‘Divê jin li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn bibin yek’

Çalakvana mafê jinan a ji Yemenê Bahia Al-Saqqaf bal kişand ser polîtîkayên şer ên dewletên ku li Rojhilata Navîn serwer in û got ku divê jin li dijî êrişên qirkirinê yên li Rojhilata Navîn tê meşandin bibin yek.

FATIMA REŞAD

Yemen – Şerê ku li Rojhilata Navîn gûr dibe mîna binpêkirinên mafan vedigere jinan û di her firsendê de jin balê dikşînin ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî ya jinan.

Çalakvana mafê jinan a ji Yemenê Bahia Al-Saqqaf bal kişand ser polîtîkayên şer ên bi destê dewletên ku li Rojhilata Navîn serwer in û got ku di van şeran de herî zêde jin tên mexdûrkirin.

‘Divê jin hêza xwe bikin yek’

Bahia Al-Saqqaf wiha got: “Rojhilata Navîn timî dibe qada şer. Lê belê em weke gelên Rojhilata Navîn çima li dijî polîtîkayên şer nabin yek? Li tevahî welatên Rojhilata Navîn pirsgirêkên ku tên jiyankirin û binpêkirin dişibin hev. Divê jin li hemberî polîtîkayên şer û binpêkirina hêza xwe bikin yek. Ger wiha nebe dê pêşerojekê me jî nebe.”

‘Ji sedî 70 kesên li Filistinê hatin qetilkirin jin û zarok in’

Bahia Al-Saqqaf destnîşan kir ku li Yemenê zêdetirî 17 salan e bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibe û got: “Derfetên li herêmên Ereban dilê mirovan dişewitîne. Ji ber ku li her derê şer heye. Ji sala 1948’an ve Filistin tim di bin gefa êrişan de ye û ruxmê ku salên dirêj derbas bû ev rewş neguherî. Berevajî vê êrişên qirkirinê zêdetir bû. Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha êrişî Zîvala Xezayê dike. Ji sedî 70 kesên ku tên qetilkirin jin û zarok in. Bi giştî zêdetirî 47 hezar kesan di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan.”  

‘Divê saziyên navnetewî dengê xwe bilind bikin’

Bahia Al-Saqqaf da zanîn ku polîtîkayên şer li Sûdan, Yemen, Lîbya û Sûriyeyê dewam dike û wiha pêl da axaftina xwe: “Li welatên Ereban şer gûr dibe. Wisa dixuye ku dê guhertinên mezin ên jeopolîtîk çêbibin. Dê Rojhilata Navîn bi tîfaqên nû şêwe bigire û fikara me ew e ku li Rojhilata Navîn a nû de binpêkirinên li dijî jin û zarokên keç zêdetir bibin. Li Yemênê, li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de binpêkirin zêde dibin. Li van herêman jin û zarok bi gelek zextan re rûbirû tên û cihêkarî li wan tê kirin. Divê di qada navnetewî de rêxistinên jinan, sazî û dezgehên jinan, saziyên mafên mirovan li dijî binpêkirinan derngê xwe bilind bikin û li dijî van binpêkirinan rabin.”  

‘Êş heman e divê hêz bibin yek’

Bahia Al-Saqqaf got ku li Sûriyê, Yemen, Misir û Lûbnanê torên bihêz ên netewî heye û wiha domand: “Kurd û jinên Êzidî bi gelek binpêkirinên giran re rûbirû hatin. Êşên ku em dijîn heman e. Wê demê çima hêzên me li vê herêmê nabin yek? Ger weke jinên Rojhilata Navîn em hêzên xwe bikin yek em dikarin serkeftinên mezin jî bidest bixin. Rojhilata Navîn tim bûye cihê pevçûnan û polîtîkayek bi vê rengê tê meşandin. Hêzên serwer dixwazin hemu çavkaniyên Rojhilata Navîn bixin bin destê xwe û ji ber vê yekê tim rewşekê pevçûnê ava dikin. Ger weke gel û jinên Rojhilata Navîn em hewldanên xwe nekin yek û yekîtiya xwe ava nekin em ê bi polîtîkayên şer re rûbirû bên.”

‘Bê beşdariya jinan pêşerojekê bihêz çênabe’

Bahia Al-Saqqaf anî ziman ku beriya çend rojan bi beşdariya mêran jî lûtkeyekê femînîst a ku pirsgirêkên jinan hatiye destgirtin lidar xistine û wiha got: “Lûtke girîng bû û dê bandorê li statuya jin a pêşerojê, bihêzkirina wê û beşdarbûna wê ya çalak bbike. Di van derfetên zehmet de 230 jin û 80 mêrên ku ji herêmên cûda hatibûn, hat lidarxistin. Beşdaran destnîşan kirin ku li welat pêkanîna aştî û edaletê, piştgiriyê didin hevkarbûna rast a bi jinan re. Lewra bê beşdarbûna jinan dê pêşerojekê bihêz jî çênebe. Bê ku hebûna fiilî ya jinan hebe, edalet pêk nayê.”