‘Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê’

TJA, DEM Partî û DBP’ê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê daxuyaniyên nivîskî weşandin û diyar kirin ku pirzimanî hêmanek dewlemendiya jiyana giştî ye û destnîşan kirin ku divê zimanê kurdî bi awayek zagonî bigihe statûya xwe.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê daxuyaniyên nivîskî weşandin. 

Daxuyaniya TJA wiha ye:   

“Tê zanîn ku di sala 1999'an de ji aliyê UNESCO ya Netewên Yekbûyî ve ji bo pirzimaniya li cîhanê were parastin Roja 21’ê Sibatê wek Roja Zimanên Zikmakî yên li Cîhanê hat îlan kirin. 

Lê di serê sedsala 20'emîn de bêguman weke gelek deverên cîhanê, dema mirov bala xwe dide polîtîkayên li Tirkiyeyê yên ku di encama feraseta desthilatdariya netew-dewletî ya ku politikayên yekzimanîyê parastin û ji sed salî zêdetire heman feraset didome, xetereyên li ser zimanên heyî roj ji roja din zêdetir bûn. 

‘Ev sedsale hemû ziman li Tirkiyeyê hatine qedexekirin’ 

Li Tirkiyeyê nêzî sed salane, ji bilî zimanê Tirkî hemû zimanên heyî hatin qedexekirin û ji qadên civakî hatin dûrxistin û bi awayekî pergalî rastî asîmilasyonê hatin kirin. Li gor daneyên UNESCO’yê li Tirkiyeyê 18 ziman winda bûn û yên mayî jî bi tunnebûnê re rû bi rû mane. 

Dema em bala xwe didin rewşa Zimanê Kurdî ya li Tirkiyeyê ew rûyê dewletê yê ku bi polîtîkayên Qanûna Şark Islahatê polîtîkayên qedexekirin, tunnekirin, înkar, tunehesibandin û asîmîlasyonê ji sed salî zêdetire ku li ser zimanê kurdî dimeşîne, derkeve pêşîya me. Li gel ku li Tirkiyeyê nêzî nîvê nufûsa wê Kurd in jî heta niha di ti warê fermî de ziman û mafên Kurdan nehatine nasîn. 

Ev feraseta dewleta mêrperest a li Tirkiyeyê bi heman awayî heta îro rojê jî zimanê asîmîlasyonê berdewam kir lê vê carê asîmîlasyoneke bi reng û şêweyên cuda meşand. Qirkirina zimanê kurdî bi qedexekirin û girtina rojname, kovar, sazî û dezgehên ziman, stran û konser, cil û bergên kurdî û hwd berdewam kir. 

Bûguman li hember vê feraseta heyî ji 40 salî zêdetire di encama têkoşîna gelê Kurd û bi taybetî jî di encama mûzakereyên Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê, sazî û dezgehên din ên welatparêz de ango di encama têkoşîna Gelê Kurd de Zimanê Kurdî ji ber devê kêra asîmalasyona dewletê hat xelas kirin. 

‘Îro xetere herî zêde li ser zimanê Kurdî heye’ 

Lê bêguman ji ber bandora asîmîlasyona sedsalî îro xeteraya herî mezin a li ser Zimanê kurdî bi asimilasyoneke navxweyî li Bakûrê Kurdistanê didome. berwedan û parastina Zimanê Kurdî îro tenê bi sazî û dezgehan ne mimkûn e. Ji ber vê yekê jî divê bi lezgînî statûya Zimanê Kurdî were qebûlkirin û bingeha wê ya makeqanûnî were rûniştandin. 

Em wek Tevgera Jinên Azad çawa ku bi salane li her cihî parastina mafê jinan dikin bi heman awayî parastina zimanê zikmakî jî dikin. Ziman û jin rahikê heman darê ne. 

Em jin careke din ji vir dibêjin ku bi awayekî lezgînî divê zimanê kurdî bigihêje statûya xwe û bi makeqanûnê were parastin. Pirrengîya ziman, dewlemendiya civakên heyî divê bê parastin. Bêgûman divê demildest li gor vê xalê gav bên avêtin û divê hemû qedexe, zext û dorpêçkirinên li ser zimanê Kurdî ji holê bên rakirin. Her wiha ji bo pêkanîna vê divê têkoşîn li her qadê bê bilindkirin û berfirehkirin. Di vê çerçoveyê de em 21'ê Sibatê Roja Zimanê cîhanê li tevahiya Gelê Gurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Ziman hebûn û xwebûna gelan e.” 

DEM Partî roja zimanê dayîkê pîroz kir 

DEM Partiyê jî li ser hesaba xwe ya X’ê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pîroz kir û ev peyam parve kir: “Zimanê dayîkê sedema hebûna gelekî ye û mafekî bingehîn e. Em Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li hemû gelên xwe pîroz dikin.”

DBP: Polîtîkayên înkar û îmhayê nikare îradeya Kurdan bişkîne 

DBP'ê jî bi serenavê “Ji Kurdî re Statu, Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê!” daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî ji bo gelên bindest xwedî cîhekî girîng e. Ev roj bi taybetî ji bo Kurdan him watedar him jî taybet e. Gelê Kurd sed sal e ji bo nasname, ziman û çanda xwe têdikoşe. Polîtîkayên înkar û îmhayê nikare îradeya Kurdan bişkîne. Ji bo ku zimanê Kurdî nekeve ‘goristana zimanan’, gelê Kurd tim têkoşîna xwe domand û dê bidomîne.”

‘Ziman hêlîna hebûnê ye’ 

DBP'ê anî da zanîn ku zimanê dayîkê ne tenê ji bo axaftinê, di heman demê de ji bo hebûnê jî girîng e û wiha domand: “Çimkî ziman hêlîna hebûnê ye. Heta îro desthilatdaran xwestin Kurdan asîmîle bikin û hebûna wan tune bikin. Lê belê ev hewldanên wan pûç bû û di sedsala 21'an de dewlet li hember têkoşîna Kurdan neçar ma. An divê mafên gelê Kurd bidin, an jî pergala netewe-dewletê dê têk biçe. Rêyek din an jî çareseriyek din tune ye. Wekî ku Birêz Ocalan di banga xwe ya di 27'ê Sibatê de diyar kir ‘Di avakirina civaka demokratîk de, perwerdeya bi zimanê dayîkê xala bingehîn e.’ Divê her gel zimanê xwe pêş bixe, nasname û çanda xwe biparêze. Tenê pergaleke ku bi rêzdarî nêzî van mafan dibe, dikare pêşerokeje demokratîk, wekhev û azad ava bike.” 

‘Divê ji bo ziman gavên şênber biên avêtin’ 

DBP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Em wek Partiya Herêmên Demokratîk dîsa bang dikin ku bila desthilat ji bo parastina hemû zimanan gavên şênber û demokratîk biavêje; li gorî mafên mirovan tevbigere. Bila baş were zanîn ku armanca me ya sereke statuya zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayîkê ye. Bi vê mebestê, em 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî pîroz dikin.”