‘Divê ji bo jiyaneke adil plana çalakiyê bê avakirin’
Jinên Mexribê yên diyar kirin ku divê ji bo civakek azad, adil û wekhev plana çalakî bê avakirin, xwestin pêşketina teknolojîk jî veguhere amûra têkoşînê.

HANAN HARITE
Mexrib - Em dibînin ku dîroka tevgera femînîst ya li Mexribê, piştî welat serxwebûna xwe ragihand dest pê kir. Lêbelê, xebatên femînîst di salên 1980’an de bi awayekî çalak dest pê kirin. Di vê sedemê de cihêrengiya komeleyan re şahidî hat kirin. Di vê serdemê de em dibînin ku yekemîn Komeleya Mafên Mirovan a Mexribê hate damezrandin. Di salên 90’î de tevgera jinan, gihişt asta sêyemîn ku weke sedemea daxwazan ya vê serdemê tê naskirin. Di sala 1993’an de, di jiyana tevgera jinên Mexribê de saleke bijarte bû. Jinên Mexribê der barê têkoşîna jinên Mexribê de nirxandinan kirin.
Têkoşînek nifş bi nifş hate dayîn
Seroka Komeleya Destên Azad Leîla Emîly, wiha got: “Derketina holê ya pêla yekemîn a tevgera jinên Mexribê, di qonaxa têkoşîna netewî ya li dijî metîngehê de pêk hat û ji dawiya salê 1940’î heta roja îro dirêj bû. Di destpêka salên 1960’î de jinan ji bo parastina mafên mirovan têkoşîna jinan, di çarçoveya beşên jinan ên partiyan de û di çarçoveya komeleyên biçûk ên piştî serxwebûnê de tevger kir. Leîla Emîly behsa têkoşîna jinên Mexribê ya ji bo bidestxistina wekheviya tam wiha kir, eiha got: “Em fêkiyên têkoşîna ji bo hatiye dayîn îro dijîn. Ji ber ku jinên ku xwe feda dikin hene."
Hay jê hebûna civakî hat avakirin
Leîla Emîly da zanîn ku rêbazên têkoşînê ji sedemek heta serdemek din cudahî nîşan dide û wiha axivî: “Xwezayî ye ku bi paraleya pêşketina tevgera jinan a li cîhanê cudahî nîşan bidin e. Ji bo jinên Merxibê piştî gelek pêşketin, serkeftin û destkeftiyên, rêbazên têkoşînê ji qonaxekê derbasî qonaxa din bûn. Di destpêkê de ji bo îstiqrara Mexribê têkoşîna çekdarî hat destpêkirin, di salên 1970-80’an de jî xebatên ku li dijî cahiliya civakî hatin meşandin mohra xwe li serdemê xist. Di vê serdemê de jinan xebatên xwe bi komeleyan re meşand. Tevgera femînîst di mijarên wekî perwerde, saetên kar, karê wekhev re mûçeya wekhev hay jê hebûn avakiriye.”
Jin û têkoşîna qanûna bingehîn
Leîla Emîly behsa Qanûna Malbatê ya 2004’an kir û wiha got: “Hinek beşên qanûnê ji jinan ew di mijarê parvekirina milk û mijarên din de maf da. Piştre di sala 2007’an de Qanûna Hemwelatîbûnê hat. Ev di nava têkoşîna jinan de bû. Em îro xwediyê Zagona Têkoşîna li Dijî Tundiyê ku ji salên 1960’î ve ji bo vê têdikoşin û di sala 2018’an de tevî hin kêmasiyên wê derxistin ber rojê ne jî. Qanûnek e ku li dijî jinan çi tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî û aborî be jî, ji bo parastina mafên jinan, parastina wan û têkoşîna li dijî her cure binpêkirinên ku bandor li wan dike, hatiye pêşxistin e.”
‘Em dikarin teknolojiyê binin rewşa amûra têkoşînê’
Leîla Emîly a der barê astengiyên li pêşiya xebatên tevgerên jinan ên li Mexribê derdikeve de axivî, wiha got: "Tişta herî zêde em jê ditirsin, li şûna mezinkitina têkoşîn û berfirehtir bûyîn ne, wek jinên ku di nava xwe de têdikoşin bimînin. Bi taybetî di rêbazên têkoşînê yên ku bi tora parvekirineya dijîtal re bi hevra belavdibin de, rola zarokên keç û ciwan pir girîng e. Divê em ji teknolojiyê sûd werbigirin û bibin rewşa amûra têkoşînê.” Leîla Emîly a der barê îro tevgerên jinan çawa tên meşandin û tevgerên jinan çawa bên pêşxistin de nirxandinan kir, wiha axivî: "Ev nayê wê wateyê ku em rêgezên xebatê yên tevgera jinan rexne dikin. Lê her pêvajoyê rêbazên têkoşînê heye.”
‘Divê cihêkarî neyê qebûlkirin’
Xwendekar û lêkolînera civaknasiyê Dalilah Moka jî ragihand ku nifşê ciwan bi rêya medyaya dijîtal hatiye rewşa veguherînên li cîhanê. Dalila Moka bi van gotinan pêşniyaran kir: "Divê Tevgerên jinan ên Mexribê jî ji bo civakek biadil û wekhevtir, planek çalakiyê avabike. Divê ji bo wekheviya zayendî bi têkoşê, kedxwarî û cihêkarî neyê qebûlkirin û ji bo ciwanan bernameyên perwerdehiyê bên avakirin.”