruxmê hemû cure êrîşan jî em ê berxwedana xwe berdevam bikin û ji bo Efrîn rizgar bibe, em biçin ser axa xwe çi pêwîst dike em ê bikin.

‘Hêzên ku bûne bela serê gelê Sûriyeyê ji vê dorpeçê berpirsiyar in’

Hevseroka Meclisa herêma Şehba-Efrînê Melek El Husên der barê dorpêça girankîrî ya li ser Şehbayê de nirxandin kir û diyar kir ku ev dorpêç 6 sal in berdevam dike û bi destpêka zivistanê re tê girankirin. Melek El Huseyîn wiha gotinên xwe berdevam kir: “Dorpêça girankirî ne tenê li Şehbayê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî zêde bûye. Welatên garantor ên ku civînên Astanayê bi rê ve dibin û bûne bela serê gelên Sûriyeyê ji vê dorpeçê berpirsiyar in.”

‘Pêvajoya xwendinê êdî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ye’

Melek El Husên di berdevamiya axaftina xwe de desnîşan kir ku hêzên hegemon bi dorpêçê re dixwazin vîna gelê Efrînê ku koçberî Şehbayê bûye bişkînin û careke din wan neçarî koçberiyê bikin û wiha gotinên xwe domand: “Ev siyaseta ku tê meşandin ne nû ye. Ji ber ku hikumeta Şamê bi salan bi dewleta Tirk re di nava komployê de ye. Ji bo ku pergala Neteweya Demokratîk têk bibin dixwazin Rêveberiya Xweser bixin rewşeke zehmet. Ji bo rakirina dorpêçê ji aliyên pêwendîdar daxwaza zexta li ser hikûmeta Şamê dike. Divê ku aliyên pêwendîdar ji bo dorpêçê bikevin nava liv û tevgerê. Ev deh roj in gelê Şehbayê di nava tarîtiyê de dijî. Nexweşxane jî edî ji xeynî rewşê lezgîn nikarin kar bikin. Her wiha pêvajoya xwendinê êdî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ye.