Dîwana helbestên Yusra El-Xetîb li Xezayê hat xwendin
Salona Nûn a Wêjeyî bi xwendina dîwana helbestan "Fisûl û Ekser" a helbestvan û nivîskara Filistînî Yusra El-Xetîb, bal kişand ser helbesta El-Hayko ya Japonî.
REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Li Salona Nûn a Wêjeyî civîneke wêjeyî ji bo xwendina dîwana Helbestan a "Fisûl û Ekser" a helbestvan û nivîskara Filistînî Yusra El-Xetîb ku di helbesta El-Hayko ya Japonî de xwedî giringiyek mezine hat lidarxist. Gelek helbestvan û nivîskarên jin beşdarî civîna wêjeyî bûn, ku tê de hin nivîsên di komê de hatin nîqaşkirin.
"Di demên dawî de El-Hayko bûye Erebî"
Nivîskar Yûsra El-Xetîb bal kişand ser rêbaza nîvsandina helbesta El-Hayko û wiha pê de çû:"Ev huner bi dema niha re eleqedar e ne bi pêşerojê re. El-Hayko di van demên dawîn de bûye Erebî, ne Japonî, ji ber ku zimanê erebî xwedî ferhengeke dewlemend e û dikare her cure hunerê bi xwe re bihewîne. Ev cureyê wêjeyê bi aqil û felsefeyê ve girêdayî ye. Dîwana Helbestan ‘Fisûl û Ekser’ ku sala borî hat çapkirin, piştî pirtûka ‘El-Kain Bîqîneh’ ku di sala 2016'an de hate weşandin, pirtûka min a duyemîn e. Hemî berhemên wêjeyî girîng in û her celeb ji sedemek taybetî re xizmetê dike."
"Erka Salona Nûn balkişandina li ser berhemê jinên afirîner e"
Fethiya Sersûr da zanîn ku Salona Nûn ya Wêjeyî di sala 2002'an de dest bi xebatê kiriye û mehê bi du civînan ji bo nirxandina afirîneriya jinan li dar dixe û wiha lê zêde kir: "Erka Salonê balkişandina li ser jinên afirîner e û nîqaşkirina çend pirtûk û weşanên girîng ên nivîskarên jin. Salona Nûn yekem salona li Filistînê ye, ku bi riya wê gelek dosya di çend civînan de hatin vekirin."
Pirtûk li ser 12 beşan hatiye dabeşkirin
Îman Ebû Şaban dide zanîn ku nivîskar bi kurt kirina navê pirtûkê û felsefeya rengan ji bergê dest bi vegotina naveroka nivîsê kiriye û pirtûkê kiriye 12 beş li gorî demsalên salê. Nivîskar her wiha beşek cûda kir ji bo kulîlkan û wan ji yekê zêdetir nivîsên mîna Yasemîn hebûn, di beşekî de dibêje "kî ji ber payîzê ji ber kuştina kulîlkê û windakirina bîhnxweşiya wê tê darizandin" ev nivîs mirov dikare bi gelek şêwazan şîrove bike.
Lêkolîner û rexnegir Şahînaz Ebû Şebîka diyar kir ku ew beşdarî rûniştina wêjeyî bûye da ku beşdarî sehneya çandê ya nivîskar Yûsra El-Xetîb a bi navê “Fûsûl û zêdetir” bûye û tê de wateyên pir kûr anîne ziman. Di nivîsê de jî şîroveyên ku xwendevan di nav rastî û xwezayê de diherike û çanda nivîskar û jêhatîbûna wê ya ji bo ziman û şêwaza afirandinê nîşan dide. Her wiha tekezî li ser girîngiya beşdarbûna jinan di van civînan de ji bo afirandina nifşek bi edebiyat û çandê naskirî û karibe wan hilberîne, kir.