‘Divê têkildarî komkujiya li Berxbotanê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin’

Rêveberiya Xweser têkildarî komkujiya dewleta Tirk a li gundê Berxbotanê yê Kobanê daxuyaniyek da û got: “Divê lêpirsîneke navneteweyî bê vekirin.”

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî komkujiya li gundê Berxbotan ê Kobanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminahî û pêkanîna sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî û olan, binpê dike.

Şevê din û di berdewamiya van siyasetên sûcdar de dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li dijî şêniyên gundê Berxbotan ê başûrê Kobanê pêk anî û di encama wê de 9 sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.

Komkujiya Berxbotanê ne komkujiya yekem e ku amûra şer a Tirkiyeyê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê pêk tîne. Ev yek li pêşiya çavên rêxistinên navneteweyî û civata navdewletî tê kirin, bêyî ku tiştekî bike û dibe bêdengiya civata navdewletî û rêxistinên wê yên pêwendîdar bi mafên mirovan re destekê didin dewleta Tirk da ku zêdetir sûcên şer li herêmê pêk bîne.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêm û gelê me şermezar dikin û em bang li civata navneteweyî bi hemû saziyên wê dikin, her wiha Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ku helwesta xwe li hember van komkujiyan aşkera bikin û ji bêdengiya xwe derkevin. Ji ber ku vî gelî li şûna tevahî cîhanê û di şerê li dijî terorîzma cîhanî ku DAIŞ’ê nûnertiya wê dikir, zarokên xwe kirin qurbanî.

‘Divê lêpirsîn bê vekirin’

Her wiha em bang dikin ku lêpirsîneke navneteweyî di vê derbarê de were vekirin û dosyaya komkujî û sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, radestî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were kirin.

Em sersaxiyê ji malbat û xizmên şehîdan re û ji tevahî gelê xwe re dixwazin. Hêviya başbûnê ji birîndarên xwe re dixwazin.

Em ji gelê xwe re teqez dikin ku xebatên me ji bo daxwaza mafên xwe ji dewleta Tirk a ji ber komkujî û sûcên şer ên ku dike, didomînin û em piştrast dikin ku ev kiryar dê me ji berdewamkirina rêya me di avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û azad de dûr nexe.