‘Divê hilbijêrên jin derbarê pirsgirêkên jinan de xwedî hişmendî bin’

Recaa Kedûsî ku li Tûnisê di hilbijartinên 4'ê Sibatê yên Konseya Netewî ya Herêmî û Xwecihî de bû namzet, da zanîn di hilbijartinan de serî li gelek hilêyan hatiye dayîn û wiha got: “Divê hilbijêrên jin derbarê pirsgirêkên jinan de xwedî hişmendî bin.’

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis- Li Tûnisê jin ji bo astengiyên ku aqlê mêr ê di siyasetê de ji bo wan avakiriye, derbas bikin têdikoşîn. Jinên ku di warê têkoşîna jinan de destkeftiyên girîng bi dest xistin, diyar dikin ku pêşketinên di warê mafên qanûnî û jiyana kamûyê de di pêkanî de ne wek hev e.

Tûra duyemîn a hilbijartinên Konseya Neteweyî ya Herêmî û Xwecihî ya di 24’ê Kanûnê hate pêkanîn, di 4'ê Sibatê de hate lidarxistin. Recaa Kedûsî ya di qada ragihandinê de kar dimeşîne û di hilbijartinan de bû namzet, yek ji jinên ku di van salên dawî de pêşengiya çalakiyên ji bo mafên siyasî yên jinan dike ye. Recaa Kedûsî, da zanîn neheqiya ku rastî hatine, bûye sedem ku derkevin kolanan.

'Min bi lêkolînkirina mînakên cîhanê tevlî siyasetê bûm'

Recaa Kedûsî, der barê tercûbeya xwe de wiha got: “Em niha li Tûnisê ji pêvajoyek nû derbas dibin û ji ber ku min dît mafên jinan li Başûr tên binpêkirin, min biryar da ku ez parastina mafên xwe bikim.”

Recaa Kedûsî, derbarê rewşa siyasî ya niha de jî wiha got: "Gelekî girînge ku jin li ser rûyê erdê hebin, ji bo pergala heyî, hikûmet çawa ye û bernameyên siyasî bişopînin fêm bikin ku bizanibin sedemên paşguhkirin û dûrxistina jinan ji siyasetê û bi taybetî ji hilbijartinên qanûnî û meclisên xwecihî çi ne."

‘Ji nişkave min xwe di nava siyasetê de dît’

Recaa Kedûsî, di berderwamiya axaftina xwe de wiha got: "Bi vî awayî min dest bi gava yekemîn a xebatên di warê siyasî de kir. Ji ber ku di demên berê de qet nizanibûm siyaset çi ye. Ji nişkave min xwe di nava siyasetê de dît. Dema ji min dipirsin ‘tu siyasetmedarî yan na’ ez dibêjim ez welatiyeke normal im parastina mafên xwe dikim."

‘Biryara min hemû kesan matmayî kir’

Recaa Kedûsî, bal kişand ku piştî tecrubeya wê û danûstandina bi civaka sivîl re riya xwe berdewam kiriye û di hilbijartinên qanûnî de pêşketiye û wiha got: “Ev biryar min û hemû kesan matmayî hişt. Ji ber ku rewşa min a madî nebaş bû, kesên propogandaya min jî bikin tune bûn. Ji bo ku ez ji hemû kesan re îsbat bikim ku jin hene û dikarin rola xwe di siyasetê de bilîzin, min xwe wek namzet nîşan da.”

‘Jin wek mêran dikarin di rêveberiyan de cih bigrin’

Recaa Kedûsî, da zanîn ji ber ku jin li herêman di bin kontrola mêran de, beşdariya wê ya di hilbijartinan de biryareke wêrek bûye û wiha got: "Min xwest bi namzediya xwe, îsbat bikim ku jin wek mêran dikarin di rêveberiyan de cih bigrin. Ger ne ji jinan be, dê civak hilweşe lê belê mixabin encam ne li gorî tê xwestin e."

Recaa Kedûsî destnîşan kir ku wê pirsgirêkên jinan di bernameya hilbijartinê de diyar kiriye, lê li şûna hemû jin dengê xwe bidin wê, dengê xwe dane namzetên mêran û wiha got: "Rêjeya jinan a di siyasetê de di demên dawî de gelekî lawaz bûye. Ji ber ku zagona hilbijartinê ferdan hildibijêre û li Başûrê Tûnisê û herêmên navîn hebûna jinan lawaz e. Ev yek jî sedeman jî rewşa aborî û feraseta mêr e."

‘Kesê xwe li hemberî min namzed nîşan dabû bi ser ket’

Recaa Kedûsî, got ku ew beşdarî hilbijartinan bûye lê ji ber aqlê baviksalar û hebûna hileyên siyasî bi ser neketiye û wiha got: "Ji ber hileyên di encamên hilbijartinê de deng hatin guhertin û kesê li hemberî min xwe namzed nîşan da bi ser ket. Ji ber vê min li dijî wî doza gendelî û hileyê vekir.”

Recaa Kedûsî, di dawiyê de got ku tevî hemû tiştên jiyan kir jî, dîsa bi îsrar e bi ser bikeve û hêviyên wê hene ku pêvajoyên baş werin.