‘Divê komkujiyên Ermenî û Êzidiyan weke jenosîd bê qebûlkirin’

Neviyeke Ermeniyên di qirkirinê re derbas bûye bi vegotina serpêhatiya qirkirina ku dapîra wê jî şahidî jê re kiriye, tekez kir ku hewcedariya doza qirkirina jinên Ermenî û fermana jinên Êzidî bi baldariyeke navneteweyî heye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Împaratoriya Osmaniyan di şerê cîhanê yê yekemîn de polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê Ermenî da meşandin. Jenosîdek ku di encamê de milyon û nîvek Ermenî hatine qetilkirin pêk hat. Êrişên qirkirinê di bihara 1915’an de dest pê kirin, heta payîza 1916’an domiyan. Osmaniyan û dewleta Tirkiyeyê ya îro heta niha berpirsyariya dîroka xwe ya reş û pêkanîna qirkirin û jenosîdê qebûl nake. Ermeniyan ji vê qirkirinê re digotin Medz Yeghern (Sûcê Mezin) an Aghet (Karesat).

Qirkirina Ermeniyan qirkirina jinan e jî

Di vê qirkirina ku mirovahiyê jê re çavên xwe girtibû de jin û zarok bûn qurbanî, hatin serjêkirin, revandin, rastî tecawizê hatin, ên di rêwîtiya koçberiya bi darê zorê de ji tîbûn û birçîbûnê mirin û cenazeyên wan li ser riyan man. Di heman demê de jinên ku dawî li jiyana xwe anîn û jinên ku li dijî wan li ber xwe dan jî hebûn.

Neviyeke Ermeniyan: Garînê Harotiyan

Li vir li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neviya Ermeniyan Garînê Harotiyan a di sala 1968’an de li Helebê çavên xwe li cîhanê vekiriye û 31 sal in li taxeke Hesekê dijî, heye. Dayika keç û lawekî ye ku her du jî zewicîne û hevjînê wê jî çend sal berê çûye ser dilovaniya Xwedê. Lê belê Garînê bi tenê najî, ligel wê jineke misliman heye û bi hev re di malekê de dijîn. Ligel cudabûna bawerî, çand, ziman û dîrokê jî bi baweriya ku jin bi jinê bihêz dibe û bi hev re dikarin têbikoşin, dijîn.

Garînê di bin sîwana Meclisa Civaka Ermenî de mamostehiyê ji gelek ciwanan re dike ku zimanê dayikê (Ermenî) fêr bike.

Garînê ya ku niha 56 salî ye, di kêliyên ku çavên xwe li cîhanê vedike û di dergûşê de mezin dibe û heta îro tê, li ber guhdarkirina serpêhatiyên dapîr û bapîrên xwe mezin dibû û kîna li hemberî dijmin her roj di dilê wê de bi armanca tolhildanê mezin dibû.  

Garînê Harotiyan ji ajansa me re bi çend hûrguliyan behsa qirkirina Ermeniyan kir.

Di dergûşê de û li ber çirayên şevê bi çîrokên qirkirinê mezin dibû…

Ji ber serpêhatiya dapîra wê hê li bîra wê ye û her zindî ye, Garînê Harotiyan bi wê dest bi axaftina xwe kir: "Em bi çîrokên qirkirinê ku dayik û bavên me ji me re digotin, mezin dibûn. Sal 1915 û qirkirina Ermeniyan her du agahî baş tên bîra min ku çawa em bi hev re mezin dibûn. Ez 8 salî bûm, dayik û bavê min ên ji bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê ne, ji min re digotin ku koka me ji ku tê. Behsa Osmaniyan dikirin ku çi bûyer bi ser me de anîne, li dijî ax û xwezaya me çi polîtîka dan meşandin û çi zirar dan pîşesaziya me û çawa qirkirin dan destpêkirin û ew ji ser koka wan dan koçberkirin.

'Bi keziya xwe leşkerê osmanî dixeniqîne'

“Wê demê tenê dapîr û bapîrê min li gund dimînin, dapîra min a ducanî di meha 8’an de bû, ligel bapîrê min direvin û di kanalîzîsyonan re derbas dibin û xwe ji leşkerên Osmaniyan 3 rojan bêyî xwarin û vexwarin, vedişêrin. Pê dihesin ku leşkerekî osmanî cihê wan dibîne û nêzî wan dibe, ji ber dapîra min porê wê gelek dirêj bû her dem dikir kezî. Leşker dikeve xefika dapîr û bapîrê min û dapîra min keziya xwe ya dirêj, li dora qirika wî leşkerî digerîne û wî dixeniqîne. Ew wisa xwe xilas dikin lê piştî çend salan jiyana xwe ya li Helebê didomînin, ew jî dimrin. Her min hêvî dikir ku ez di dema wê de bûma, yan jî ew di dema me ya niha de bûya û min ev kêliyên bi nirx jiyabûya, bidîta ku dapîra min çiqas jinek wêrek bû."

