‘Divê li Xezayê ji bo gel perwerdeyên tenduristiyê bên dayîn’
Dilxwaza li Komeleya Heyva Sor a li Zîvala Xezayê Yûsra Heseb Allah, destnîşan kir ku ji ber dewambûna êrîşên Îsraîlê yên li ser, divê gel di perwerdeyên alîkariyên destpêkê yên tenduristiya rast re derbas bibin.
REFÎF ISLÎM
Xeza- Bi zêdebûna rêjeyên êrîşên li ser Zîvala Xezayê, rêjeya birîndaran serê saetê 10 kesan derbas dike. Ji ber van êrîşan jî xebatkarên tendirustiyê nikarin xwe bighînin cîhên bûyerê û alîkariyên pêwîst bikin. Loma milet neçar dimîne birîndaran derman bike û ji ber ku nizanin carnan bi awayên şaş derman dikin ev jî dibe sedema xirabtirbûna rewşa nexweşan.
‘Dermanên şaş jiyana nexweşan xetertir dike’
Paramedîk û dilxwaza li Komeleya Heyva Sor Yûsra Heseb Allah rewşa herêma di nava êrîşan de vegot. Yûsra diyar kir ku bi dijwarbûna êrîşan re li herêmê, xebatkar û erebeyên tenduristiyê nikarin xwe bighînin cîhê bûyerê û wiha got: “Li zîvalê hinek herêm bi “El Hemra” tên pênaskirin ku xebatkar nikare xwe bighîne wan deveran, loma rêwî neçar dimînin ku birîndaran bi awayên şaş derman bikin û haya wan ji xeteriya wê tuneye. Ev yek jî dihêle rewşa birîndaran dijwartir bibe. Ji ber vê yekê pêwîst e ku yek zana van birîndaran di demê de derman bike.”
‘Pêwîstî bi perwerdeyên tenduristî heye’
Yûsra Heseb Allah bal kişand ser girîngiya dayîna perwerdeyên tendiristiyê ya ji miletê re. Yûsra da zanîn ku ji bo xelk bikaribe di demên guncav de birînan bi awayên rast derman bike, pêwîst e perwerdehî bê dayîn û wiha got: “Ji ber êrîşên domdar li ser zîvalê, divê milet perwerdeyên tenduristî û alîkariyên destpêkê bibînin û hîn bibin ku di demên guncav de birîndaran derman bikin, heya ku xwe dighînin noqte û navendên tenduristiyê. Eger kesek tenê di malbatê de zanibe alîkariyên tendirustî bi kar bîne, rolek mezin di parastina civakê de dilîze. Mirov dikare ji bo birînên sivik ên wek şewtandin û bêhişbûnê alîkariyên destpêkê yên tenduristiyê pêşkêş bike. Ev yek jî zexta li ser noqteyên tenduristiyê sivik dike. Di rewşên tevlihev ên xwîn rijandinê de jî ew dikarin bi lez wê xwînê bisekinîn da ku jiyana nexweş ji mirinê biparêzin.”
‘Belavbûna hişyariyên tenduristiyê dikeve ser milê me’
Yûsra Heseb Allah destnîşan kir ku bi dayîna perwerdeyan mirov jiyana civakê diparêze û wiha got: “Ji bo ku em jiyana civakê biparêzin, divê perwerdeyên tenduristî di nav gel de zêdetir bibin. Bi rêya van perwerdeyan û belavbûna agahiyan a ji bo pêşkêşkirina alîkariyên destpêkê yên tenduristiyê, civak li ser destwerdanên şaş ên dermankirina nexweşan zane dibin. Di nava dibistan û stargehan de divê ev perwerde bên dayîn. Ji ber rojane bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Ev perwerde dikarin li ser medyaya dîjîtal jî bên danîn da ku em bêhtir zanebûna tenduristiyê di nava civakê de belav bikin. Ev erk, dikeve ser milê me xebatkarên tenduristiyê. Hewce ye em girîngî bidin pêşxisitna rola jin û dayîkan a di perwerdeyên pêşkêşkirina alîkariyên destpêkê yên tenduristiyê de. Ji ber ku yên herî zêde bi civakê re eleqedar dibin jin in.”