Divê li dijî tundiyê komîn werin avakirin

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê, di 4 rojan de 11 jin hatin kuştin. Li Wanê, xebatkarên tenduristiyê yên jin diyar kirin ku zêdebûna bûyerên kuştinê ji ber polîtîkayên hikûmetê ev yek çêdibin û pêşniyar kirin ku komîn li dijî tundiyê werin avakirin.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Tundî û bûyerên kuştina jinan zêde dibin lê li şûna ku hikûmet polîtîkayên nû ji bo parastina jinan biafirîne, pratîkên ku mafên jinan paşve dixin, didomîne.

Di 4’ê Hezîranê de, Dadgeha Destûrî (AYM) bi piraniya dengan rêziknameya ku dayîna nefeqeyê "bêdawî" ji bo hevjînên ji hev veqetiyayî ferz dikir betal kir. Sedema vê biryarê dê paşê were ragihandin. Rêxistinên jinan bertek nîşanî biryarê dan û gotin: "Digel ku jin li Tirkiyeyê hê jî di şert û mercên kar ên newekhev, xebata lênêrînê ya bêpere û xizaniyê re têdikoşin, çareserî ne sînordarkirina mafên heyî yên jinan e, jiholêrakirina newekheviyan e."

Jin bi fikar in ku ev biryar dê şîdeta navmalî zêde bikin. Daneyên heyî nîşan didin ku di van fikaran de mafdar in. Tenê di 4 rojan de, li bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê, 11 jin hatin kuştin an jî di bin şert û mercên gumanbar de mirin.

Di 5’ê Hezîranê de 3 jin hatin kuştin

*Li navçeya Pamukkaleya Denîzliyê, Sabit O. Metanet Altinpolat bi çekê kuşt.

*Li Bursayê, Niyazi Kaysuk hevjîna xwe Yagmur Demîrkiran bi çekê kuşt. Derket holê ku sûcdar, hatiye binçavkirin, ji ber sûcên din jî xwedî qeyda sûc e.

*Li navçeya Şarkoya Tekirdagê, Bînnaz Demîr bi awayê gumanbar mir.

*Li Şirnexê, Felek Yagbasan bi awayê bi guman li mala xwe mirî hat dîtin.

*Li Konyayê, Yuksel Sarikaya ji aliyê Alî Sarikayayê ku di pêvajoya hevberdanê de bûn ve, bi çekê hat kuştin. Hat hînbûn ku li dijî sûcdar fermana qedexeya derketina derve hebûye.

*Hacer Tikankuş (71) jî di şewata ku li mala wê ya li navçeya Yakutiyeya Erziromê derket de jiyana xwe ji dest da.

Di 6’ê Hezîranê de 3 jin di êrîşek de bi giranî birîndar bûn

*Li navçeya Silifke ya Mersînê, Ulaş D. hewl da Latife D. ya ku di pêvajoya hevberdanê de bûn, bi tiştekî tûj bikuje û wê birîndar bike.

*Li navçeya Yatagan a Muglayê, Gulayşe Çoban bi awayê gumanbar mirî hat dîtin.

*Li navçeya Siwêrega Rihayê, zilamekî bi navê H.T. hewl da hevjîna xwe E.T. û keça wan M.T. bi çekê bikuje û wan bi giranî birîndar bike.

Di 7’ê Hezîranê de 2 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirin

*Li navçeya Xamûr (Hamur) a Agiriyê, Irmak Ayşe Koparan a 24 salî ku bi zorê şandibûn gundê ku lê dixebitî bi awayê gumanbar mir.

*Li Îzmîrê, Zeynep D.Ç. a xwendekara Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Egeyê, bi awayê gumanbar li wargeha KYK’ê ya ku lê dima mir. Di 8’ê Hezîranê de du jinan jiyana xwe ji dest dan.

*S.G. ku li navçeya Menteşe ya Muglayê li ser riya Mugla-Aydinê rastî êrîşê hat, li nexweşxaneya ku wê rakiribûn ji ber birînên giran mir.

*Hamîde Çîftçî bi awayê gumanbar li mala xwe ya li Colemêrgê mirî hat dîtin.

‘Hikûmet ji jinan ditirse’

Hevseroka şaxa Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) Fîgen Çolakoglu, bal kişand ser sedemên zêdebûna bûyerên kuştina jinan, diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê yên der barê jinan de newekheviya zayendî kûrtir dikin û got: "Hikûmet ji jinan ditirse û ji ber vê tirsê li dora wan dîwaran ava dike. Ji bo pêşîgirtina li van êrîşan, pêdivî heye ku pêşî berxwedan û têkoşîna jinan di çarçoveyeke rêxistinkirî de bi hev re were organîzekirin."

