Diyane Elo li Şehbayê hat oxirkirin

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê Diyane Elo ya di encama êrişa dewleta Tirk a li ser dibistana keçan de jiyana xwe jidest dabû li goristana Berxwedana Serdemê oxir kirin.

Şehba – Balafira dironê ya dewleta tirk a dagirker dibistana zarokên keç ku bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî hatiye vekirin di navbera kantona Hesekê û navçeya Til Temirê de, hedef girt. Di encama vê êrîşê de çar zarokên keçik jiyana xwe jidest dan û 11 jî birîndar bûn yek ji zarokên ku jiyana ji dest da, Diyane Elo ya ji kantona Efrînê ye. Pêr ber bi saetên êvarê ve cenazeyê Diyane Elo gihîşt Şehbayê û duh bi hezaran kesên ji Efrîn û Şehbayê wê li goristana Berxwedana Serdemê spartin axê.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê malbatên şehîdan rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hesen Berko, li ser navê Rêveberiya Xweser Endama Encûmena Yesadanînê ya herêma Efrînê Fatimê Lekto axivîn. Di axaftinê de wiha hat gotin: "Em êrîşên dewleta tirk ku zarokên me hedef digre şermezar dikin. Li hemberî çavên hemû welatên dinyayê ev êrîş pêk tên û bê deng in. Bi coşek mezin li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel şehîdên xwe pêşwazî kir û oxir kirin. Em pakrewanên xwe dispêrin dilê xwe û soza tolhildana wan nû dikin dibêjin em ê xwîna wan li erdê nehêlin û hesab ji kujeran bixwazin.''

Paşê wesîqeya şehadetê ji aliyê mamoste Rûken Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.