‘Divê qetlîamên Îran û dewleta Tirk ji hev cuda neyên dest girtin’

Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag a dest nîşan kir divê qetlîamên rejîma Îranê yên li dijî serhildana gel û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev cuda neyê dest girtin, ya ku jê tê tirsin civaka azad a ji aliyê jinên

Amed - Berxwedana gel a ku bi Jîna Emînî li Îranê dest pê kir bi mehan berdewam dike, têkoşîna azadiyê ya jinan bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" didin jî li hemû cîhanê belav bû. Jinên ku bi îlhamgirtina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku diruşme lê jiyanî bû, daketin qadan, bi polîtîkayên qetlîam û tepisandin re rû bi rû ne, axê ku ji jinan re dibe çavkaniya îlhamê îro di bin êrîşa dagirkeriyê de ye. Êrîşên hewayî yên li dijî xaka Rojava e ku bi hinceta teqîna 13’ê Mijdarê ya li Taksîmê pêk hat bi rojan didome, bi êrîşan tê xwestin hem afirînerên şoreşê û hem jî têkoşîna jinê bê tinekirin.

Di êrîşên ku bi domkir de sivîl û rojnamevan jî di nav de 14 kes hatin qetilkirin. Gava gel peyama berxwedanê dida, li diji êrîşa tê jiyîn jî welatên cîhanê bêdengiya xwe diparêze. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dêrsim Dag li ser mijarê nirxandin kir, diyar kir ku dewletên weke Îran û Tirkiye yên ji paradîgmaya jinên azadîxwaz ditirsin, berê xwe didin van êrîşan.

'Polîtîkayên qirkirin û zexr bi salan e dewam dike'

Dêrsim Dag destnîşan kir ku polîtîkayên zext û qirkirinê yên li Rojhilata Navîn li dijî gelê Kurd tê meşandin ne nû ye, diyar kir ku ev polîtîkayan bi sedsalan didome û wiha got: “Îro rastiyeke qirkirinê ku Tirkiye dixwaze di sedsaliya komarê de pêkbîne heye. Ji ber vê yekê hem li dijî Başûrê Kurdistanê hem jî li hemberî Rojava polîtîkayek şer tê meşandin. Em baş dizanin ku ev polîtîkaya şer polîtîkayek ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiya Kurd tê meşandin e.”

‘Ji belavbûna paradîgmaya azadîxwaz ditirsin'

Dêrsim Dag a dest nîşan kir ku nasnameya jina azad a ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn û li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye, dewletan ditirsîne, diyar kir ku bi êrîşan ev paradîgma tê hedef girtin. Dêrsim Dag bal kişand ku li axên ku şoreşa ji hemû cîhanê re bûye mînak lê hatiye jiyîn êrîş didomin û wha axivî: “Dewleta Tirk teqîna Taksîmê bi xwe plankir û bi hincet nîşandana teqîna ku welatiyên xwe qetil dike êrîşî Rojava dike. Rewşa ku di bingehîna êrîşa Rojavayê kirin j, têkoşîna jinê ya azadîxwaz, ekolojîk û paradîgma vê ye. Li holê ku ev paradîgma hemû feraseta heyî ya dewletê tine kiriye û polîtîkayên kedwariyê yên li ser jinan tarûmar dike. Li tevahiya Rojhilata Navîn belavbûna ev paradîgmaya ku li Rojava tê jiyîn, ditirsin.”

'Jin berdalê vê çi dibe bila bibe têdikoşin’

Dêrsim Dag da zanîn ku hem jin hem jî ciwan li dijî van polîtîkayên êrîşe amade ne, bi van gotinan dawî axaftina xwe anî: “Em nikarin qetlîamên Îran û dewleta Tirk ji hev cuda neyên dest girtin’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dirûşma "Jin Jiyan Azadî" kir veguherî felsefeyek û paradîgmaya wî îro li Rojava ji nû ve zindî bû. Em li Îrana ku îro dikarin bibêjin dewleta herî barbar û hovanê ye rengvedana vê paradîgmayê dibînin. Jiyîn bûyina têkoşînê li Rojavayê pêkhat û ji ber ve êrîşek li dijî Rojavayê mijara gotinê ye. Têkoşîna jinên ku bi salan li hemberî van êrîşan li ber xwe didin jî mezin e. Divê li dijî zext û qetlîamên li ser jinan hem li Rojhilat û hem jî li Rojava têkoşîna azadiya jinê bê mezinkirin. Berdêla wê çi dibe bila bibe jin ji bo têkoşîn û berxwedanê amade ne.”