‘Divê jin xeta xwe ya xweparastinê xurtir bikin’

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mehdiya Hîlal, diyar kir ku hêzên ewlekariyê ji bo parastina jinan û civakê dixebitin divê civak bi zanebûnê xwe bi çek bike û xeta xweparastinê xurtir bike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi armanca bihêzkirina xeta parastinê, 25'ê Îlonê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa xwe ya 4’emîn bi dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê azadiya fizîkîy a Rêber Apo misoger bikin” li Hola Serdem a bajarê Hesekê li dar xist. Di konferansê de jinan bal kişandin ser xurtkirina xeta xwe ya xweparastinê.

Têkildarî konferansa 4’emîn rêvebera Hêzên Ewlekariya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehdiya Hîlal ji ajansa me re axivî.

‘Pêwist e civak xwe bi zanebûnê biparêze’

Mehdiya Hîlal teqez kir ku girîngiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ji bo parastina jinan û civakê ji xeterên hundir û derve ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi hezaran salan e jin rastî tundiyê tên, îşkence, tecawiz, tundiya derûnî û cureyên din ên tundiyê li dijî jinan pêk tên. Bi hincetên cuda, bi navê namûsê jin tên qetilkirin. Ji bo têkbirina cureyên tundiyê hewldanên me hene û parastina jinan erka me ye. Bi gelek şêwazan em dixwazin rê li ber tundiya li ser jinan bigrin. Ji bo wê jî tensîqa me bi dezgehên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan re heye. Di aliyekî din de, bi riya semîner û belavkirina broşûran em dixwazin hişmendiya xweparastinê ya jinan di nava civakê de belav bikin. Divê civaka me bi hişmendiya xweparastinê xwe bi çêk bike û xwe li ser bingeha xweparastinê birêxistin bike, bi zanebûnê xwe biparêze.”

‘Parastin rêxistinbûyîn û zanebûn rêgezên bingehîn ên jiyanî ne’

Mehdiya Hilal diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin di Şoreşa Rojava de roleke bi bandor lîstine û wiha anî ziman: “Jinên ku di vê qadê de cih digrin li ser benda kontrolê, ofîsên ewlehiyê û ofîsên rêxistinbûyînê bûn yek da ku jinan û civakê biparêzin. Bi saya felsefeya Jin Jiyan Azadî, jinan fêm kirin ku parastin, rêxistinbûyîn û zanebûn rêgezên bingehîn ên jiyanê ne ji bo jiyana azad û demokratîk. Şoreşa Rojava bi saya pêşengiya jinan di warê xweparastinê de bû xwedî gelek destkeftiyan.”

Mehdiya Hilal di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Weke jinên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, erka me ew e ku em jinên di civakê de ji her êrîş û tundiyê biparêzin. Hêzên me bi şev û roj, di serma û germê de dixebitin da ku ewlehî û aramiya herêmên xwe misoger bikin.”

‘Armanc bihêzkirina jinan di ofîsên taybet û yên birêxistinkirî de ye’

Mehdiya Hilal bal kişand ser lidarxistina konferansa 4’emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku armanca wê xurtkirina îradeya jinan e û wiha berdewam kir:
“Li ser civaka me gelek planên xerakirin û perçekirinê hene. Li beramberî wê îro em li vê derê kom bûne ji bo ku em nîqaş li ser bikin û weke hêza jinan çawa rê li ber bigrin bi hev re dixaxivin. Xalên sereke ku hatin nîqaşkirin, xurtkirina îradeya jinan û xurtkirina ofîsa jinan ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir û bihêzkirina ofîsên rêxistinkirî ye.”

‘Bê parastin kes nikare jiyanê azad û bi rûmet bijî’

Mehdiya Hilal di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku xweparastin mafê hemû zindiyan e û bê parastin kes nikare jiyana azad û bi rûmet bijî axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Di vê qonaxa ku Sûriye tê de derbas dibe de divê hemû jin Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin xurt bikin. Em bang li hemû jinên Sûriyeyê dikin ku bi hêza xwe ya cewherî bawer bin û xwe biparêzin, ji ber ku xweparastin bingeha her tiştî ye.”