‘Divê pêngava azadiyê hê berfirehtir bibe’

Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo li ser pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" axivî û diyar kir ku divê ev pêngav di asta cîhanî hê berfirehtir bibe.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ji 74 navendên cuda ji cîhanê di 10’ê Cotmeha 2023’an destpê kir. Di pêngavê de nûnerên sendîkayên siyasî, parlementer, çalakvan, saziyên civaka sivîl û kesên xelata Nobel a aştiyê bidestxistine beşdar bûn. Bi riya daxuyanî xwepêşandan pêngavên komkirina îmzeyan û xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan li gelek welatan hatin lidarxistin. Pêngav bi hemû leza xwe berdevam dike.  Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo têkildarî rêveçûna pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî"  ya di kantona Efrîn-Şehba  ji ajansa me re axivî.

Rîhan Elo li ser pêngavê got: "Doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan yekser bi gelek dozên cîhanî yên nehatine çareserkirin re girêdayî ye. Ji ber vê yekê pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan li zêdetirî 74 dewletên cîhanî hat destpêkirin. Ji beriya zêdetirî 6 mehan ve bi berdewamkirina pêngavê çalakî û xebat li ser asteke cîhanî gelekî zêde bûn û her ku diçe deng vedide. Dengê kesên piştgiriya pêngavê dikin û beşdaran jî zêde dibe û di serî de jî xelkên kantona Efrîn-Şehbayê. Li ser vê bingehê me rêzeçalakiyên li herêmê weke xwepêşandan, daxuyanî, çalakiyên birdozî, xwendina parazname û dahûrandinên rêbertî, perwerde, pêngavên komkirina îmzeyan, name, gotar, daxwazên gel û endamên saziyên jinan ji rêxistinên navdewletî û CPT."

Pêngav deng veda

Rîhan Elo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 25 salan in berdewam dike û wiha pê de çû: “Pêngava cîhanî gelek destkeftî û serkeftin bi xwe re anî û dengek li cîhanê veda. Ji bo ev pêngav hîn zêdetir bandorê li siyasetên dewleta Tirk û dewletên komploger bike girîng e pêngav hîn zêdetir çalak û bi bandor be. Li ser vê bingehê pêvajoya bê dê hîn bi çalakiyan xemilandî be ji bo bibe hêzeke zextê li ser hemû dewletên cîhanê.

Rîhan Elo wiha bi dawî kir: “Ji ber jin Rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî yê azad û demokratîk ji xwe re wek heval dibînin hejmara jinan di çalakiyan de mezin dibe. Ev yek nîşan dide  ku jin bi îsrar in Rêber Abdullah Ocalan azad bikin."