‘Divê jinên Sûriyeyî ji bo pêşerojeke baştir dengê xwe bikin yek’

Jinên Sûriyeyê bi dehan salan, ji ber mercên xirab ên welat, êş kişandin, hatin vederkirin û ji derveyî jiyana civakî man. Tevî hemû tiştên ku jiyane jî dikarin ji bo pêşerojê hêza xwe bikin yek û bi hev re dengê xwe bilind bikin.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Jinên Sûriyeyî her çendî bikaribin bi zoriyan re derkevin serî û di warê guhertinê de bi hêz bin jî; pişt ewqas zoriyên ku kişandine êdî dem hatiye helwesta xwe baştir raber bikin.

Gelek jinên li Suweydayê, difikirin ku bihêzbûnan jinan, cihgirtina jinan a di jiyana siyasî, aborî û mekanîzmayên biryargirtinê de weke kevirê bingehîn ê avakirina civakek adil û bi îstîqrar dibînin. Ew bawer dikin ku jin xwedî derfeteke bêhempa ne, dikarin bi riya serxwebûna aborî, zanîna mafan û beşdariya nava civakê, ji nû ve teşe bidin welat.

‘Divê em xwedî hêza biryargirtinê û serbixwe bin’

Aktivîsta li Suweydayê Nesrîn Ebu Fexr, bal kişand ku divê jinên Sûriyeyî ji her demê zêdetir ji bo pêşxistina welat rola xwe bilîzin û got: “Em jin divê di warê siyaset, daraz û aborî de, di mekanîzmayên biryargirtinê de cihê xwe bigrin. Divê em mafên xwe û berpirsyariyên xwe bizanibin. Serxwebûna aborî pir girîng e lewre jin dema xwedî aboriya xwe bin dikarin bi îradeya xwe ya azad biryaran bigrin, girêdayî tu kesê neminin. Divê jin di warê derûnî û fizîkî de bi hêz bin. Piştî tirs û şîdeta ji ber salên şer ev yek girîngtir bûye. Divê jin bikaribin xwe biparêzin, wateya azadiya şexsî baş fam bike, hînbûn, ger, biryara di warê jiyana xwe de û hejmara zarokan de azad be. Divê tevî hebûna kevneşopî û adetan jî rêz ji van mafan re were nîşandayîn.”

‘Divê em dengê jinan bikin yek û bi destên hev bigrin’

Emel Azzam, jî bal kişand ku divê dengê jinên li hemû bajarên Sûriyeyê weke hev derbikeve û got: “Divê xwedî heman hestan bin, bi civînên bi rêkûpêk, ji hemû bajarên Sûriyeyê em jin divê werin ba hev. Divê em ji tecrubeyên hev sûdê bigrin, ji bo jin di pêşerojê de, li welat rolên baş bigrin em plansaziyan çêbikin.”

Emel Azzam diyar kir ku jinên Sûriyeyî bikêrhatî ne û bi taybetî ji bo jinên di mercên zor ên şer de mane divê destek were dayîn. Her wiha got ku destek ne tenê derûnî be divê projeyên aborî û civakî û aborî jî hebin û wiha domand: “Lewre xebat kesayetiya jinan bihêz dike û rê vedike ku di civakê de bandora wan zêdetir bibe. Jinên bi hêz, zarokên bi hêz mezin dikin. Riya avakirina Sûriyeyê ev e.”

‘Pêdiviya me ne bi veqetînê bi yekitiyê heye’

Emel Ganem, diyar kir ku ew pir bi ber dûrbûna ku ji ber mercên zor di navbera jinan de çêbûye dikeve û wiha domand: “Gelên Sûriyeyê divê ji bo yekitiya neteweyî zêdetir nêzî hev bin. Divê di navbera jinan de jiyana hevpar hebe, em bi hev re bin û bi heman hest û dilî tevbigerin. Tu astengî li pêş komek jinên ku bixwazin bi hev re bixebitin, tune ye. Pêşeroja ku em xelay dikin ev e. Ez hêvî dikim merc baş bibin, jin dengê xwe bikin yek û careke din di avakirina civakê de rolên mezin bigrin ser xwe.