‘Divê temsîliyeta jinan a siyasî bê berfirehkirin’

Jinên beşdarî sempozyuma ku li Marakeşê hat lidarxistin bûn, xwestin ku tevlîbûna jinan a siyasî bê berfirehkirin û diyar kirin ku divê pergala kotayan bê sînordarkirin.

RAJA KHAYRAT

Marakeş – Enstîtuya Geşepêdana Herêmî ya Mexrîbê sempozyûmek bi sernavê “Serokatiya siyasî ya jinên hilbijartî di asta herêmî de: Pirsgirêk û bendewariyên Mexrîbê û Derya Spî” li dar xist. Gelek kes beşdarî sempozyûma ku di malavahiya Komaleya Jin û Zarokan a Nakhil a li Marakeşê de hat lidarxistin bûn.  Seroka Enstîtuya Geşepêdana Xwecihî ya Mexrîbê Zakia Lamrinî diyar kir ku ew ji bo pêkanbûna wekheviya zayendî têdikoşin. Zakia Lamrinî got, “Rastî ew e ku di navendên biryargirtinê de hebûna jinan û bandorên wan a li ser polîtîkayên giştî, hê girêdayî xisûsên civakî û çandî ye.”

Qala xebatên Enstîtuya Mexrîbê kir

Zakia Lamrini bal kişand ku Enstîtuya Mexrîbê ku di Sibata 2008’an de hat damezrandin, fêkiyê hevkariya di navbera Komeleya Naxil û Encumena Herêmî ya Barcelonayê de ye û got; "Ji dema damezrandina wê ve li ser asta neteweyî, kapasîteya çalakvanan, parlamenteran, derdorên kolektîf, nûnerên civaka sivîl û medyayê bi mekanîzmayên pêwîst hatin xurtkirin û li ser gelek bername û projeyan xebitî. Ev yek ji bo ku ew bikaribin di pêşveçûna herêmî û wekheviya zayendî de rolek sereke bilîzin, hate kirin.” Zakia Lamrînî tekez kir ku ev bername ji bo avakirina rêveberiya herêmî, pêşxistina wekheviya zayendî û her wiha parêzvaniya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan têkoşînê dike.

240 jin jê sûd werdigirin

Der barê grûpên armanckirî de, Zakia Lamrini diyar kir ku proje zêdetir ji 14 civakên xwecihî û 17 civakên li herêma Barselona kiriye armanc, tora Jusoor ku ji pênc zanîngehan li Spanyayê û sê civakên li Marrakech-Safi pêk tê jî di nav de. Zekîye Lamrînî tekez kir ku zêdetirî 240 jinên hilbijartî yên siyasî ji projeya di warê wekheviya zayendî de ji bo amadekirin û pêkanîna siyasetên giştî yên herêmê sûdmend bûne.

Banga têkoşînê

Cîgira Seroka Meclisa Herêmî ya Barcelonayê Pilar Diaz destnîşan kir ku divê ev diyarde bê çareserkirin ji ber ku tundiya li ser jinan li pêşiya hêza siyasî û aborî ya jinan astengiyek e.

'Riyek dirêj li pêşiya me ye'

Aktîvîsta mafên mirovan Khadija Rabah jî diyar kir ku li Mexrîbê nûnertiya jinan a di meclîsê de ji du jinan zêdetir nîne û got, “Ji sala 1993’an û vir ve li Mexrîbê di meclîsên hilbijartî de hebûna jinan bi pêş ket. Di sala 2002’an de 35 jin bûne şêwirmend.” Khadija Rabah diyar kir ku ji bo bidestxistina prensîba wekheviyê ya ku di Destûra Bingehîn a Qraliyetê ya sala 2011'an de hatiye pêşbînîkirin, zêdetir pêşkeftin lazim e.

Ezmûna jinan di rêveberiyên herêmî de

Seroka Komîteya Xebatê ya Koma Munihlayê û nûnera Tora Jinên Hilbijartî ya Tûnisê Souad Haiddi, li ser tecrubeyên jinên Tûnisî yên di rêveberiya herêmî de axivî û destnîşan kir ku qanûnên Tûnisê di warê xurtkirina mafên jinan de çalak û pêşeng e. Souad Haiddi da zanîn ku ev yek encama xebatên femînîst ên koordînasyon û hevkarî yên bi salan e, çi li ser asta partiyê û çi ya parlementoyê, di hilbijartinên meclîsên şaredariyan de koordînasyona teng û berfireh pêk tê û wiha got: “Îro ji sedî 20’ê wan di şaredariyan de serok in. Di dîrokê de ew di destê mêran de bû, lê bi saya yasaya hevgirtinê, jinan karîbûn postên berpirsiyariyê werbigirin."

Têkoşîn hişt ku serbikevin

Endama Meclîsê û Wezîra berê ya Malbat, Piştevanî û Pêşketina Civakî Nozha Skalli jî qala ceribandinên xwe yê sala 2009’an a Şêwirmenda Parlamentoyê û Wezîra Malbatê kir. Nozha Skalli got, “2009 saleke pir hesas bû. Ji ber ku di wê demê de zîhniyeta tinehesibandina jinê serdest bû. Ger hewldanên tevgera jinan û saziyên ku daxwaza temsîliyeta jinan di meclîsên herêman de dikin derneketina holê, îro me vê serkeftinê bi dest nexistibû.”

Beşdaran bal kişandin ser girîngiya bihêzkirina aborî ya jinan.