‘Hikûmet bi polîtîkayên xwe vê tundiyê gur dike’

Fîgen Çolakoglu got: "Kuştina jinan siyasî ye. Her çendî hikûmet bi polîtîkayên xwe dikare vê tundiyê bi hêsanî ji holê rake jî naxwaze bi dawî bibe loma mekanîzmayên pêşîgirtinê naxe dewrê û bi polîtîkayên xwe yên bêcezatiyê tundiyê gurtir dike. Em tenê behsa tiştên qewimîne nakin divê van bûyerên kuştinê werin lêkolînkirin divê bêcezatî bi dawî bibe û polîtîkayên ku dikarin rê li ber wan bigrin werin hilberandin."

‘Avakirina hevgirtina kolektîf’

Fîgen Çolakoglu diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê "hevgirtina bi sûcdaran re" nîşan didin û wiha got: "Keda jinan tê îstîsmarkirin. Keda navmalî ya îstîsmarkirî heye. Pêdivî heye ku were gotin kêmasiyek cidî heye. Di vê nuqteyê de, tenê tiştê ku divê were kirin avakirina hevgirtina kolektîf e. Bi vê hevgirtinê re, pêdivî heye ku têkoşîneke rêxistinkirî were berfirehkirin. Em bawer dikin ku misogerkirina berdewamiya têkoşînê dikare bibe çareserî."

‘Zilam bi kuştina jinan hêza xwe nîşan dide’

Endama SES’ê Fatma Arslan diyar kir ku mêr hewl didin jinan biçewisînin da ku desthilatdariya xwe biparêzin û got: "Dema ku mêrek hîs dike ew ê desthilatdariya xwe ji dest bide, serî li kuştinê dide. Bi tepeserkirin û kuştina jinan, ew hêza xwe ji mêrekî din re îsbat dike."

Fatma Arslan, destnîşan kir ku di sûcên li dijî jinan de polîtîkayeke bêcezatiyê serdest e û axaftina xwe wiha domand: "Dema ku jinek tê kuştin, di navbera civak û qanûnê de lihevkirinek çêdibe. Ji ber ku têgeha 'rûmetê' ji bo rewakirina mêr bi awayekî tê bikaranîn. Bêdengiya li ser kuştina jinan li vir herî zêde eşkere ye. Ji bo derbaskirina vê yekê divê em pêşî ji rewakirina van bûyeran bigrin. Wekî din divê em vê têgeha 'rûmetê' bi awayekî rast pênase bikin. Kampanyayeke hişyarkirinê hewce ye. Bi salan e ev tê kirin lê hê ji hêla civakê ve nehatiye fêmkirin. Ji ber zextên civakî û hînbûnên kronîk, ev pirsgirêk hîn jî didome."

‘Divê jin tora têkoşîna kolektîf ava bikin’

Fatma Arslan, der barê sûcên li dijî jinan de rexne li sîstema dadweriyê jî kir û got: "Pergala dadwerî wekî ku tiştek bike xwe nîşan dide lê ev têrê nake. Jin hewce ye ku bi hev re bisekinin, toreke têkoşînê ya kolektîf li dijî vê yekê ava bikin. Jin hewce ne ku wê tora tundiyê mil bi mil ji hev veqetînin. Di demên dawî de, em pir li ser komunalîzmê nîqaş dikin. Ez difikirim ku ji bo pêşîgirtina li bûyerên kuştina jinan û tundiya li dijî jinan, komun dikarin werin avakirin. Xebata li hemberî vê yekê dikare pêşî li tundiyê bigre."

Kuştinê dikin ‘xwekuştin’

Fatma Arslan, bal kişand ser jinên bi awayê bi guman dimrin û diyar kir ku rastiya ‘kuştinê’ li pişt van dozan derketiye holê. Fatma Arslan di dawiya gotinên xwe di wiha got: "Wan ji mirina Rojin Kabaîş, Gulistan Doku û Rojwelat Kizmaz re digotin 'xwe kuştin.' Lê bi demê re eşkere bû ku yek ji wan jî ne xwekuştin bû, kuştin bû. Dema ku jê re dibêjin xwekuştin, civak wê qebûl dike."