'Ev gawir in'

Garînê Harotiyan tirsa Osmaniyan li dijî wan û bû sedema qirkirinê wiha anî ziman: "Ne bi dilê Osmaniyan bû ku Ermeniyên li ser koka xwe dijîn, di warê aborî û pîşesaziyê de bi pêş bikevin, di qada siyasî, wêjeyî, perwerdehî û hiqûqî de gavên girîng bavêjin lewra Osmaniyan ev weke xeter li ser Împratoriya xwe didîtin. Qirkirin pêk anîn, gel dan koçberkirin û qetilkirin. Ji bo ku teslîm nebin hinek jinan xwe avêtin çeman, zikê jinên ducanî bi şûr diçirandin û bi şûr zarok derdixistin û pê dilîstin û parçe dikirin. Ji bo Ermeniyan digotin 'Ev gawir in' û bêyî ku bibêjin ev zarok, jin, keç, pîr û ciwan in hemû di qirkirinê re derbas kirin. Ev tenê milyonek û nîv ê hatine qetilkirin hatiye belgekirin, yên ku hatine koçberkirin û di rêwîtiya koçberiya de di çolistanan de jiyana xwe ji dest dane jî hene. Kes nizane xwişk, bira, dayik û bavên wan li ku mane, hemûyan perîşan kirin."

'Ji çolan û ji ser riyan parçeyên hestiyên me hatine komkirin'

Garînê Harotiyan da zanîn ku hestiyên wan di Goristana Mergeda ya Hesekê de ne û wiha pêl da gotinên xwe: "Ermeniyên li ser riya koçberiyê ji tîbûn û birçîna dimirin, hestiyên wan dianîn û li Goristana Mergedayê veşartin, hestiyên wan li erdan nehiştin. Carna hestiyên ling, serî û carna jî diran dianîn, her yek ji wan di gorekê de dihatin veşartin bêyî ku were zanîn ev hestiyên lingê kê ne û nasanameya wê/î yan jî temen û cinsê wan were zanîn. Heta niha dilê min ranake ku ez herim vê derê bibînim, ji ber ji birîna me hê jî xwîn tê, qalik negirtiye û hişk nebûye. Nayê jibîrkirin, êş nayê jibîrkirin û nabe ku em ji bîr bikin, bi her zarokek nû tê çavên xwe li jiyanê vedike re, qirkirina me zindî dibe."

Baldariyek navneteweyî pêwîstiyeke demê ye

Garînê Harotiyan bal kişand ser girîngiya doza qirkirina Ermeniyan û got ku ew qirkirineke ne ji rêzê bûye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Divê baldariyeke navneteweyî ji bo doza Ermeniyan hebe, ji ber her zarokek Ermenî tê dunyayê em pê re qirkirinê dijîn û zindî dikin, bi wan re parve dikin da ku neyê jibîrkirin. Em hovîtiya heyî ji nifşek derbasî nifşeke dikin û wan bi dîroka wan didin nasîn."

Fermana Êzidiyan û Qirkirina Ermeniyan cêwiyên heman ax û êşê ne

Garînê Harotiyan fermana ku jinên Êzîdî di 3’ê Tebaxa 2014’an de pê re rû bi rû man bi bîr xist û got ku fermana jinên Êzidî berdewamyia qirkirina jinên Ermenî ye û wiha pêl da gotinên xwe: "Dibe ku hêz û amûrên şer guherîbin lê belê komkujî û qirkirineke bi heman aqilê mêr-dewletê bû. Ferman û qirkirin ji hev ne qut in, jinên Ermenî jî hatin serêjkirin, guliyên wan hatin birîn, xwe avêtin çeman da ku teslîm nebin û jin û zarokên bê guneh hatin qetilkirin. Ji lewre yên herî zêde divê bixebitin û vê qirkirinê nedin jibîrkirin jin in. Em roj bi roj mezin dibin, lê belê em jibîr nakin bê çi li ser dîrok, çand û hebûna me qawimî, ji lewre 24’ê Nîsanê her sal em qirkirinê bi bîr tînin."

Banga darizandin û naskirinê

Garînê Harotiyan got ku ew ê doza xwe ji bîr nekin û wiha domand: "Em jinên Ermenî jib o  darizandina sûcdaran û naskirina qirkirina Ermeniyan bang dikin. Ji ber ku ev mafê me ye û em ê rojekê bi dest bixin. Ji ber ku heta îro ew qirkirina li dijî me her dem berdewam kiriye. Divê em dengê xwe di qada navneteweyî de bilind bikin, her kesê/î bi qirkirina xwe bidin hesandin."

Garînê Harotiyan bi xewna ku li bendewariya pêkanîna wê ye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi hêviya ku rojekê ji rojan, ez serdana welatê xwe Ermenistanê bikim û xewna dayika xwe pêk bînim, ji ber ku wê gelekî dixwest biçe li Ermenistanê bijî lê nikaribû."