“Divê jinên Êzidî di dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê de amadebin”

Di runiştina duyemîn a komxebatê de Mamosteya Zankoyê Nîkola Eşref Şalî û Berpirsa Civakî ya Piştevaniya Jinên Êzidî Ferîde Seîd Xelef nirxandinên giring kirin û gotin: “Divê çeteyên DAIŞ’ê yên girtîne û xetereya wan li ser herêmê heye bên dadgeh kirin. Divê jinên Êzidî yên herî zêde ji destê çeteyên DAIŞ’ê êş kişandine di dadgehkirina wan de amadebin”

Silemaniye – Çeteyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de êrişên mezin li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê pêkanîn bi hezaran mirov qetil kirin û jin dîl girtin. Jinan ji ber ku ferzkirinên wan ên koletiyê qebûl nekirin şewitandin û yên dîlgirtî jî di bazaran de firotin. Di komxebeta li Silêmaniyê bi navê “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê” de li ser vê mijarê nîqaşên giring hatin kirin û xalên girîng ên derbarê xeterî ya DAIŞ’ê hat ser ziman. Di nîqaşên komxebatê de bal hat kişandin ku hebûna girtiyên DAIŞ’ê li ser herêman û bi taybetî jî li ser jinan xeteriyek mezin ava dike. Rûniştina yekemîn a komxebata têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê bi moderatoriya Zehra El Reşî bi nîqaş û pirsan meşiya, di rûniştina dûyemîn de bi moderatoriya Newzed Salih berdewam kir. Di runiştina duyemîn de Mamosteya Zankoyê Nîkola Eşref Şalî û Berpirsa Civakî ya Piştevaniya Jinên Êzidî Ferîde Seîd Xelef nirxandinên giring kirin û dan zanîn ku divê çeteyên DAIŞ’ê yên girtî bên darezandin.
“Divê alîkariya rêveberiya weser bê kirin”
Di rûniştina dûyemîn a komxebatê de Mamosteya Zankoyê Nîkola Eşref Şalî destnîşan kir ku divê di her alî de alîkariya Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin. Nîkola Eşref Şalî diyar kir ku di vê demê de ji bo têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pêwistî bi yekîtiya netewî û dirûstkirina bereyekî nîştîmanî heye û wiha got: “Pêwîst nake ku em bi çavek cûda li herêma Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê an jî aliyên din binêrin. Li Başûrê Kurdistanê partiyek hebûna rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê qebûl dike, lê li milê din jî partiyek xweseriya Rojavayê Kurdistanê qebûl nake. Ev jî zirarek mezin li yekîtiya neteweyî dike.”
Nîkola bilêv kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên girtî xeteriyek mezin li ser herêmê dide avakirin û wiha berdewam kir: “Çeteyên DAIŞ’ê him di nav girtîgehê de him jî ji derveyî girtîgehê xwe rêxistin dike. Êrişa ku li ser Xwêran çêbû encama xwe rêxistinkirina çeteyên DAIŞ’ê ya ji derveyî girtîgehê bû. Ji bo vê jî lazim e dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê di asta jor de bê çêkirin.”
“Çirayên Şengalê ti caran venamirin”
Berpirsa Civakî ya Piştevaniya Jinên Êzidî Ferîde Seîd Xelef jî fermana 3 yê Tebaxa 2014’an bibîrxist û got: “Dinya alem dizane 3 yê Tebaxa 2014’an fermanek mezin li ser gelê me yê Şengalê pekhat. Niha 7 hezar jin di fermanê de ketin destê DAIŞ’ê. Ji wê demê ve 1500 dîlên me yên di destê çetan de ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Jinên ku ketin destê DAIŞ’ê di bazaran de hatin firotin. Bi ronahiya ku hat Şengalê re tifaq û hêza gelê Şengalê çêbû. Ferman ne tenê li ser Şengalê pêk hat. 22 gundên me hatin valakirin, 25 hezar Êzidî ji bajar derketin. Di gelek aliyan de ferman li ser me hat kirin û me gelek zorî dît. Em Êzidî xwedî dirok û felsefeyek pirzoin, ji ber wê em neşkestin û naşkên. Çirayên Şengalê ti caran venamirin. Hemû dewletan û hêzên deshilat xwestin Şengal têkeve destê çeteyên DAIŞ’ê. Bi berxwedana Şengaliyan planên siyasî yên dewletan hemû vala hatin derxistin.” 
Ferîde Seîd Xelef da zanîn ku daxwaza wan ewe çeteyên DAIŞ’ê bên dadgeh kirin û wiha domand: “Lazim e DAIŞ bê dadgeh kirin. Ji ber ku herî zêde jinên Êzidî ji destê wan êş kişandine, ji lewra divê jinên Êzidî di dadgeh kirina wan de amadebin. Bi 300 şehîdan Şengal hat parastin. Bi piştevaniya şervanên YPG û YPJ’ê hemû Iraq hat parastin.”
Ferîde Seîd Xelef bal kişand li ser êrîşa dawî ya li ser Hesekê hatî kirin û wiha pêde çu: “Piştî êrîşa li ser Hesekê planên dewletên nijadperest biser neketin. Dema dîtin serneketina wan negengaze vê carê jî dewleta Tirk bi 12 balefiran êrîşî Şengal û Mexmûrê kir. Ew miletê xwedî îrade û hêz gav paş de ne avêt. Dîsa ew Êzidiyên xwedî îrade rabûn ser piyan û vîna wan mezintir bû. Haya gelek aliyan ji vê êrişa li ser Şengalê heye. Êzidî ti caran belengaziyê qebûl nakin. Em xwedî îrade ne. Weke Şengalî em bêjin em ne Iraqî ne wê bêjin hûn çima xwe ji me cuda dikin, lê hikûmeta Iraqê li hemberî hemû êrişan bêdeng ma. Dibêjin; ‘me bi hezaran şehîd daye û me sêsed esîr xilas kiriye’. Lê tiştek wisa nîne. Me tiştek wisa nedîtiye, ji ber ku çênebûye. Em gelek spasiya şervanan û rêveberiya xweser dikin, wan em rizgar kirin.” 
Komxebata ku bi beşdariya gelek delegeyên ji Başûrê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriye ya Başûrê Kurdistanê hatî lidarxistin, piştî axaftin û nîqaşan bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.